|
Rêzdar Cewamêr hîn di rêça xwe ya
şaş de diçe û ewî dîsan di
30.07.2007 an de gotarek bi
navnîşana "………… bi zimanê erebî ….di
pir malperan de weşandiye.Ew di
gotara xwe de dibêje; " Bila
dilovaniya xwedê li rêberê Kurd
Mistefa Berzanî be ,di dema ku ewî
di danîştinekê de bi Dr.Mustefa
Muslim û hevalên wî re goti bû;"ez
ti caran nivîsandina kurdî ku bibe
latînî napejrînim…" ji ber ku hin
Kurdan bi tîpên latînî –turkî
girtine û rudawên dengên latînî –turkî
li ser tîpên kurdî pêktînin, lewra
jî dengên kurdî reseniya xwe winda
kirine.. û hin tîp jî ji zimanê
kurdî hatine avêtin …." Ewa dîsan
dinivîse;" Ez nizanim ji bo çi hin
Kurd tîpên latînî pîroz dibînin û
ewqas evîndarên wan tîpan in, tu
dibêjî, qey ewan ji ezmên hatinê
xwerê….".
Ew hîn dibêje; "eger pêwîst be hemû
gelên cîhanê bi tîpên latînî
binivîsînin, lê pêdivê Kurd van
tîpan nepejrînin, ji ber ku bi
karanîna van tîpan, ziman, çand,
kelepur, dîrok, û erdnîgarya gelê
Kurd li Bakur hema hema winda kirine,
û gelê Kurd mîna neteweke serbixwe
nabînin….û wan bi Turkên çiya nav
dikin ……"
Bi ser van gotinên jorîn de jî,
nivîskar M.Cewamêr xwe dixe hin
çewtiyên din, ewa dixwaza ji bo du,
sê tîpên erebî yên ku di bin bandora
pirtûka pîroz(Qoran) de ketine nav
zimanê me, tîpên kurdî –latînî
nepejrîne, bi sedama ku Kurd nikane
wan tîpên erebî bi latînî bi kar
hûne, ango bikaranîna wan tîpan bi
latînî, tîpên erebî yên resen têtin
guheztin .::…"
Di rastiyê de min nedixwast dîsan
bersiva mamoste M.Cewamêr bidim, ji
ber ku min û çend hevalên din jî
mîna nivîskarên berêz, Dr. Husên
Hebeş, Heyder Omer HelîmYosiv, Hesen
Silêvanî, Selah Sadallah Elî Cefer,
Selîmê Biçûk bersiva wî û yên mîna
wî wek Ferhad Şakilî li ser zimanê
kurdî û astengiyên zimên ji zû de
dabûn. Me ji wî û ji yên mîna wî
lava kiri bûn ku ewanan hinekî bi
aramî û zanistî kêşeya zaravên me
bipelînin û ne bi dara zorê li nav
çavên zaravê kurmancî yên bi tîpên
latînî bidin …lê mixabin hêrişkirin
li ser zaravê kurmancî û tîpên
latînî hîn berdewame …ez û bi sedan
rewşenbîrên kurmancaxêv li çar beşên
Kurdistanê gelek ji helwestên van
berêzan mîna Muhsên Cewamêr û Ferhad
Şakilî matmayî dimînin. Ez bi xwe
pir caran ji xwe dipirsim, ma gelo
çima ev pirsa niha ji aliyên van
kesanan de pir bi neyînî germ dibe..?
Çima wezareta perwerdeyê li
Kurdistana azad çavên xwe li ser van
hêrişên ne rewa dadimrîne???? Ma
gelo perlemana Kurdistanê li pişt
van kesayetiyan e ???? Ma gelo hin
siyasetmedarên detltdar bi nehênî li
pişt van berêzan radiwestin?? Bi
rastî gelek pirsên din bê vîna min
di serê min de derin û tên !!!
Li alîyekî din berêz serokê herêma
Kurdistanê kek Mesud Berzanî bi
awakî vekirî li pêş nivîskar,
ronakbîr û siyasetmedarên parêzgeha
Dohokê goti bû; niha ne dema
çareserkirina pirsgirêkên zimanê
kurdî ye …û h. w.d "lê tevî vê,
Muhsên Cewamêr di nivisîndina xwe de
li ser vê mijarê hîn berdewam dike,
ew û pir mixabin ta niha nirx nedaye
nivîsarên nivîskar û ronakbîrên
kurmancaxêv û ne jî ew nerxê dide
nirîna serokê herêmê kek Mesud
Berzanî…lê bi ser vê de jî ew
dixwaze bi peyvên serokê mezin,
nemir Mila Mistefa Berzanî bi hestên
welatparêzên Kurdistanê bilîze û
çavên me hemûyan li ser şaşiyên xwe
bigre. Di sebaret peyvên nemir M.M
Berzanî li ser tîpên kurdî –latînî
de, ez nizanim ta kîjan radeyê
nirîna serokê me yê pakrewan li nik
rêzdar Muhsên Cewamêr belgekirî ye
???? .Herweha mirov dixwaze dîsan
pirsên din ji kek Muhsên Cewamêr
bike; eger serokê nemir rast ev
gotinan kiri bin, çima ewanan niha
tên ser zimên ? Çima gava ku serok
ev gotinan kirin, nivîskar û
rewşenbîrên me li hemû beşên
Kurdistanê guhdar nekirin yan di
belgeyekê de nexwendin … ????eva li
aliyêkê, lê li aliyê din, bi
melyonan kurdistanî M.M.Berzanî mîna
serokê gelê Kurd dibînin, siyaset û
rêbaza wî ya netewî di dil û mêjiyên
hemûyan da ne, ango nemir Mistefa
Berzanî siyasetmedar, têkoşer û
ramangîrê kêşeyên dêmokratî û
azadiyê bû …ew ne zimanzan bû, ez
gelek bawer dikim, ku ewa niha hîn
xweş ba, ewî, dê biryara
standardkirina zimanê me bi erkkên
zimanzanên hemû beşên Kurdistanê ve
bibestanda, peyv û pêşniyarên serok
Mesud Berzanî di vê derbarê de
nimûneyeke gelek zelal e..
Di encama van bawerî û vepirsînên
min de, ez lava ji hemû zimanzan û
ronakbîrên her çar beşên Kurdistanê
dikim ku ewanan bi aramî û hêminî
gotar û lêkolînên xwe derbarê zimanê
kurdî û astengên wî binivisînin,
divê ewanan niha li hukumeta herêma
Kurdistanê çareserkirina vê
pirsgirêkê nelezînin, çimkî hukumeta
me hîn nû ye, û mîna her kesek
dizane ku niha bi sedan aloziyên
siyasî li Îraqê henin, hukumeta
Kurdistanê di hevkêşeyeke siyasî
mezin û giring de y, lewra jî hêgin
û germkirina kêşa zimanê kurdî di vê
qonaqa pir nazîk de, ne li gor
berjewendiyên netewa Kurd e, bi
texmîna min, belkî dijminên me sudan
ji pêşniyar û nirînên van hin
rewşenbîrên şoran mîna Muhsên
Cewamêr û Ferhad Şakilî wergirin û
qelîştekên mezin di navbera
Kurmancaxêv û Soranaxêvan de peyda
bikin .. Ez bi hêvî me ku em hemî bi
çavên bilind li pêşniyarê serokê
herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî
temaşe bikin, ji ber ku ew baş
dizane ku niha çiqas heyama siyasî
li Kurdistanê nazîk û hestwer e.
Almaniya.28.08.2007
|