|
Jina Kurd di pêvajoka
dîrokê de
Rewşa wê niha çi ye?
Rêyên pêşketin û azadiya jinê çi ne ?
Xeleka sêhem
Dr.Ebdilmecît Şêxo
"Yê bêje û bike mêr e
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e"
ji pendên kurdî
Bizava jinên Kurdistanê, eger bi awakî rêjeyî be
jî, bi rexberî tevgera xwe ya siyasî re xwe
pêşda dide û li gor gengaziyên heyî hewaldanên
xwe ji bo azadiya xwe û li pênawî serbestiya
gelê Kurd li dervayî welêt jî dike, lewra em
dibînin hin komele û yekitiyên jinên Kurdistanê
li Siwêdê, Sovyetistana berê, Almaniya, Holenda
bi alîkariya partî û saziyên kurdistanî yekser û
nerasterast hatine avakirin.Emê li vir mîna
nimûneyên pelandî hin saziyên jinan bi nav bikin;
di sala 1980 î de" Komela jinên Kurdistanê" bi
serdariya siyasetmedar Novîn Hersan ji
Kurdistana Rojava li Siwêdê tête damezrandin,
Novîn Hesen mîna siysetmedsreke Kurd di civaka
siwêdî de jî çalakvan e, ewa di hin komgirên
navnetewî de beşdar bû ye, û di wir de
berevaniya kêşa jinên Kurd û doza gelê xwe
kiriye. Di vê salê de jî hin xwendekarên
Kurdistana Rojava li Lênîngrada
berê(Soveytistana berê) Fatme Resul, Leman
Îbrahîm, Şehnaz û Hêvîn Quflî bi alîkariyeke
rasterast ji aliyê nivîsevanê vê berhemê û
xwendkar Ebdil Hemîd Sulêman de "Komîta
damezrandina yekitiya jinên Kurdistanê
liYekitiya Sovyetê" çê kirin. EvêYekitiyê hin
çalakî û civînên kêrhatî bi jinên biyanî re
amede kirin, dengê vê "Yekitiyê " bi riya
nameyeke pîrozbahê giha bû kongira "Yekitiya
xwendekarên Kurdîstanê li dervayî welêt (AKSA)-Berlîn).
Weke diyar bû ku vê saziyê ji ber tunebûna
alîkariyên berçav ji aliyên tevgera kurdî û
dewleta Sovyetistanê de nikanî pirtirî salekê
xebata xwe berdewam bikira.
Di sala 1985 an de "Komela jinên dêmokratên
Kurdistanê" bi seroketiya Benî Hesen (Suad) keça
helbestvanê gewre Cegerxwîn li Siwêdê tête
avakirin, evê komelê bi jîrbûn karên xwe bi rêve
dibir, li ser rewşa jinên Kurd pirtûkek weşandi
bû û herweha jî ewê hin şanoyên giring derbarê
kêşa jinên Kurdistanê de bi zindî pêşkeşî
temeşevanên Kurd kiri bû, Şanogeran di wan
şanoyan de,"Ez nizanim, mêrê min zane", Sê Quriş
têra pênc koftan nakin ", Ne wextê mîzê ye " bi
zelalî setemkariya mêrê Kurd û zordestiya
destlatdarên Kurdistanê li dijî jina Kurd jî
xûyan kiri bûn.
Em dikanin bêjin; ku evê komelê di maweyekê de
roleke giring di pêşketina asoyaên tevgera jinên
Kurd de lîstiye.
Weke hatiye diyarkirin ku jinên Kurd li Siwêdê
têgihîştin ku pirbûn û perçebûna tevgera jinên
Kurdistanê li dervayî welêt ziyaneke mezin
dighîne tevgera wê, û rudawa dabeşbûnê aloziyên
ne xweserî li pêş têkoşînên jinan peyda dikin.
Lewra jî ewanan herdu komelên jinan li Siwêdê
dikin yek sazî û "Yekitiya jinên Kurdistanê li
Siwêdê dadimezrînin, endamên vê "Yekitiyê" dibin
500 keç û jin û dîsan Bunye Hesen dibe seroka vê
"Yekitiya jinên Kurdistanê "Li gor agahdariyên
me jiyana vê "Yekitiyê" ta sala 2005 an hîn
berdewam bû.
Di sala1987 an de bi piştvaniya PKK"Yekitiya
jinên Kurdistanê"li Almaniya tête avakirin, vê "Yekitiyê"
ji sala 1992 -1995 an (8 )hejmar kovar bi navê "Jina
serbilind"
Weşandine, zimanê kovarê bi piranî bi turkî bû
ye, lê pêwîst e em bêjin; ku eva"Yekitiya "navê
xwe di sala 1994 an de dike"Tevgera azadiya
jinên Kurdistanê".
Mîna diyar dibe ku vê rêxistina jinan giringiyek
mezin dida perwerdeyên siyasî û leşgerî li nik
jinên Kurd, lewra jî em bawer dikin ku evê
rêxistinê kadirên siyasî û leşgerî ji şerê
çekdarî re li dijî koledarên KurdistanaTurkiyê
amedekirine, bi vî rengî em kanin biçespînin ku
evê rêxistinê erkên xwe yên dijwar û rewa pêk
anîne.
Dîsan di sala 1989 an de "Yekitiya jinên
Kurdistanê "(Komjin) li Almaniya hate
damezrandin,û ewê kovarek bi navê "Jin"
derdixist.
Eger em dîsan vegerin Kurdistana Sûriyê, em
dibînin ku di van salên dawî de jina Kurd hinekî
ji berê çalaktir dibe, li gor nirîna me tevî ku
tevgera azadîxwaza Kurd ne di radeyeke
pesnebariyê de dijî, lê dîsan ewa dikane hin
jinên Kurd ber bi qada têkoşîna siyasî ya
aştiyane bikşînin. Bi bûneya çejina zarokên
cîhanî, nîzîkî 200 jinên Kurd di 26.06.2003 an,
bi rêbertiya çar partiyên Kurdî 1-(Partiya
yekitî ya dêmokrata Kurd li Sûriyê), 2-(Partiya
yekitî ya Kurd li Sûriyê ) 3-(Partiya çepa Kurd
li Sûriyê ), 4-(Hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê )
di xwepêşandanê de li Şamê beşdar bûn. Dîsan
jinên Kurd di 12.03.2004 an, di raperîna
Qamuşliyê de û paşê li Efrînê, Helebê pir bi
jîrbûn amede bûn, dengên xwe li dijî karbidestên
Sûriyê bilind kirin, û cara yekem e ku hin jinên
Kurd li pênavê doza Kurd li Kurdistana Rojava
şehîd û birîndar dibin. Bi bîranîna roja
navnetewî ya mafê mirovan di 10.12.2004 an de
jinên Kurd di xwepêşandanê de ji bo mafên gelê
Kurd li Şamê bi mêran re hevpar bûn .
Em van hemû çalakiyên jinên Kurd mîna firkeke
civakî, siyasî bi hin gavên erênî dinerxînin,
hêdî hêdî jina Kurd dixwaze xwe azad bike û ji
bo pêşxistina tevgera gelê xwe, xwe berpirsiyar
bibîne, û ev dibin nîşana destpêkirina şiyarbûnê
li nik jinên Kurdistana Rojava.
Wek tête zanîn bizava jinên Kurdisatana Îraqê bi
alîkarî û piştvaniya hukumeta herêma Kurdistanê
hîn bi leztir pêşda diçe, rewşa siyasî li wir di
van salên dawî de pir baş e, bi kêmasî jina Kurd
ji sala 1992 an de ji rêcîma dîktetur rizgar bû
ye, ewa niha li Kurdistanê, ne tenê di karên
siyasî û rewşenbîrî de beşdar e, lê hîn jina
Kurd bi jîrbûn, bi wireyên bilind pêşeya
leşgeriyê jî dixûne û di pişt re dibe efsera
welatê xwe, bi vî rengî em kanin bêjin, ku
firkeke dîrokî payebilind di bizava jinên
Kurdistanê de hatiye terxandin. Ji 9 nîsana 2003
an de Îraq (beşa erebî ) jî ji destladara xûnmêj
serbest dibe, û yekemîn car e ku jina Kurd
Nesrîn Berwarî di hukumeta katî de dibe şalyara
avahiyê li Îraqê. Lê eva netê vê wateyê ku jinên
Kurdistanê, xwe ji hemû diyardeyên din,
nexweşiyên civakî, aborî yên neyênî azad kirine,
Jina Kurd hîn li her çar beşên Kurdistanê di
heyamek şûnketî û bin zor û setema mêran de
dîjin, ji sala1992 an de ta sala 2005 an, 5 000
hezar keç û jinên Kurd li Kurdistana Îraqê bi
sedema namusê ji aliyên bav, mêr û biran de
hatine kuştin, şêwirmenda serokşalyarê Kurdistan
Nêçirvan Berzanî, ji bo mafên jinan, Mehabad
Qeredaxî di 30.03.2006 an de li Kölnê(Almaniya)
di Sêmînarekê de bi xwe goti bû; rewşa jina Kurd
li Başur ne baş e, lê ewanan bo mafê jinan her
di nav hewaldanan da ne .." ji ber vê em dibînin
ku di 2-3.04.2006 an de li Sulêmaniyê
Konfiransek li dijî zordestiya li ser jinan di
bin navê "Têkoşîna li dijî zordestiya li hemberî
jinan li Rojhilata Navîn "de û bi amedebûna
nûnerên Libnanê, Îraqê û Filestîne hate girêdan.
Eva konfiransa ji aliyê rêxistina mafê jinan ya
Narwêcê( NPAN) hate birêvebirin. Di wir de ne
tenê ser rewşa jina Kurd hati bû axivtin, lê li
ser jiyana jinên hin welatên Rojhilata Navîn jî
hati bû şirovekirin, weke hatiye ragihandin ku
armanca vê konfiransê ew bû jî, ta ku rêxistinên
li dijî zordestiya jinan dixebitin, kanibin
agahî, pêzanînan bidin hev, sudan ji zanînên
hevdu wergirin û planên kêrhatî ji bo pêşerojê
amede bikin. Li gor texmîna me, ne bê sedem ev
konfiransa navnetwî li Kurdistanê bû, diyar e,
rêxistinên mafên jinan li ser rewşa jinên Kurd
jî baş agahdar bûne, û pêşda jî metirsiyên mezin
pelandine, û di rastiyê de weke nimûne; wezareta
tenderustiyê li Kurdistanê ragihand ku di 14
mehan de 831 jinan li Başurê Kurdistanê xwe
şewitandine, ji van jinan 35 jin bi destên mêrên
xwe hatine kuştin, lê "Navenda parastina jinan
li Îraqê" nivisiye; di 12 salên dawiyê de 2604
jinan li Başurê Kurdistanê xwe, xwe kuştine, ji
wanan 2095 an xwe şewitandine, temenên wan jî,
ji 12-25 salî bû ne.
Tevgera jinên Kurdistanê di pêkanîna destura
Îraqê û hilbijartina endamên perlemana
Kurdistana Îraqê de bi çalakî beşdar bû ye, lê
mixabin gava ku encumena şalyarên Kurdistanê
tête ragihandin, ji 43 şalyaran, tenê sê şalyar
jin têtin vebjartin, lewraji bo vê newekheviyê û
ji bo pir pirsgirêkên din yên ku bi jinênên
Kurdistanê ve girêdayî , rêxistinên jinên
Kurdistanê konfiransan di bin vê parolê de "
Hefteya helwestê "li bajarên mezin, Hewlêr,
Dohok, Sulêmaniyê li dardixînin. Naciye Ehmed
berpirsiyara çalakiyên "Hefteya helwestê" got bû;
me nameyke arastî hemû mektebên siyasî yên
partiyên Kurdistanê kiri bûn, herdu mektebên
siyasî yên "Partî" û "Yekitî"li civîna Hewlêrê
amede bûn, lê li Sulêmaniyê tenê endamek ji
mekteba siyasî ya " Yekitî " û endamek ji
partiya kumunîst beşdar bûn. Bê guman mebestên
rêxistinên jinên Kurdistanê ji van civîn û
koreyan ev bûn ku ewanan derd, nexweşiyên xwe,
yên mêran û kêmkasiyên partiyên Kurdistanî bi
awakî vekirî û li hember wanan guftegu bikin û
pêşniyarên xwe ji wan re pêşkê bikin. Li gor em
bawer dikin, radeya asoyên siyasî, rewşenbîrî li
nik gelek jinên Kurdistana Îraqê bi şêweke
rêjeyî bilind bû ye, ji ber vê jî tevgera jinan
bi wêrekî li rex û li pêş hukumeta Kurdistanê
dikane rexnên xwe ji nûnerên hukemetê û
perlemana Kurdistanê re bêje û mafên xwe yên
rewa ji wanan bixweze, lê aliyê din jî, divê em
vê rastiyê jî li vir biçespînin, eger herdu
partiyên sereke P.D.K û Y.N. K û perlemana Kurdî
rêz li dêmokratiyê ne girtana, dê nûnerên jinên
Kurdistanê nikanîbana bi serbestî rexnên xwe
arastî hukumeta xwe kiribana. Eva rastiya li nik
me di warê zanistî û siyasî de nîşana
destpêkirina azadiya jina Kurd e. Lê eger em
çiqas bi erênî li ser tevgera jinên Kurdistanê û
hukumeta Kurdistanê bipeyvin, eva ne netê vê
wateyê ku jiyana jinên Kurdistanê niha di
tendeustiyeke baş da ye, yan ewanan ji
nexweşiyên civakî û destlata mêran rizgar bûne,
na! Zordestî û setemkariya li ser jinên
Kurdistanê ji aliyên mêr, bav û birayên xwe hîn
berdewame. Dîsan em mîna nimûne dikanin vê
agahiyê bidin zanîn; Di hejmartineke "Navenda
Xatû jin"hatiye nivisîn ku ji 01 01 2006 an ta
01 07 2006 an de 166 jin li Hewlêrê bi birînên
şewatê çûne nexweşxanê û li gor "Navenda Xatû
jin" şewtandina jinan di sala 2006 an de pirtir
bû ne.
lewra jî tevgera jinan bi jîrbûn xebatên xwe
dike. Di bin siya hukumeta Kurdistanê, di rojên
9.04-10.04 2005 an de li paytexta Siwêdê (Stokholmê)
kongireke jinên Kurd ya navnetewî di bin vê
parolê de" jin li Başurê Kurdistanê û avahiya
civaka bajarvanî " li darket, Mehabad Qeredaxî,
Şene Hîdayetî, Munîre Muftî Zade di amedebûn û
girêdana vê komgirê de roleke pir gewre lîstine.
Di vê komgirê de Teha Berwarî peyva serokê
encumena şalyaran, Nêçîr Berzanî xwend û ewî got;
"... Berê barên jina Kurd pirtir giran bûn..",lê
niha biryara siyasî di destên hêzên kurdî û
kurdistanî de ne.. û herweha serokê hukumeta
Kurdistanê di peyvên xwe de çespand û got; divê
yasayên nû li gor civakên bajarvanî werin
deranîn, divê jin di hemwelatiya xwe û di
dadweriyê de mîna mîran bi maf be .." Herweha jî
pir lêkolînên cuda li ser pirsa jina Kurd di
warên civakî, perwerdeyî û siyasî de ji aliyên
hin pispor û lêkolîneran de hatin xwendin.
Eger em li vir dîsan hinekî vegerin Kurdistana
Bakur û bi lez li ser aliyeke din pir neyinî û
metirsî rawestin; emê bibînin ku bûyerên xemgînî
di nav refên jinan de li Kurdistana Bakur jî pir
çê bûn e; namusşikandin, kuştin, xwekuştina keç
û jinan e. li gor çapemeniyên kurdî êliktronî
dinivisînin; li Amedê peyakî Kurd ji ber sedema
namusê jina xwe kuşt, "Tevger jinên azad û yên
dêmokrat" kuştina vê jinê di daxûyaniya xwe de
bi tundî şermeze kir û dewleta Turkiyê ji rexne
kir, ji ber ku ewa yasayên dadmendiyê li dijî
tawanbaran pêk nîne. Herweha di vê çarçewê de,
bajarê Batmanê bi kuştina jinan û xwekuştina
jinan nasdar bû ye; lewra jî "Însiyatîvên jinên
azad "gelek xwepêşandanên şermezariyê di bin van
sloganan de "Wekheviya jin û mêran "," Dawî li
xwekujiyan bibe", "Xwekujî ne çareserî ye " li
Batmanê çê kirine.
Li gorî agahiyên "Roj TV"di roja 25.03.2007 an
de ; di 5 salên dawiyê de li Kurdistana Bakur
5000 jin bi sedema namusê hatine kuştin û 5000
jinan xwe kuştine
Di rastiyê de li Kurdistana Rojava jî, jina Kurd
bi gelemperî mîna jinên beşên din bindest e, lê
ev rudawa kuştina jinan an xwekuştina jinan li
wir di hundir pir salan de belkî bi qaserî 10-20
kesan tune bin.
Lê rewşa jina Kurd di warê rewşenbîrî, wêjeyî û
zanistî de li her beşekî Kurdistanê bi rengekî
bi rêve diçe, bê guman e ji ber sedemên siyasî,
heyamên lêhatî û azadiya Kurdistanê, rewşa jina
Kurd li Kurdistana Îraqê di warên rewşenbîrî de
jî ji beşên din pêşdatir e, bi sedan nivîskar,
zimanzan, dîrokzan di nav jinên Kurd de bi saya
hukumeta herêma Kurdistanê peydabûne û di
pêşketina şaristaniya Kurdistanê de hevpar in.
Lê di hersê beşên din yên ne rizgarkirî de, jina
Kurd dubare bindest e, divê ewanan li zanîgehên
miletên serdest û bi zimanên wan miletan bixûnin,
lewra jî em dibînin ne tenê jina Kurd, lê mêrê
Kurd jî li van beşên bindest nikanin wek tête
xwestin çand, wêje û zimanê kurdî pêşda bibin.
Lê di baweriya me de, tevî rewşa xerap ya awerte
li her sê beşên din, dîsan rêxistinên kurdî,
çapemeniya kurdî û kenalên "KTV", ROJ TV", "KURDSAT"
û niha " KOMELE" rolên mezin di pêşketina hemû
aliyên jiyana Kurd li her çar beşên Kurdistanê
de dilîzin.
Rêyên çareserkirina nexweşiyên bizava jinên
Kurdistanê bi gelek faktorên têkeldar ve
girêdayî ne1-Bilindkirina radeya rewşenbîriyê di
nav mêr û jinên Kurd de .2- Divê mêrê Kurd xwe
ji ayênên kevneşopî, şunketî û destlatdariya bê
rewa rizgar bike.3- Pêwîst e jina Kurd kanibe li
dervayê malê kar bike û ji warê aborî, ango
darayî ji mêrê xwe, an bavê xwe an birayê xwe,
xwe rizgar bike û pêkanîna vê xalê di azadiya
jinê de merceke serkîn e.4 –Divê jina Kurd bi
jîrekî di bizava siyasî de beşdar be. 5-Divê
mêrê Kurd jî ji jina Kurd bixweze ku ewa mîna
mêrê Kurd xwe di ber pêşdabirina jînê de
berpirsiyar bibîne. 6-Pêwîst e jina Kurd bi
riyên avakirina dezge û rêxistinên jinên
Kurdistanê li mafên xwe yên rewa
xudîderkevin.7-Divê jina Kurd wateya serbestiya
jinan bi awakî rast û sincî bi kar hûne û divê
ewa rêzê li kultura pêşketî û şarastanî bigrin.
8-Divê li Kurdistana Îraqê di destladariyê de
(Perleman, wezaret, û partiyan ) de pir beşdar
bin. Eger jina Kurdistanê bi xwe di
biryarwergirtinan de, ango di deranîna yasayên
dadweriyê de beşdar be, bê guman jina Kurd
nahêle ku biryarên ne mirovane li dijî wê
derkevin .9 -Divê jina Kurd li sê beşên din jî
pir bi çalakî di partî û rêxistinên kurdî de
beşdar bin û li gel mêran biryarên siyasî û
civakî û h.w. bistînin .10 - Divê rêxistinên
jinên Kurdistanê li Welêt û li dervayê welêt
pêwendiyên xwe bi rêxistina navnetewî ya jinan
re xurt bikin.11- Pêşketina bizava azadîxwaza
Kurd û Kurdistanê.12- Azadiya gelê Kurd û
Kurdistanê .
Eger mêrê Kurd li gel jina Kurd, û eger jina
Kurd li gel mêrê Kurd bi hev re wan pêdivî û
mercên jorîn pêk bînin, dê kanibin bi sanahî
piraniyên alozan li ser riya doza azadiyê û
şarastaniya Kurdistanê bidin aliyekê .
Di rastiyê eger em çiqasî li ser êş û derdên
jinên Kurdistanê û bindestiya wan bipeyvin, em
nikarin di kurtelêkolîneke weha de, wêneyeke
dewlemend ji rewşa jinên Kurdistanê li vir, li
ber çavan deynin. Pirsa jina Kurd kêşeyeke gelek
dijwar e, lewra divê zanayên Kurdistanê,
pisporên sosyolocî û derûnî jî gelek berhemên
xwe yên zanistî ji bo doza jina Kurd biterxînin.
-Çavkaniyên kêrhatî û sudar
-------------------------------------------------------------------------------------------------
1-Rohar Alakom"Li Kurdistanê hêzeke nûh, jinên
Kurd" lêkolîneke dîrokî, çapa yekemîn ,
Stockholm, sala 1995.
2-Leman ÎBrahîm, "Cihê jinên Kurdistanê di
weşanên kurdî yên pêryodîk de"nama Macêstêr li
zanîngeha Lênîngradê, bi zimanê rusî ,sala 1984.
3-Rojnama "Jina Kurd" ji weşanên " Partiya
yektiya dêmokrata Kurd li Sûriyê, hej.(16.17,19,21,22),
sal 2000, 2001 bi zimanê erebî.
4-Erebê Şemo, romana "Dimdim" bi zimanê kurdî,
Stockholm, sala 1983.
5- Hin gotarên din mîna "Rêveçûna jina Kurd di
dîrokê de" (Narîn Metnî),"Jina Kurd di navbera
seyrana têkoşînê û reşbîniya dadmendiyê de ",(Rewşen
Qasim),"Mafên jinan yên mirovî û wekheviyê ", (Suad
Cegerxwîn)," Jin û sêstêma cîhanî ya nûh", (Dr.Mihdî
Kakayî ),"Mafên jinan û azadiya wê ", (Lava
Xalid )," Keça ciwan û asoyên pêşerojê ", "Pirbûna
jinan li nik mêrekê li dijî mirovperweriyê ye "
(Narîn Omer )," Jin.. dîsan jin .. û li dawiyê
dîsan jin ", (Saman Emîn ), ji malperên kurdî bi
zimanê erebî .
6-Gelek nûçe ji malpera "Netkurd"derbarê kuştin
û xwekuştina jina Kurd li Kurdistana Turkiyê û
Îraqê bi zimanê kurdî.
Avdar 2007
|