rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:43

 

 

Bi navê "Pandomîm" pirtûka sêyemîn a helbestan a helbestvanê kurd berken Bereh, li Amedê, bi destê weşanxaneya "Belkî" der çû


Nivîsa weşanxanê (a editor-li berga paşin):

Helbest, ekonomiya peyvan e; bi peyvên herî hindik vegotina derbirînê ye, Ji lew re Berken Bereh'î di kurmancî de bi formeke nuh a Rojhilata Dûr(Japonya,Çîn)"Hayko"; ku ji sê rêzik û hivdeh kîteyan pêk tê û têmaya wê xweza-fîlosofî ye, helbest ava kirine, û lîrîzm, ku ew jî taybetmendiyeke sereke ya haykoyan e, ji bîr nekiriye; her wiha helbestkêr di pirtûkê de ev ekonomiya peyvan hinekî din bi pêşwe biriye û bi navê "Pandomîm"ê-ku hunereke tê de peyv tune ne-xwestiye bi giştî peyvê ji holê rake; ji ber ku gava dozaja hestan gellekî bilind dibin, peyv dibin reben û dihelin. Ji bilî wê, helbestkêr pênûs û kaxazên xwe danîne ber xwe û berî "Derba 12'ê Rezberê"ya hovane, rojên xwe û yên me bi awayekî lixwemikurhatî ji hev veçirandine.

Berken Berehî carina bi dest û lingan, bi çav û seriyan pandomîm kiriye; carina bi çend gotinên kurt haykoyan xweza, mirov û evîn vegotine; û carina jî bi şêwaza helbesta sade bi xemgînî li xwe mikur hatiye; ango her ku di jiyanê de likumiye helbestek ji ber lingê wî pekiyaye.


 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE