|
Sînor
Mahîn Şêxanî
Werger: M. Şerîf Heccî
Derdora bajarokê Dirbêsiyê tev bi şînkayên
buharê kesk bûye, xelkên deverê tarişên xwe
diçêrînin, ez û destbirayekî li rex tixûbê
navbera Sûrî û tirkî dimeşiyan (( heger qereqola
leşgerî neba dê mirov karîba xwe di ser bendê re
çenkiriba û derbasî hêla tirkî bûba ))
destbirakê min pirsina ji min dike li dor
xwendina min û dema ez li dervî bajêr mam, û
gelo ez ê bikaribim bi vê doploma xwe tu karî
bikim, nemaze xwendina min a giştûqale(kiþtûkal),
di dema axevtina me de nerîna min hate kêşandin
bi hêla dîkekî eloka ji layê bakur ber bi me ve
tê, wê gavê pezkoviyê Siyamendê Silîvî hate bîra
min; ez di cihê xwe de mest mam û lê dinêrim;
çawa perikên xwe diperitîne ta bikaribe têlên bi
sitirî yên di navbera sûrî û Tirkî hatine danîn
derbas bike. helbet piştî gelek hawildanan dîk
ji têlan rizgarbû ber bi me de hat, me ew girt .
Hevalê min mizicî û got: iro wê xwarina me gelek
xweş be, lê piştî bihnekê keçek ji xaniyê bakurî
têlan derket û li vê hêlê li wê hêlê dinêrî,
wekî ya tiştek wenda kiribe, li me haybû ku em
lê dinêrin!!!
Bê ku guh bide endamên qereqolê, yan guh bide
têlan, ber bi me de hat û ez li ber cegera wê
keçê mest mame. Cilên wê şandide ku ew ne ji wî
gundê ku jê hate der, ber bi nêzîkî me ve hat ta
qonaxa çend gavan ma - tixûb!! Bi zimanê tirkî
silav kir û me bi zimanê kurdî lê vegerand û
jêre got: " tu kurmanc î?"
bi wê gotinê kêfxweş bû û bi kurdî bersiv da:
erê, dêmeg hûn kurd in . hûn bi xweşî hatine….
min gote wê: gelo tu ji polîsên tirkan natirse
ku mûşekan berdin te dema ku te bibînin, ez ji
te hêvî dikim tu ji wan dûrbikevî, ma tu ne ji
vê deverê yî?
Belê, ez ji vê deverê me lê ez li cihekî din
dixwînim.
Wa... çi lihevhatinek e xweş, ez jî li bjarekî
din dixwînim, ne li Dirbêsiyê; lê tu çi dixwînî?
ez dixwînim ta ku ez bibim - xoc e - an mamuste.
te baş kirye , mamoste tê nifşekî bi xwendin
bide ku karibe ne tenê nêzîkî têlên rêsayî û bi
sitirî bibe lê wê bikaribe ewan hilîne.
Bi ken gote min: te hişte ez ji bîr bikim ka ez
hatime çi? Bi rastî min ji bîr kir ku ez hatime
li dîkê eloka digerim ji bo wî serjêbikim.
- dêmeg ev dîkê we ye - min dîk bilind kir -
- erê…erê, çi bêcirr e çawa sînor derbas kir û
hate wê hêlê?
- ez ê wî vgerînim lê bi mercekî !!
Lê ez gotina xwe kuta bikim gote: min mercê te
nas kir, ku ez wî serjênekim , û ez vê sozê
didim te eger çi bibe, lê ka bêje min tu çi
dixwînî?
xwendina min giştûkal e an çandinî ye. Lê!!!
- Lê çi? ma te kuta nekirye??
Mamuste em hemwelatiyên ji pêlka herî binî ne,
tewzimîna me pir zor e û jiyana me her zortir e,
em dixwînin , hîndibin û bi welat û bajarê
biyaniyê dikevin û tê vêde <<min ayîşê şanî wê
da>> Çewalên zad hildigrin ji dêlva tewzimînê ve,
bihnekê kerr bû wekî ku bi kulên min haybû ….!!
- eger tu kari navnîşana xwe ji min re
binivîsînî ta ez her tiştî nasbikim? Min pênûs
derxist, nav û navnîşana xwe li ser qetek pelik
nivîsandin û kevirkek xiste nav û min avête hêla
wê, destê xwe bilind kir sipasya min dike,
min jê re got: Dêmeg ew dergehê tu jê derketî
mala we ye .
- Erê !
- Her gavê di rojên buharê de, ji bo em nêzîktir
bibin ji çiyê em têne vêderê ji bo meşê, tu jî
roja înê li dor demjimêr 5ê derkevî ser wî girê
han û ez ê bême devera han - bi tiliya xwe min
cih şanî wê da - çimkî mala me li rex wî cihî ye.
Mi dîk jêre avêt wekî perçekî ji dilê xwe
bavêjim
- lê miqate be !
Bi dijwarî awir dane min, destê xwe li ba kir û
berê xwe da male, hin bi hin ji min bi dûr ket
ta gihişte malê, li ber derî careke din li hêla
me zîvirî û destê xwe bilind li ba kir …
Em jî ber bi mal bûn lê wênê wê ji ber çavên min
naçe û gotinên wê wekî awazeke pir xweş ji guhên
min nayêne der ..
Bi vî rengê wekî dîna ez bi roja mam li bendî wê
li ser agir, di wan roja de min dorbînek ji cem
hevalekî anî . . . .
Dawiyê roja înê hat û demjimêr nêzîkî 5ê dibe,
terpirepa dilê min bêtir dibe, bîrokek tê yek
diçe , gelo wê bê ser soza xwe yan
dilxweşkirinek bû û ez ji bîr kirim?
Dorbîn di dest min de ye bê ku bihnekê çavên min
jê dûr bikevin; ji bê himdî de min bi qîrîn bang
kir ! Ew e …Ew e ! Binêrin wa ji wî xanî hate
der û ber bi wî girî ve diçe.
min destê xwe jê re bilind li ba kir û dilê min
hildikute ji kêfa wê, tê ku ji sînga min bête
der .. Wê ji layê xwe ve destê xwe bilind li ba
kir .. bi vî awayî hevdîtina me berdewam kir ta
roj çû ava .. ji wê rojê de şandina nama di
neqeba min û wê de berdewam kir, ez dişînim ew
dişîne ta ku min elbomek e taybet ji wêneyên wê
û malbata wê dagirt…………
Her tişt ku dihate bîra wê dinivîsand û roj li
pê rojê evîna me bêtir dibû lê mixabin li gel vê
evîna mezin ez nikarim yek carê wê bibînim.
Dîtinên me ji hevre ma bi tenê di riya wêne û
nameyan re û rojên cejnan ji dûr ve….
Carekê nameyek rêkir tê de digot:" çima tu
serdanekê nayêyî cem me, xelkên welatê we gelek
têne tirkî, gelo tu ji min heznakî? xwedê li ser
te be eger tu hez min dikî tu ê pasportekê ji
xwe re derxînî û werî cem me, ez li hêvya te me
û min bêriya dîtina te kirye, tu beş û qismetê
min î, gelo ma li enya min hatiye nivîsandin ku
ez te nebînim ? "
- Dilbera min, min gote te em hemwelatiyên ji
pêlika herî dawî ne, ez bêbeş im ji nifûsa xwe
wek mirov, bêbeş im ji kêmtirîn mafê mirovan, ka
ez ê pasportê ji ku ve bînim ta ku ez bikarim
bême cem te.
Ey sînorê bê bext tu ne ji hesin î , çimkî hesin
dipijive, bi sermê bi germê tête guhertin .. Lê
gerekî tîna germa dilên me hişktirîn rengên
hesin bipijêve.
Ta nuha çîrok berdewam e!
|