|
Bajarê Dêrika Hemko
Demhat Dêrikî
1. Ciyê Jeografî û tixûbên bajêr:
Bajarê Dêrika Hemko bajarekî rojavayê kurdistanê
ye. Ev bajar nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî
hatiye ava kirin. Bajarê Dêrika rengîn nêzîkî
ava mezin e ku jê re dibêjin Çemê Dîcle. Ev
bajar li dora 100 km dikeve rojhilatê bajarê
Qamîşlo. Li aliyê rojhilatê Zaxo, li rojava
tirba spî, li bakur Tilkoser û ji aliyê başûr ve
Cizîra Botan, dibin tixûbê devera bajarê Dêrika
Hemko. Bajarê Dêrikê bi xwe li ser deşta Hesinan
hatiye avakirin. Li serdema kevin(dema Frensiyan)
ji Dêrika Hemko re digotin: navçeya Dîcle.
2. Nav û taybetiyên erda bajêr:
Navê Dêrikê ji dêra filehan a kevin dihê. 95% ê
herêma Dêrikê deşt e. Tenê çiyayê Qereçox heye û
bilindbûna xwe ji deryayê li dora hezar metran
e. Li ser deşta herêma Dêrikê; genim, ce, nîsk,
penbû, nok dihên çandin. Di dema Kevin de pir
rezê tirî jî hebûn lê îro kêm in. Werzê zebeşan
jî li herêma Dêrikê berhemekî sereke ye.
3. Avûhewaya herêma Dêrikê:
Zivistanên herêma Dêrikê bi baran, sar û germ
in. Havînan germ e. Lê ji aliyeke din ve mirov
dikare bibêje çar demsal li vê herêmê dijîn.
4. Serhijmar:
Li gorî serhijmara sala 1940-ê, hejmara xelkê
rojava 300000 e. Li gorî sala 1960ê ev hejmar
bûye 600000 û li gorî sala 1970ê ev hejmar bûye
900000. Lê îro ev hejmar ji sê milyonan zêdetir
e. Herêma Dêrika Hemko jî, hejmara xwe li dora
300000 kesan e. Bajarokê girêdayî Dêrikê jî ev
in. Çelexe, Girkêlegê û Tilkoçer.
5. Çiya, deşt, çem û bendav:
Herêma Dêrikê 95% ê deşt e. Tenê çiyayê Qereçox
heye û bilindbûna xwe ji deryayê li dora 1000
metran e. Çemê ava mezin (Dîcle) li ber kenarê
Dêrikê ye. Lê pênc bendav li devera Dêrikê hene,
ew jî ev in: Bendava Girêvira, bendeva Çelexe,
Bendava Borzê, Bendeva Şêbanê û bendeva Başotê.
6. Samanên Binerdê:
Li herêma Dêrikê petrol û gaz pir in. Gelek
kaniyên petrol û gazê li vê herêmê hene. 75%ê
petrola dewleta Sûriyê ji herêma Dêrikê
derdikeve. Deverên petrol lê hene ev in: Qereçox,
Girkendal, Giresor, Banê şikeftê, Hemze Beg,
Besta sûs, Tepkê, Xaneserê, Sêmalke, Girzîro,
Girkêdijwêr, Erûl, Quldûman, Tilxenzîr, Kelhê,
Girkê Hêwil, Siwêdî, Giresorê Feqe, Şêro ,
Rimêlê, Mirca, Rimêla Şêx, Girkendal hwd.. gelek
deverên din hene ku min wek kaniyên petrolê
nenivisîne,
7. Babetên giyaneweran
Li çolên herêma Dêrikê giyanewerên kovî hene û
ev giyanewer pir caran li dora gundan peyda
dibin. Wekî keftar, gur, rovî, kîvroşk û pir
caran xelk diçin ser çemê ava mezin ji bo
girtina masiyan.
8. Xwarinên herêmê:
Li herêma Dêrikê xwarinên sereke ev in: penîr,
sîrik, jajî, mehîr, kutilk, şamborek, qelî,
şorbenîsk û xwarinên ji sawar û nokan dihên
çêkirin.
9. Kincên herêmê:
Li ser dema kevin cilên jinan bi awakî giştî
kiras û xiftan bûn. Lê kincên dêmaniyan û yên
koçeretan ne wek hev bûn. Her navê xwe kiras û
xiftan bûn. Zelam jî kiras û egel li xwe dikirin.
10. Kurte dîroka bajêr:
Dîroka bajêr û ya deverên bajarê Dêrikê parçek
ji dîroka Rojavayê Kurdistanê ye. Ev bajar li
ser zemîneke kevin hatiye avakirin. Li devera
Qereçox gundek dîrokî heye û dîroka xwe ji hezar
salan pirtir e. Dîsa pira Romê ji şekir xaçê ye.
Şikeftek e kevin heye jê re dibêjin Şikefta
Zembîlfiroş. Ev hemû ji me re nîşan dikin ku
dîrokek e kevin li ser vê zêmînê jiya ye.
Lê ji aliyê dîroka nêzîk ve rojavayê kurdistanê
heta demekê di bin desthilatdariya Osmaniyan de
ma. Piştî wan ji sala 1921ê heta sala 1946ê
dewleta Fransa bû dagirkerê vî welatî û hindek
wargehên leşkerî li bajarê Dêrikê ava kirin. Lê
Fransa li sala 1946ê vekişiya û hikumetek e
girêdayî xwe kirin desthilatdar.
Di sala 1952ê derba leşkerî ji aliyê Eqîd Edîp
Şîşiklî ve pêkhat. Ji vê derbê şûn de, pêlên
şovenîst li dijî kurdan rabûn. Di sala 1962ê de
projeyên li dijî kurdên rojava û bi taybetî li
herêma Cizîrê hatin dest pê kirin. Wek proja
kembera erebî ku ji aliyê mulazim Mihemed Talib
Hîlal ve hatibû amade kirin. Ya ku kurdan ji
warên wan dûr bikin û ereban bînin cihê wan.
Êdî îdeolojî, felsefe û siyaseta Baasiyan bi
şêwazeke pratîk û li ber çav kete êrîşeke
berfireh li dijî kurdên rojava. Bêguman herêma
Dêrika Hemko armanca van êrîşan bû.
Erdên pir malbatên Dêrikê ji wan stendin û
hikumeta Sûriyê ew erd dane erebên Mexmurî ku ji
derve anîbûn û li gundên vê herêmê bicîh kiribûn.
Pir malbat ji vê herêmê rakirin û birin nava
ereban. Hejmareke zêde ji xelkên Dêrikê
bênasname hiştin. Navê piraniya gundên Dêrikê
kirin erebî. Anko xwedanê vê axê kirin biyan. Lê
dîrok û pisporê mezin Bazîl Nikîtîn dibêje: “ji
berê ve ye beşek mezin ji kurdan li beravê jiyan
dikin li herêma Cizîrê” ya ko berî zayinê û heta
niha kurd li ser vê axê dijîn û xwedanên sereke
yên vê axê kurd in.
11. Şînwar:
Li herêma bajarê Dêrika Hemko hindek şûnwar hene
û ev şûnwar neynika dîroka zemîna vî bajarî ne.
Wekî gundê Hemoker (li devera Qereçox), Dêra
kevin, Şikefta Zembilfiroş, Pira Romê li gundê
Şekirxaçê, Pira Bafê serava mezin, kaniya
Eskerî(ev kanî çika ye) û Sekena Eskerî.
12. Civak, êlîtî û ol:
Piraniya civaka vir misilman in û kurd in. Ereb,
fileh û cihû jî hene. Lê îro cihû li herêmê
nemane. Fileh jî van salên dawî berê xwe dane
welatên Ewrûpa. Li gorî serdema kevin, beşek kêm
ji filehan li herêma Dêrikê mane.
Lê êlîtî li deverên Dêrikê nemaye. Ev pergal û
peywendî di nava civaka îro de hunda bûye. Heta
piraniya gencên îro navên êlên xwe nizanin, lê
dîsa jî êlên ku hene ev in: Hesinan, Herûna,
Koçer, Torî, Abasî û Omerke.
13. pîşesazî û bazirganî:
Li herêmê Dêrikê pîşesazî nîne. Dîwarê bazirganî
de jî kêm e. Bazirganiya heyî asta xwe piçûk û
tenê bi çandinî û giyaneweran bi sînor e.
14. Ziman:
Di hemû dezgeh û saziyên hikûmî de zimanê fermî
yê dewletê erebî ye. Lê di jiyanê de û li bazarê
zaravayê kurmancî serdest e û kesek bi zimanê
erebî naaxife.
15. Riyên sereke:
Li bajarê Dêrikê sê riyên sereke hene ku çûn û
hatina bajêr ya ji derve û hundir bi hev re
girêdide. Ew jî ev in: Ji Dêrikê heta Qamîşlo,
ji Dêrikê heta Îndîwer, ji Dêrikê heta Zihêriyê.
16. Jiyana xelkên vê herêmê:
Jiyana xelkên herêma Dêrikê li ser çandî û
xwedîkirina giyaneweran e. Lê piraniya gêncên vê
deverê berê xwe didin bajarên ereban û di karên
herî zehmet de kar dikin. Piraniya sale, genc li
bajarên wekî Şam, Heleb, Himis, Laziqiyê û
bajarên din dimînin. Hindek malbat jî, li
bajarokê Nebek, Yebrût, Esalilwer û hwd.. li ber
bîstan û karxaneyên mirîşkan in.
17. Sazî û dezgehên hikûmî:
Nexweşxana kevin û ya nû, qeymeqamî, dezgehê
nasnamê, dezgehên emnî, mîra dadgeh, girtîgeh,
dibistana amadeyî, şaredarî, bank û hwd.. ev
dezgeh û sazî ji aliyê dewletê ve hatine ava
kirin û li bajarê Dêrikê ne.
18. Îndîwer:
Gundê Îndîwer ku li ber ava mezin e, ji hemû
deverên din ên Dêrikê cûda ye. Ji ber ku gund
xwedî sirûştek e xweş û can e. Li heyva nîsanê
nêzîkê sed hezar kurd berê xwe didin vî gundî ji
bo seyranê.
19. Navdarên Dêrikê:
Mihemed Teyyîb Tahir(hunermend), Silo
Koro(dengbêj), Evdilezîzê Mihê(Dengbêj), Mele
Xelîl(dengbêj), Dehamê Mîro(siyasetvan), Seîdê
Mele Xelîl(dengbêj).
20. Dêrik û Neteweperwerî:
Ji berê ve ye xelkê Dêrikê neteweperwer in û bi
doza kurdî ve girêdayî ne. Bajarê Dêrikê û
deverên wê, di bin hemû mercên dijwar de hembêza
xwe ji hemû partiyên kurdan re vekiriye. Pir
caran herêma Dêrikê bûye hêlîna têkoşêna kurdan.
Ji ber ku di kesayetiya xelkên Dêrikê de;
xwedîderketina li axê, ziman û çanda kurdî heye.
Her wesa di warê hizra netewî de asta xwe bilind
in.
|