Ku te
bigota ez ê bêm
Tê çavên şevên min
Bi sozên xwe kil dabana.
Ne xewnên min li te digeriyan
Û ne çimayên min li bendî bersivên te diman
Wê ne hêvî bi keziyên te bihatana girêdan
Û ne soz bi sêwîtî çav li riya hatina te
bana.
Dê çi bûba?
Ku te mîna tîrêjekê
Xwe bi ser sînga min de berda
Û bi zimanê xwe yî şêrîn
Awirên min ji hêsiran dawerivandana.
Ku te xwe ji ber awirên min
Di nava dûmana peyvê de veşarta
Û destên xwe yî tirsonek
Di newalên pelandinê de werbikirana.
Dê çi bûba?
Te bihişta çavên min
Mîna neynikeke şikestî
Efsaneya xulmaşiya min
Di awirekî fediyok de
Ji destên te re bixwenda.
Tu zanî dê çi bûba?
Dê nema daristanên min
Bêriya awazên bilbilan kiribana
Ne jî kulîlkên hesretan diçilmisîn.
Dê çi bûba?
Ku navê te jî
Li ser nexşeya sînga min
Bi tiliyên te bihata xêzkirin
Û dilê min bûbûya paytexta wê
Te jî tîrkevanên xwe lê nîşan kiribana.
Bila hemû sarbûnên kolanê bimiçiqiyana
Bila kevir li ser kevir nemana
Bila navê deşteke beyar li xwe bikiraya
Bila ji nû ve wê nêrgiza zer
Ya ku bêhna te jê dihat
li şûnbeyarên dilê min serî hildaya.
21. 11. 2007