Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

29 August 2007 12:46

 

 

 

 

Ax bêriyên min!

Gulnar Elî

Ji xwe xerîb im
Bêriya gula dêmbişkorî
pelatinka di nav hevalan de dileyîze
hêviyên zarokatiyê...dikim
Li xwe digeriyam
Min xwe nedît
Li xwe digeriyam
di deriya çavên te de
li ber eynik a
şêlî
şêlî
şêlî
Ji kevnatiya birînên min
westiyana hestên min
Min xwe dît paporeke mişt
ji hêvî winda.
Li ber pêlên har dixendiqim
Li xwe digeriyam
Bêçare bû
Ez bûm rondik,
di derya çavên te de
winda bûm.

Di asoyên çavên te de
Bêrî baraneke hûr hûr...
d i b a r î

Di kêlîkê de
kevok bizava firînê dikin
lêv dilerize
kela germê dibê du pelên sor.
muhra lêvên te
gazîya xudayê çiyayî ye
Dumana bêriya perasiya
di xewna min de
parçe parçe dibe.
Xwîn agir e
Şemalokên gewdê te vêdixe.
dil vedilorîne
Ji bo
Xweziyek winda
Welatekî winda
Azadiyeke winda
Ji bo heval
dayik û
dengê winda...
qêrîna bêdengiya me.
Tu dibî tengereke baran
Ji çavên min dibarî.





 

                                                              

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1