Helbest: Mahmûd Derwîş
Wergêr: Abdulkadir Musa
...Û zarotiya xwe ji perwanê re hêla, gava ku
me hinek dohn li ser pêpilkan hêla, lê me
silava pûnga xwe li dor xwe ji bîrkir û me ji bîrkir
silava bi lez li ser pêşeroja me di dû me de...
diwateke nîverojê sipî bû,ger ne ji
nivîsara perwanê li dor me ba...
***
Ey perwane! Ey xuşka xwe,weke te
divêt bibe, berya bêrîkirina min û paş bêrîkirina min
lê min bibe birayek ji baskê xwe re wê dînbûna min
bi min re germ bimîne! Ey perwane! Ey dayika
xwe, min nehêle ji sepetên ku destkaran ji min re
duristkirin
...Min nehêle!
***
Ji ezmanekî ta xuşka wî xewndar derbasdibin
neynikên ji avê hildigrin mifrediyek ji berwanê re
em dikarin weke ku em divên bibin
ji ezmanekî
ta xuşka wî
xewndar derbasdibin
***
Perwane ji derziya roniyê
rewşa kêfa xwe dihêvêze
perwane ji xwe dizê
û perwane di agirê bobelata xwe de dîlan dike
***
Nîv ENQA.çi hingiviyê hingivî me: Liyekçûnek
tarî di nav ronî û agir de...û di nav du riyan de.
Na. Ne barûtetî û ne pende hezkirina me
wiha herdem, wiha...wiha
ji ezmanekî
ta xuşka wî
xewndar derbasdibin...
***
Perwane aveke ku bêriya firandinê dike.
Û ji xwêdana keçikan difilite,
û di ewrê bîranînan de şîn tê.
Perwane tiştê ku heldest na bêje,
ji pir sivikbûna xwe gotinan dişkîne, mîna
ku xewn xewndaran dişkîne...
***
Û bela..
û bela beyanîya me bi me re amade be
û bela amade be doha me bi me re
û bela roja me amade be
di vexwendina ev roja amadekirî
ji cejna perwanê re, bo xewndar derbasbibin
-bi saxî- ji ezmanekî ta xuşka wî...
***
Ji ezmanekî ta xuşka wî xewndar derbasdibin...