|
Agirê sînemeya Amûdê hêjî geş e!
Besam Mistefa
Zêdetirî
40 salan di ser agirê sînemeya Amûdê re bihurîn,
bi sedan zarokên Kurd ko, paşeroja wan ji wan
hate dizîn, hatin kuştin, hatin perçiqandin li
kêleka Girê Şermolayê di bin axa ku ji asîmanê
tawanbaran paqijtir û pîroztir e, dirêjkirî ne.
Dilên dayikên wan ev 40 sal in mîna ku bi agirê
sê dojehan bin, têne sotin: kezeb şewitîn, laş
bûne ardûman û bîn bi ser Amûdê ket, bîna
kizirandin û kîna bêhempa! Şermolayê ji hingê ve
bêdeng li laşên piçûk temaşe dike û ji xwe re
dibêje: Ew çi dil bûn ên ku dikaribûn van dilên
piçûk di nav êgir de bisojînin?!
Wê rojê, di salên 60ê de ji sedsala bihurî, bi
sedan zarokan berên xwe dane sînemeya bajêr a
tenha daku li filmekî li ser şoreşa Cezayirê
temaşa bikin. Nizanibûn ku çi li benda wan e…Dê
çawan bizanibin û mêjiyê zaroktiyê pilan û
kirêtiya mezinan bibîr nabe?! Dê çawa bizanbin
ku welatê ew çûbûn da piştgiriya şoreşa wê bikin
piştî 15 salan planeke din a giran û wêranker li
birayên wan ên li aliyê din ê sînor girêbidin û
hêj nizanin ku sînor an welat çi ne?! Zarok bûn,
bi ken û girinjînan berev sînemeyê ve diçûn daku
tiştekî nû bibînin û dema vegerin malên xwe
çîrokê ji bav û dayikên xwe re biseridînin.
Wê rojê, bajarê Amûdê çîroka xwe ya mezin ji erd
û asîmanan re digot: li Kurdan qewimî, mîna ku
Kurd ji êş û şewatan re hatibin afirandin?
sînemeya sêwî, ya teng û ne amade ji bilî
pêşkêşkirina mirinê pê ve, bû ejdeha û agirê xwe
virde wirde belav kir û dest bi nêçîrkirina
zarokên Kurdan kir, weke dêwekî sêserî laşên
nerm û piçûk daqurtandin, parçeyên laşên şewitî
li wan deveran belawela bûn û yên ku xwe ji êgir
rizgar dikirin û digihan derve, rastî "Bîra
Qederê"dihat in û dibûn para ava kûr. Dengê
zarokên xapandî bi ser Amûdê ket, xirecir bilind
bû, xelkên bajêr vecinqîn: "Xwedayê min , Ev
Kurdên te ne, Xwedayê min!". Bavê Fehed ê ku
bajar pê hate naskirin piştî şewatê berev sînemê
ve çû. Jê re gotin: Qey zarokên te jî li wir
hene? li wan vegerand :" zarokên kurdan tev ên
min in " û çû pêşî polîsên ku dergeh li zarokan
digirtin û qerebalix pirtir dikirin bi tena xwe
ji wir dûr kirin û xwe berda nav pgir, çend
zarok ji êgir rizagr kirin û ji nşkê ve agir
girte laşê wî…. Û ew di nav pencên xwe de guvaşt
û ji hestiyan pê ve tiştek nehişt. Agirê geş ji
dused ta sêdesd zarokan nêçîr kirin ji bilî
birîndaran.
Wê rojê, bêhna kizirandina laşên zarokên Amûda
Bavê Mihemmed li seranserê Bakur belav bû,
dûmanê jî heta çend rojan asîmanê deverê reş û
xemgîn dikir, jixwe agirkujên bajarê ku dor 30
kîlomitran ji Qamişlokê dûr e tunebûn wê çaxê û
heta ku laşên ter û nerm nebûne hestî ew
negihiştin! Wê rojê, rondik ji çavan dihatine
xwarê, dayikan porên serên xwe kur dikirin li
ser kezebên ku bi berekta ideoljiya faşîstên
efleqî û baasê, masûlke masûlke û parçe parçe
hatine sotin û kuştin. Wê rojê, Xwedê ji jor li
afirînerên xwe dimeyzand: Ma min wisa ji we re
gotibû!?
Wê rojê, Girê Şeromlayê ku dîroka Amûdê bi ax û
bêdengiyê dinivîse, xwe negirt û heta jê hat
hewil da ku xwe bighîne Amûdê û zarokên wê ji
agirê bêbext xilas bike, lê zarok bixwe hatine
nik wê û li kêleka wê xwe hetahetayê dirêj kirin:
Êdî ji jiyana mezinên kirêt û pilanger xilas bûn
û niha dikarin bêtirs, bê agir û şewatan xewnên
xwe bi teşiyên hêviyê bihûnin.
|