|
Hindek dest û hindek kew
- Tu ji bîra kîjan kewî tê?
+ Ji bîra navê xwe,
bipirs e.
- Navê te ji kuderê heta bi kuderê ye?
+ ji kewên navê xwe, û sînorên wan
bipirs e.
- Rê, ji kîjan kewî diçe navê te?
+ Ji gavên xwe, yên dûr û nêzîk,
ku di kewan de, werbûne,
bipirs e.
- Te kengî dem ji civanên xwe çinî?
+ Ji çîroka navê xwe;
ku hîn dîloka kewên bendemanê,
ji bîra gavên min, diçine,
bipirs e.
- Navê te çend kew derbas kirine?
+ Ji gîhayê li kêleka baranê,
rêka ber êvarê,
xaniyên penaber;
ji pencereyên xwîna xwe;
ku her sibeh û her êvar,
li pêjna me dihatin û diçûn;
ji pêjna kulîlkan, ku ji kêfa dilê te re,
li ser destên min, bi xwedî û mezin dibûn;
ji pêjna barana şipiya,
û ji bayê ku hîn li wir,
wek mala me,
şipiya,
me „yên ji bo jibîrkirinê“, li bîra hicrikên
şipiya ,
ditîne,
bipirs e.
Hindek dest û hindek kesk
Kengî hicrikan navê te bezand?
Ji „keskê herî dawî“,
Xwedayê herî dawî,
girê herî dawî,
goristana herî dawî,
û destên herî dawî,
ku hîn kew wan dibezînin,
bipirse.
Hindek dest û hindek ax
- Te kengî ax nas kir?,
+ Ji pêsîran, ku ji ezberkirina rojê vedigeriyan;
ji paşil û paxilên gurover,
ku di lawik û stiranên Şingalê de, digihan,
ji hembêzên xir û xalî,
ji enîşkên mit û mat,
û ji destên hîn zarok,
ku „Beratan“
ew dibirin bihna axê,
tihna axê,
sirûda axê,
mizgîniya axê,
silav û gulava axê
destpêk û dawiya axê,
û ji „Beratan“,
ku ew dibirin jidayîkbûn û mirina axê,
biprs e.
* Ji pirtûka nebûyî, ku
berê wê, piştî bajarekî nêzîk, li destên çapxanê
ye.
hoshengbroka@hotmail.com
|