|
„Kurdistana Şêxan“:
hindek pirs û hindek Kurd?!
Hoşeng Broka
(4)
„Kurdistana Şêxanê“:
pirsa saziya olî
Paş 11.09.01ê terora „Islama siyasî“, wek
saziyeke navdewletî, gihişt asta xwe ya herî
berz. Ji wê demê û vir de, terora rêxistinkirî,
bû „saziyeke cîhanî“, di ser netew, di ser sînor
û di ser dewletan re.
Piraniya navendên lêkolînan, yên ku „diyardeya
terorê“ dişopînin û didin şirovekirin û
analîzekirinê, weha bawer dikin, ku xîtaba „Islama
fêrmî û têkstane“, ya ku li jêr şêxayetiya
hindek „feqeyên terorê“(Yûsif El-Qeredawî û
Raşid El-Xenûşî bo nimûne) bi rê ve diçe, yek ji
„fetwe-xîtabên“ herî sereke û xeternak e, ku „teror“
bi wê, îndîrekt, diçe „helalkirin“ û „rewakirinê“.
Kewate, bineretiya ramyarî a herî sereke ji bo „terora
helal“, xîtaba „şêxên terorê“ û saziyên wan yên
„Xwedênas“ û „yên-din-nenas“ e, ku li seranserî
cîhana Misilman, çavên xwe li „terorê“ miç dikin,
û bi şêweyekî ne-rastûxo, heman terorê didin
behanekirin, helalkirin û qebûlkirinê.
Ev xîtaba fetwekariyane, ya sazî û yekîtiyên „olî“,
ku feqeh û şêxên wan, li jêr navê Islamê, çanda
teror û terorkirinê, didin helalkirinê,
bineretiya ramyarî, ya siwarkirî û tim-li-kar û
tim-amade ye, ji bo çalakiyên tevgerên terorê,
li seranserî cîhanê.
Ji „Ezher“ bigre heta bi „Yekîtiya Cîhanî bo
Ilmdarên Mislmanan“, ku şêxê Tv-êya „Alcezîra“,
Yûsif El-Qeredawî, serokê wê ye, tev, heman
heman, yeknêrîn û hemfikr in, di rewakirin û
behanekirina karên teror û terokirinê de, ku
rojane, li jêr navê Islamê û saziyên wê yên
siyasî, tên kirinê.
Li ser asta Îraqa „kuştina helal“ a halê hazir,
ku rojane tê Allah-û-ekberkirin û terorkirinê, „Heyeta
Ilmdarên Mislimanan/Îraq“ bi serokatiya Haris
El-Darî nimûneyeke balkêş û berbiçav e, di vê
derbareyê de.
Ne carekê û ne dehan, berdevkên vê saziya
navborî, ragihandine, ku „Karên li Îraqê, ku
El-Qayîda bi wan radibe, Karên rewa û serencama
siyaseteke rewa ne, ku ew bixwe jî, beşek ji
Islamê ye“ (Elî Xidir El-Zayid: Tv-êya Alhurra,
13.09.04).
Diyare, ku haya serokatiya Kurdistanê, baş ji vê
girêdana mikum, ya di navbera „Islama siyasî“,
ku terorê çê û kehî dike, û „Islama saziyane“,
ku terora siyasta wê Islamê, bi fetweyan, rewa û
behane dike, baş heye.
Lewre, paş girtina gurûpa „Şêx Zana“, ku destên
wan di teqînên Hewlêrê de(01.02.04), hebûn,
serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî,
di civîneke berfereh de, bi „ilmdarên ola Islamê“
re, daxwaza lidarxistina kongireyekê di
derbareyê terorê de, kir.
Wê demê(Reuters: 26 Juli 2005), xala herî balkêş
di daxwaznameya serok Barzanî de, bo vê
kongireyê ew bû, ku „ev kongire gereke bi
alîkarî û organîzekirina di navbera herdu
wezaretên Ewqafê de, li „Hewlêr“ û „Silêmaniyê“,
were lidarxistinê.
Herwea Barzanî di heman daxwznameyê de, weha
tembî û şîret li melle, şêx û ilmdarên beşdar,
di wê civînê de, kirin: „pêwîstiya lidarxistina
vê kongireyê ew e, ku rola ilmdarên olî di
rêlibergirtina fikrê terorîstan, were
guftûgokirin û gengeşekirinê“
Lê li ser asta bûyerên „Kurdistana Şêxanê“,
pirseke weha dikare bo „Islama saziyane“, li
Herêma Kurdistanê, were arastekirinê:
Aya helwesta „Yekîtiya Ilmdarên Dînê Islamê li
Kurdistanê“, û „Wezareta Ewqafa Kurdistanê“, û
ilmdar û kesayetiyên Islamî, bermaberî vê
ferhenga Allah-û-ekberiyane, çi bû?
Gelo ew Allah-û-ekberçiyên, ku aliyek ji
Kurdistanê, li jêr navê „cîhada pîroz“, birin
teror û terorkina „helal“, Misilmanên „helal“
bûn, yan Misilmanên „heram“ bûn?
Li ser hemî alavên ragihandina Hikûmeta Herêmê,
helwesta Mîr Tehsîn Seîd beg, serê saziya ola
Êzîdiyan(ku di wan bûyeran de, ew qurbanên wê
terorê, yên pêşî û dawî bûn), bi awayekî vekirî,
wek „helwesteke camêrane û netewperwerane“, bi
şehdebûna serok Barzanî, hate ragihandinê.
Li jêr imzeya „saziya Ilmdarên Islama Kurdistanê“,
„protestoname“ çûn heta bi kopenhagen û Vatîkanê.
Lê ji bo Şêxan, ku li Kurdistanê, hate
Allah-û-ekberkirinê, ne his ne deng, û ne jî
pêjna navê peyveke seqamgêrî û aramkirinê, ne ji
saziyê û ne jî ji şêx û melleyên wê, nehat.
Daxwaznameya serok Barzanî bo rêlibergirtina „Islameke
terorane“, ku demkê li Kurdistanê jî, rû da, bê
guman, helwesteke hekîmane, di cihê xwe û di
wexta xwe de bû. Lewre, ji bo ku ev helwest were
bicihkirin û rêyalîzekirinê, û daku Kurdistan ji
terora „Islama radîkal“ were qurtalkirinê, bi ya
min, kampanyayeke berfereh û „koçmalî“, ne tenê
ji bo „Kurdîkirina Islamê“, belê ji bo „Kurdistanîkirina
Islamê“, rojekê berî ya din, lazim e.
Û herweha ji bo Ku „Ezher“, „Qeredawî“ û „Haris
El-Darî“, bi Kurdî û li Kurdistanê, neyên
kopîkirin û dûbarekinê, xwendineke nuh, bi Kurdî,
ji „Islama Kurdistanê“ re, tê xwstin û
gerekkirinê.
Bê guman, serok Barzanî di wê civîna taybet
de(21.02.07), ya ku bi mîr, bavê Şêx û
serkirdeyên Êzîdiyan re, hatibû lidarxistinê,
helwesteke hekîmane wergirt, wexta ku „çanda
terorê“ wek „çandeke xerîb“, bi nav kir û ew bi
tundî, red û rexne kir û got: „ne ez ne mam
Celal, û ne jî serokatiya PDK û YNK, em dê qet
rê nedin çandeke biyanî, ku derbasî Kurdistanê
bibe“
(binêre:
http://www.kurdistantv.net/niviseker.asp?ser=30&cep=1&nnimre=12012 )
Lê ji ber ku, bi qasî ku hate diyarkirin û
ragihandinê, ew „çanda terora bi Kurdî“, ya li „Kurdistana
Şêxanê“ , çandeke ji hundir heta bi hundir û ji
Kurdistanê û Kurdên wê heta bi wan bû, lewma bi
ya min pêwîstiyek bi hindek liv, çalakî û
kampanyayên hundirîn, ku wê terorê bibin
hetikandin û şermezarkirinê, hebû.
Lewma ligel giringiya civîna serok Barzanî bi
Êzîdiyan re, û paralêl bi pêwîstiya wê re,
dihate xwestin, ku civîneke din bi ilmdar, şêx,
feqeh û serkirdeyên ola Islamê re jî, bihate
lidarxistinê.
Wê dem, û wê terorê, pêwîstiyeke mezin bi
zelalkirina helwesta saziya olî(ola Islamê) li
Kurdistanê, beramber bi wê çanda terorane, hebû,
çimkî ew teror, Kurd û Kurd û bi Kurdî, eşkere,
li Kurdistanê, hate Alla-û-ekberkirinê.
Herwekî çawa ku serok Barzanî, paş rûdanên
terorane li Kurdistanê, di 26 Juli 2005an de,
daxwaza lidarxistina kongireyekê, di derbareyê
terorê de, li saziyên olî(di serî de, herdu
wezaretên ewqafê), di herdu hikûmetên Hewlêr û
Silêmaniyê de, kir, herweha, wê terora „Kurdistana
Şêxanê“, bi ya min, daxwazkirina kongreyekê ji
bo rêlibergirtina „terora bi Kurdî“, li
Kurdistanê, li ser asta heman saziyên olî,
dihate xwestin û heqkirinê.
Li gora encamên kambax û pirr nêgatîv, li ser
asta têkiliya Kurdên Misilman û Kurdên
Ne-Misilman(bi taybetî Êzîdî), ku paş terora „Kurdistana
Şêxanê“, rû dan, dihate xwestin, ku saziya
olî(ola Islamê), dengê Kurdbûna xwe, bilind
bigota, û fetwe û fetwe, eşkere, kuştina
Kurdistan û Kurdistan, xwîna Kurdistan û
Kurdistan, û terora Kurdistan û Kurdistan,
bibire heramkirin û qedaxekirinê.
Lê bêdengiya saziya olî li Kurdistanê(di serî de
wezareta ewqaf û Yekîtiya Ilmdarên Dînê Islamê),
li ser terora „Kurdistana Şêxanê“, gelek pirs û
gumanan, li dar xistin(û hîn jî li dar dixe):
Aya terora ku di 15.02.07an de, li „Kurdistana
Şêxanê“ qewimî, ne mîna terora „Kurdistana
Hewlêrê“ bû, ku di 01.02.04an de, cejna qurbanê
ligel qurbaniyên wê(Samî Ebd-Elrehman. Mihdî
Xoşnaw û gelekên din), birin terorkirin û
kuştinê?
Li ser asta saziya olî, navê terorîstî û
terorkaran, li bûyerên „Kurdistana Hewlêrê“ û
sersebên wan, hate kirinê(û raste wisa bû jî),
lê gelo çima heman saziya olî, heman navê
terorîstî û terorkaran, li bûyerên „Kurdistana
Şêxanê“ û sersebebên wan, nekir?
Di derbareyê girêdana di navbera terorê û hin
saziyên ola Islamê de, Dr. Seyid Elqimnî, carekê
di nivîseke xwe de(روز اليوسف، العدد 3982،
02.10.04), navê hin şêx û ilmdarên cîhana Islamî,
wek „ilmdarên terorê“, li qelem dabûn.
Ma gelo li ser asta terora „Kurdistana Şêxanê“,
ku saziya olî li seranserî Kurdistanê, di „rojiya
bêdengiyê“ de ma, mirov dikare navekî çawa û
çiqasî di bêdengiya li ser terorê de, mezin,
hêjayî ilmdarên Kurdistana bêdeng, bibîne?
Di nivîseke xwe de, ku li jêr sernivîsa (اللاهوت
الكردي بين أسلمة الكرد وتكريد الإسلام), bi
zimanê Erebî, çûbû belavkirinê(
http://www.rojava.net/Candost_04.03.2007.htm
),
, nivîskarê Kurd rêzdar Can Dost, balê dikişîne
ser „xwedawendiya gunehkarkirinê لاهوت التكفير“
li Kurdistanê û weha dibêje: „Bi baweriya min,
xeternakiya wan kesên ku banga gunehkarkirina
Êzîdiya li Şêxanê, hildan, ji xeternakiya „Ensar
Elislam“ mezintir e“.
Herweha nivîskar Can Dost rewşa Kurdistanê, li
ser asta „Xwedawendiya gunehkarkirinê لاهوت
التكفير“, wek rewşa Misrê, di dema destpêka
damezrandina saziya „Elixwan Elmuslimîn“ û „metoda
wan“, ya ku xelk bi wê, birin gunehkarkirinê, li
qelem dide.
Û pirsa ku li vir, dikare ji her kesekî,
Kurdistan û Kurdistan, mezin û bi tirs, were
kirin û vekirinê, ev e:
Aya çend Kurd û Ne-Kurd, li Kurdistanê û li
derveyî Kurdistanê, li ser û li binê Kurdistanê,
vê pirsa xeternakiya „xwedawendiya
gunehkarkirinê لاهوت التكفير“, ji xwe û ji hev
dikin?
Çend Kurd, ku îro tevaya terora navnetewyî, bi
navê Islamê tê kirin û birêvebirinê, û pirraniya
Kurdan Misilman in, çend Kurdên nivîsandinê mîna
Can Dost, bi cegerdarî, pirsa „Kurdkirina Islamê“,
li şûna „Islamkirina Kurdistanê“, li dar dixin?
Û çend Kurd dikarin têbigihin, ku xeternakiya „Islama
Kurdistana Şêxanê“, li ser Kurdên Misilman, berî
yên Ne-Misilman, dê çêndîn mezin û karesatane be,
eger hat û Kurdistan bû aliyê „Islama Xelkê/
Islama yên din“, hewrwekî çawa ku, ji sala
1928an(dema damezrandina „Elixwan Elmuslimîn“) û
vir de, „Misir“ bû hêlîna „Islama wehabî û
Ixwançiyan“???
hoshengbroka@hotmail.com
Dûmahîk heye
|