Hêmin Kurdaxî
(I)
Rengên ronahiyê
Di hundirê hev re derbas dibin
Girêkên dawî,
Xwe…
Bi diranên xwînê guvaştin û
Di bin qêrîna hestên me de
Veşartin.
(II)
Rimek zû diçû...
Mîna nerînan
Mîna lêdana dil
......
Li tîrêjan
Diket.
(III)
Nerm daket
Bedew bû
Biharek ji hulmê
Firiya keskesorê.
(IV)
Revîna hişînayiyê
Asîman hilweşand
Di deryaya çavên min de
Pêl.... bi girî kirin.
(V)
Gulên baxên me
Pişkuvîn
Keçikên gundê me
Berbang maç kirin
Li ser kaxiza pêşiya min
Helbestek avis... asîmanek anî.
28. 09. 2005 – Almaniya