Ez dizanim,
hemû helbestvan û rewşenbîr û cemawer û
evîndarên helbesta kurdî, bi çavekî niyazdar
û hestekî lerizî û çoşeke germ û bilind, li
bendemana lidarxistna vê mehrecanê gelek
hêvî diristin, ku vê carê, dê ne wek her
carê berê be, çi ji hêla kargêriyê ve, çi ji
hêla beşdariyê ve, nemaze ku kargêriya wê ji
hêla du partiyan ve her yek li alîkî û di
heman wextê de cuda cuda li dar dixistin.
Belê rast e, vê carê hêviya me çû serî û
dilê me ket cih ku mehrecan li cihekî bi
tenê lidarket, û komîta amadekar ya
mehrecanê bi rengekî serbixwe û rêk û pêk
karên ku li xwe hilgirtibûn birin serî, û li
vir em ji teva re dibêjin û ji hemû kesên
alîkar re, çi komît, çi kes, çi hêzên siyasî
mala we ava be ku we karîbû mehrecanê bikin
yek, û pirrtirîn helbestvanên kurd li sûriyê
beşdarî wê bikin.
Belê komîta amadekar vê carê baş westiya, û
teva soz û peyman li hev birrîn ku divê
mehrecana helbestê dûrî nakokiyên tevkera
kurdî be, û divê serbixwe bê lidarxistin û
ne di bin siya çi partiyê de be, belê divê
bi alîkariya tevgera kurdî be û çi hêzên ku
bixwazin piştgêriyê bikin, û bi vî awayî tev
dest bi dest ji bo serkeftina mehrecanê ji
dil û can xebitîn û her yek li gorî şiyan û
karîna xwe bo vê armancê xwe westand.
Belê, li gorî şopandina me ji karê komîta
amadekar re, çi biryarên ku me di civatên
xwe de dabûn, bi rêk û pêk me ew biryar bi
cih anîn, me ( 108 ) helbest çi yên bi dest
û çi yên di rêya Emaila mehrecanê de ji me
re hatin, me ew wergirtin, du fayl yek bi
navê helbestvan û nemre û yek tenê nemre û
sernavê helbestê me li cem xwe amadekir, û
piştî ku me komîta nirxandinê hilbijart ji
heft kesên bi nav û deng ( Xelîl Sasûnî,
Mehmûd Seberî, Dr. Ferîd Se'dûn, Xalid
Mihemed, Arşek Baravî, Ibrahîm Xelîl, Reşîd
Ebas) me ew fayl her helbestek nemreya wê li
ser û bê navê helbestvan, da destê her yekî
ji van kesên ku hatin hilbijartin bo
nirxandina helbestên beşdar.
Bêguman hilbijartina komîtek kawir bo
nirxandina helbestên ku beşdarî mehrecanê
bibin, pêngavek nûbû derbarî helbesta kurdî
sebaret bi mehrecanên ku berê lidarketibûn,
ev jî sedemek wê hebû, ji ber çend
mehrecanên ku vê dawiyê lidarketin; bi
rastî, ez dikarim bêjim me gelek kesên
helbestvan têde didîtin lê mixabin kêm
helbestan guhê me dilivand, wek nuha em li
ser rûpelên Entenêtê wêneyên gelek
helbestvanan dibînin lê em helbestê nabînin,
ji hêlek dî ve, me sê xelat destnîşankirin,
yek jê xelata rêzgirtinê wek her car ku
dihat dan bo helbestvanekî xwedî nav û ked
di nêv milet de, û du xelatên dî, yek bo
çaktirîn helbesta serbest a nûjen û yek bo
helbesta kêşesaz a kevneşop, ev jî gavek
nûbû daku em rê li pêş ciwanan vekin û em di
rêya nirxandinê re asta helbestê bilind û
xweşik bikin.
Mehrecan di roja înê 24 – 10 – 2008 an de li
bajarê Qamişloka rengîn lidarket, ji bilî
helbestvanên beşdar gelek nivîser û
rewşenbîrên kurd û cemawerên helbestê ji
hemû herêman amadebûbûn, ji xwe mehrecan bi
vê henteşa xuyane, bi ser de hest û xewn û
xeyalên helbestvanan ku di hewayeke qeşeng û
şayik de deng li hev vedigeriya, bi xeml û
rewşek dîtir, rewşeke sergul hat afirandin.
Tevku mehrecan bi serkeftin lidarket, lê hin
şaşî û gêmasî ji hêla komîta amadekar û
komîta nirxandinê ve çê bûn, ji xwe çi kar
bê şaşî derbas nabe.
Dê ka em werin hinekî li ser karê komîta
nirxandinê rawestin, û em bi hêvî ne ku kes
ji wan dilê xwe ji me nigire, tevku hurmet û
rêzgirtina me ji tev re heye, û karê wan
cihê spasiyê ye. Lê mixabin tevde ketin
şaşiyan derbarî nirxandina helbestan, û em
dikarin va şaşiyan di çend xalan de
destnîşan bikin:
1- Endamên Komîta nirxandinê dema ku helbest
gihiştin ber destên wan, ti çivîn bi hev re
nedanîn, û helbestên serbest ji yên kevneşop
veneqetandin, û xanxanokek hevbeş bi şêweyek
zanistî bo dana pileyan çê nekirin, û ev
yeka têveliyeke pirr mezin anî holê derbarî
nirxandina helbestan.
2- Hema yek ji endamên komîtê, pileya ( yekê
ji sedî ) daye ( 43ê ) helbestên serbest yên
nûjen, û ew ne helbest hijmartine, û ew bi
helbestên serberdayî bi nav kirine, li
hember vê yekê hin helbestên dî yên serbest
û nûjen pileyên bilind daye wan di bin navê
( helbesta serbestî kêşesaz de).
3- yekî dî, helbesta serbest û ya kevneşop
bi yek xanxanokê pêvandiye, dema ku helbesta
kevneşop pîvanên tayebet pê heye, û ya
serbest jî wisa, di vê rewşê de heger pileya
bend û terazûyê (10 ) be, li vir helbesta
serbest bi koneyî dehek jê firiya û pileya
wê ma ji ( 90î).
Bi rastî, ew her sê xalên jorîn, şaşiyin
pirr mezinin, pêwîst bû ku komîta nirxandinê
ew şaşî berî eşkerekirina pileyên helbestên
beşdar çareser kiribana, lê mixabin wisa
derbas bû.
Em bi hevê ne, ku di mehrecanên bê de komîta
ku bê hilbijartin bo nirxandina helbestên
beşdar hay ji va şaşiyan hebe, û baş xwe di
xwendina helbestan û têgihiştina naveroka
wan de biwestînin, û bi çavê hêwedariyê
helbestê nenerxînin û helbesta kevenşop di
ser ya serbest re negirin û nekevin di bin
bandora soziyê de, ji hêlek dî ve babeta
helbestê tekane hestên wan nerevîne, û
nekevin di bin şerm û fediyê de û li nava
negerin.
Dîsa, ezê dûbare bikim, karê ku komîta
amadekar û komîta nirxandinê bo mehrecana
13mîn kir, ne karekî piçûk bû, belê karekî
gewre û sergul bû, û her sê xelatên ku hatin
dan, çi ya rêzgirtinê çi herdu xelatên bo
çaktirîn helbestên beşdar, di cihê xwe de
hatin û hêjayî xelatê bûn.
û karê ku hat kirin, û keda ku hat
xerçkirin, qet winda nabe, û tev cihê rûmet
û rêzgirtin û spasiyê ye.
Û di rojên bê de, emê hewlbidin ku hemî
helbestên beşdarî mehrecanê bûn, li ser
rûpelên malperên kurdî belav bikin.
Ta mehrecana bê hûn tev bimînin di xêr û
xweşiyê de
Sibehên we tev gul bin
Salên we tev helbest bin.
Hesekê / 26-10-2008