|
DI QEWLÊN ÊZDIYATIYÊ DE
NAVÊN MEHAN ZELAL HATINE ŞÎROVEKIRIN
Kemal Tolan
Weke ku gelek xwandevanên birêz dizanin û ez jî
dibînim, her çiqas heta vêga gelek nêrînên cûda
li ser navên mehan hatine weşandin jî, hîna tu
lihevhatinek di navbera zimanzan, çapemenî û
mediya kurdî (Êzdiyatiyê ) de xwanê nake.
Min jî li ser vî babetê navên mehan li wî „qewlê
meha“n yê ku min ji ber malpera
(
http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=45
) girtibû û di pirtûka xwe ya bi navê Nasandina
Kevneşopên Êzdiyatiyê (rûpel:32-37) de weşandiye,
cardinê li ser daxwaziya mamoste û nivîskarê
rêzdar Receb Dildar di ber çavan de derbaskir.
Min jî fahmkir ku hinek kêmasî di vî „qewlê
mehan“ de hene. Lewma jî ez di 22.03.07 de çume
cem qewlbêjê me yê rêzdar Merwan Xelîl Xidir.
Qewlbêjê me birêz Merwan Xelîl Xidir jî gote
min, “erê rast e, gelek sebeqên vî qewlî kêm in.
Hinek ji wanên kêm, va di singa min de hene û
ezê wan ji te re bibêjim.“
Dûre min ev sebeqên 7 b), 8 a,b,c) û 12 a ji ber
gotinên birêz Merwan Xelîl Xidir û hinek
bersivên rûspiyên Êzdiyan(ji nav zargotina me)
nivîsandin. Gava min ev tev dane berhevûdinê,
mîn dît ku va navên mehan di qewl û zargotina me
Êzdiyan de gelekî zelal hatine şîrovekirin.
Vêca , ezê niha vê lêkolîna xwe jî pêşkêşî we
zimanzan, berpirsyarên mal, komel, rêxistin,
çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) bikim û
hêvîdarim ku ev pirsgirêka navên mehan jî êdî di
navbera me Kurdan de zelal bive.
Keremkin, em binêren li „ Qewlê Meha „n
„ Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar e
dê werin em padşayî bidin medeh e
Çar îna û sê sê deha
Padşayê min lêkbirastin kirne meh e
Her duwzdeh meh î binav in
şeşî zuhane şeşî bixunav in
Her dduwzdeh meh bi hizreta melik şêxsin bibav
in
Ji qewlê Fexrê Zergûn e
Here bin herfe, Here bi nasîn e
Binyata her duwzdeh mehan,
roja dinya ava bûye ev roj kanûn e
Li goriya hejmara rojava yê meha 1 -
Kanûna (tex* anjî paşîn) ji xwe xeber da
Ez im seqa erda
Ez mafim li ser çi qas dera
Seqa erda ez im
Saya xwe bi tevz im
Bi ferwara mîrê xwe bi lez im
Kanûnê te mal nebe wêran
Tû dom bikî seyane,befran û bangêran
Tê li pêşiya zebûniyan bikî şeran
Li goriya hejmara rojava yê meha 2 -
Ey kanûna ji berî
Sibata reşû reşbenî
Ti mexlûq tê de nadebirî
Tew nizane tu nedostî, ne dijmin î
Sibat dibê sibat im, sibat binav im
Meheke bi ser û çav im
Geh dibarim, geh bitav im
Li goriya hejmara rojava yê meha 3 -
Adar dibê ez adar im
Kilîla çendî behar im
Razgela zebûniyê bijar im
Li goriya hejmara rojava yê meha 4 -
Nîsan dibê adarê xwehê
Min yarek divê ji bedîle
Adar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîle
Bexîlê bexîl binave
Eger dom bike seyan û baban ê li goman
çik bike av e
Nîsanê deng dikir e
Bihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî, sor û zere
Ti hedê mehan tune ji min bide xeber e
Li goriya hejmara rojava yê meha 5 -
Gulan dibêje nîsanê xwehêtu meheke pirbêjî
tu ye bi zengî bi qirêjî
Çi ji wê çêlê bikim, xwedan faf bidoş e
Doman lingê xwe lêxe birêj e
Gulan dibêje ez gulana bi gul im
Ez a bi şalûl û bilbil im
Ez melhema birînên bi kul im
Ez im sexya bi sexyan
Bihar im li çiyan
Li deştan têr dikim birçiyan
Li goriya hejmara rojava yê meha 6 -
Hezîran dibêje gulanê xweh ê
Tu meheke bi extîber ê
Eger padşayî li serê te sist bike hefsarî
Tê kevir û kuçikan bibarî
Gulan dibêje xwehê nesîbî,
ne bidestê min e
Bi destê mîrê mezin e
Teyr jî bi emrir û ferwara wî difir e
Hezîranê deng dihilîl e
Ji mehan navê min havîn e
Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e
Li goriya hejmara rojava yê meha 7 –
Tîrmeh dibê tîrmeha germ im
Helîmeke nerm im
Bi cexwûn û bi bênder im
Xêreke bê şer im
7 b) Tîrmehê dibê Tebaxê,
te gotineke xweş gigot e
û te qanasê buha difrot e
te gelek pezê meskîn,
li deştê ji german disot e
Li goriya hejmara rojava yê meha 8 –
„ a) Tabax wa deng hiltîne
Ez mehekim nav Havîne
Ez berdutim ser çiqas pezê miskîne
b ) Tebax wa deng hiltî ne,
ez mehekim nav Havîne
çiqas fêhkî bikelînim
hemû di payîzê re gehînim
c) Dê ji payîzê dim wesfe
Ye tijiye ji xêr, bêr û nahmete
Jê tê bîhna cinête
Jê tê bîhna buhuşte
Goştê belek bitahmê xweştê
Hem li zozana û hem li deştê“
Li goriya hejmara rojava yê meha 9 –
Êlûn dibê ez çendiya mehan im
Ez a bi meclis û reşrihan im
Ez a dayîm ji şems û Fexrê mîra re eyan im
Li goriya hejmara rojava yê meha 10 –
Çirî(ya pêşîn*) dibê em dû meh in nav bi çirî
Padşayî em xelat dikirî
Li ser me hene naz û namet û tirî
Li goriya hejmara rojava yê meha 11 -
Çirî(ya paşîn*) dû mehên kamil temam
Li ser me xweşbûne çiqas tam
Payîz mîr e, her dûzdeh meh jê re dibine xulam
Li goriya hejmara rojava yê meha 12 –
„a) Kanun(a qedîm* anjî pêşîn) dibêje,
em dû mehên Padşayî em kirin xelat
Li me dikevit çile arba ênat
Ji hedê meha dikeleme sibat “
Bila şaş neyê fahmkirin, ev ne temamiya „qewlê
meha“ne. Ji xwe ez jî timî dibêjim, gelek ji
qewlên me hatine tûnekirin , hinek jî hîna ne
hatine şîrovekirin û gelekjî li goriya
qewlbêjan(ji ber tirsa zilmê ) hatine guhastin.
Têbinî:
1 -*= Ev di nav zargotina me ya vêga de hêjî
weha tê ye gotin”Raste me dû mehên Kanûnê hene
navên wan jî evin: „ Kanûna qedîm û Kanûna tex“
2 - Min li goriya Êzdînasîna xwe ev hevoka „Li
goriya hejmara rojava yê meha …“ û peyva „Tex û
Qedîm*“ li goriya zargotina Êzdiyan ya vêga bi
ser ve zêdekirine .
Dîsa , li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, gava
hinek Êzdî-Kurd van peyvên „pêşîn û paşîn*“
bikarbînin ew jî durûstin.
30.03.2007
|