Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

 


LI „GÖHREN“ jî tu ji min bernadî
Abdulkadir Mûsa



Ji bo wê ya ku ji min bernade!? û Jîn ya ku li xewnên min diherbile..

25.10.06

Şev zîz e, ranza min razaye, tingîna peyamên te li ber guhê min dikeve, mirçîneke dirêj ji lêvên min dişemite, dilekî din li erdê dikeve û dibe giraveke sor.
Her der av e, pêl û peyam têkeldibin û ez bersivê nadim, li vê giravê Internet tune û pêl jî li peravên min vedigerin!?

26.10.06
-Li vir her tişt xweristî ye
daristan,
deryaçe,
berd û…
tenê mirov….
keçekê ji xortekî re qala PC xwe dikir,
xort jî qalaqala evîna xwe ya Internetî kir,
wê çaxê destê min bêriya mişkê PC kir, mîna kitika ku girtî mabe
-Gava tu bi min re yî li ser MSN û PC germdibe, dilê min xodandide!?

27.10.06

-Îro pêlan deryaçe ber bi min ve vedikişand û keştiya vikîvala xwe li beravê min digirt,
wilo vala tenê ji destekî ku li badibû.
-Ez kat dicivînim û bi ser hev de diguvêşim,
roj bêyî te ji evê deryaçê pantir e û kêlîk ji pêlan girantir in di evî dilê bi serhevdeketî de!?

28.10.06

Tu bi zorê tê bîra min,
ez di bîra bedewbûnê werbûme!

29.10.06

Wêneyên te di dilê min de ciwantir dibin..
wêneyên te di çavên min de hildiperikin..
ez ê di xwe de dirêj li benda hatina te bimînim…

30.10.06

Nautilus min dixwest ez jî masiyek bama, û formê min bidana avahiyekê!?
û jinên ji masiyan şahîktir li min biciviyane.

31.10.06

Ez ji-xwe re-ne vala me!?

01.11.06

Nautilus te tîne bîra min
dîmenê te bi delvîn û pêlan re dilîst û dikeniya.

02.11.06

-Ez tu tistî nabêjim.
çîroka te êdî di sere cû ye
-Ez dîsa dinuhurînim û xayiz dibim,
ez ditirsim-dîsa- evîndar bim!?

03.11.06

Ji bo tu zanibî kê mail şandiye, min maçek di destpêkê daçikand.
ji bo tu min ji bîrnekî min bi macê bi rêkir!?

04.11.06

Em pêrgî hev hatin,
ez ji peravê de
tu ji deryaçê ve..
em nîvtazî bûn di livîna de, di navbera me de Jîn dihilat.
ji min berdin ez dixwazim di xewnê de bimînim!?

05.11.06

-Her hêl av e,
bêhna te difûre di dawiya vê şevê de, di bin baranê de
di livînê de zarokek bi ling û destan pêlan vedide,
dibe bêhna te kiribe û li te digere,
ez ê jî bigerim-ji ber te ji baranê hezdikir-dibe ku te xwe li istegeha yekê veşartibe.

-Min tu nedî…
tev ku ta bi dawîya rê çûm,
niha tikî tenê li (Johnny Hallyday)
‘bihêl ez bikevim ser cogên te’ guhdar dikim
kanîn cogên te !?
ez li ber ketinê me.

06.11.06

-Pêlên bêrîkirinê min di sere dibin..
û tevlihevdibim ji vê deryaçê bêhtir
-Ji hev cudadibim..weke kevir û guhikên vî peravî,
û li xwe rast nayêm!

07.11.06

-Ka guhê xwe virde bîn..nêzîk bike..hêjî nêzîk..
deyne vira, vira ser dilê min:
tu ji xwe jî xweşiktirîîîîîîîîî..
-Hêlîn : ‘Ji bo Jîn….’
(Tu ketî, ji hêlînê
tu ketî, gava ku hêlîn tune bû,
tu ketî, ji ketinê tu ketî, û ket û ket û
û gava ketin nema..
tu ketî ketina xwe.
(kenê te ji hev çû
û girîyê te fetisî di deryaçê de!
-Tu ketî,
ez ne hêlîn im
gelo tê bi xwe hêlîna xwe bî,
di ketinekê de ku hêlîn bi xwe li ketegeha xwe digerin.)

08.11.06

-Li vir, ez êşa te ji kesin tirsiyaî re dibêjim,
û li vir, di orta vê deryaçê ya di qorzîka cîhanê de,
pêlên mirinê min di tengahiya peravekî biyan re derbasdikin,
û bahoz bêhna mirinê-dibe û tîne-bi hilmvedana min re.

-Li vir…!
dîsa weku li wir,
ez bêriya te
…bêriya mirîyan dikim!?
û av te weke lêmiştê li reşahiyê bernade
û ez pêlan dipelînim, li hêviya ya ku te li sênga min deyne!?
Da cîhana şilû bigerînokekê daqurtînin em.

09.11.06

Ez îro nanivîsim,
ez ji dinyê xeyidî me û ji te..

10.11.06

-Çavên min di te de venabin,
ez ê li rojê bizîvirim,
dixwazim wêneyê te bigrim!?
-Tu di Ekrana dilê min de hilnayî,
derya çi ye?
Tu mezin î û..
Tu ji evînê dijwartir î.

11.11.06

Ez ne vala me, laşê biyan ji min bernade…

12.11.06

Ez nayêm.
Tirsa min ew e ku zengilê mala we bêriya destê min bike,
û tilîyên min fêrî çirînê bibin.
Tirsa min ew e ku dengê min têra bangkirina navê te neke,
û tu li min nezînire.
Tirsa min ku hewşa we teng be û pir be ji gulan, û..
ez di nav bêhna wan û henasê te de şaşbibim.
Tirsa min ew e…
ger bi ser te venebim,
ez ê derengî şevê dîsa ranezêm..!?

13.11.06

Baran e,
deryaçe bi baranê bi ezman ve daliqyayî ye.
ev girav sêbera can e,
ser bi asoyê nediyar ve û pê di bêbinîbûnê de!?

14.11.06

Ez ne vala me, laşê biyan ji min bernade…

15.11.06

De wer lê tevlî ku ne vala me….

16.11.06

Ji nişkave hirecir bi can dikeve..!
neynikên cavên min diderizin…
perçeyên te xwe didin der,
di terkan re…….

17.11.06

Guhê min ji peyamên te êşiya…
Li vê dûredestîyê…

18.11.06

-Ez milên xwe radixim,
gulîyên te xwe paldidin ser polên min û dîmenê te dibe deryaçeyeke hêmin di sînga min de,
û dil avjenîyê nizane,
can difetise.. !?
-Em li jor in, li bilindtirîn qata ‘Turm’, li dor mêza herî bilind,
tenê li dor mêza me sê kursî.
Jîn û ez tenê bûn, piyaleyek doshav û du tasên Qahwê!
Jîn doshav vexwar..
Min Qahwe…

Û tasa din wilo ma tije…
Tije...
Çima tu ne hatî!?


19.11.06

Ez ne vala me, laşê biyan ji min bernade…


20.11.06

Qeyika bîranînan dixurije deryaya xewnan,
di demeke ku bîrmendî di gerînoka hiş de binav dibe,
û peqokên tekcînê gurdibin li ser ava jiyanê !?

21.11.06

Ez ne vala me, laşê biyan ji min bernade…
Tu jî….. !.

22.11.06

Tu ji min venabî û can jî biyan e

23.11.06

Piço piço henasên min hêmin dibin,
li derve, li jêra trabzûnê guvîna bahoz û pêlan e..
ne ez difetisim
û ne deryaçe…..
…diweste !?

24.11.06

Ev ezman kal e!?
Çavên te sûna xwe vala hiştine
û herdû stêrkên ku di dewsa wan de,
tirş in…
di riwê heyvê de..!

25.11.06

Xuşîna deryaçê bi ser tingîna peyamên te dikeve,
Peyamên te yên bêcir û dîn di qutîka çepê min de li bin guhê hev dikevin,
û avê sildikin!?
Ez û tu ..
peyam û deryaçe..
tevlihevdibin û dibin simfonî..
simfonîyek û dilê min hitim dike ?!

26.11.06

Tu ji min venabî û can jî biyan e

27.11.06

Ez ne vala me, laşê biyan ji min bernade…

28.11.06

De wer lê tevlî ku ne vala me….

29.11.06

de were lê….
ez niha li mal im!?

Hemî rojan.Hemî mehan.Hemî salan

Destê min di taya destê te de ye
û evîn di bêrîka dilê min de hilnayê…… !!



-Göhren: bajarokeke dikeve dawîya girava rügena almanî,
li qiraxa deryaça Ostsee

-Nautîlus: Restauranteke di formê masî de ye.










 

                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1