Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 October 2007 03:52

 


 

 

 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – HRRK

Daholên dewleta Tirkyayê yên ku ji bo şerê kurdan lê didin bi tundî şermezar dike

Gelî sazî, dezgeh û rêxistinên rewşenbîran!

Tirkiye ji roja ku bayê azadiyê li Kurdistana Başûr peyda bûye hewl dide vê qublegehê biherifîne û ji holê rake. vê carê jî bi behaneyên pûç û lawaz dest bi şerekî qirêj dike û hewl dide dîrokê mandele bike û xwe di ser gelek rastiyan re çeng bike û eniya şerê xwe li hemberî kurdan berfirehtir bike.
Şervanên PKK yî yên ku Tirkiye dixwaze qira wan bîne, li Hekar û Serhed, Cûdî, Gabar û Bagokê ne, bi salan e, di şûna ku tirk destên biratî û aşitiyê bipejirînin, şer û zindan û binpêkirina mafê kurdan ji xwe re kirine armanca yekemîn.

Îro, wek gelek caran di dîrokê de, dagîrkerên kurdistanê planên nû amade dikin daku xewna kurd bixeniqînin û rê li ber bayê azadiya wî bigirin. Di van hewldanên xwe de, dagirkerên kurdistanê naxwazin rastiya kurd bibînin û naxwazin bi şêweyên aşitiyane pirsa wî çareser bikin.

Roj li pey rojê, welatê me bi leşker, tang û top, hêzên taybet û çekên xwe yên giran dadigirin, gulan dişewitînin, daristanan dikujin, çavkaniyan bi dar vedikin, ji bilî kîn û zikreşî û xwînê tiştekî hêja, ji bo mirovatiyê, li pey xwe nahêlin.

Vê carê jî wek hemî carên berê, armanca wan nasname, ziman, kesayetî û rûxandina raman û hizra kurdewariyê ye, di serencama dawîn de jî, rûtkirin û bêparkirina mirovê kurd ji mercên hebûna wî yên mirovane û ji wateyên xewna wî ya pîroz e; xewna azadiyê û xewna ku di bin siya vê şaristaniyê de bi aştî û bê gef û metirsî bijî.

Li pêşberî vê êrîşa hovane ya ku îro bi şêwazekî rêbazane ji alî dagîrkerên kurdistanê rû dide, pêwist e dengê dilên yekbûyî yên kurdan ji hemî dengan bilindtir bibe, pêwist e reng û şêwaz û awayên xebat û têkoşîna kurdan ji hemî dem û serdeman hêzdartir û nûjentir bibe û di serê van pêwistiyan de jî ku bi tenê carekê di dîrokê de kurd dest ji êl û ol û alên xwe yên dabeşbûyî berdin û berbi parastin û gurkirina hizra neteweyî ve biçin û li pêşberî proje û planên qirkirinê, xwe hêjayî jiyaneke birûmet û azad bibînin.

Em di HRRK de, daholên dewleta Tirkyayê yên ku ji bo şerê kurdan lê didin bi tundî şermezar dikin û banga xwe digihînin hemî sazî û dezgeh û rêxistinên rewşenbîrî û civakî û mirovane yên herêmê û yên navneteweyî, ku bi çalakî tev bigerin, rijandina xwînê rawestînin û armancên dewleta tirk ron û eşkere bikin. Herwisa Tirkyayê agahdarî pirsgirêk û kêşeyên wê yên bingehîn bikin, daku dest ji vê regezperestiya xwe berde, bikaribe mafê mirovên ku ne tirk in nas bike û yên ku di ziman û kelepûr û teybetmendiyên xwe de ji tirkan cihê ne, bipejirîne.

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ - HRRK
28.10.2007








 

                       

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1