|
(3)
73 Mirin Şingal
Herçiqasî ku mirin, aliyekî dîtir, ji aliyên
dinyayê ye, ku dijî, lê bi qasî ku pirtûka
mirinê dibêje, diyar e, ku hindek giyanber,
hindek dar û ber hindek kesk û dest, hindek ax û
av, hindek çiya û best, hindek bajar, hindek
dîrok û ciyografî, hindek nimêj û hindek Xwedê,
ji yên din bihtir û hesantir, dikarin mirin û
mirin, werin çinînê.
Yê ku „pirtûka Şingalê“; pirtûka çiyayê serhişk;
„pirtûka xirqe“, destên ku haha diçin rojê,
stiran û hejîrên wê, xwendiye, dizane, ku mirin,
li wir, çende fereh û dirêj e.
Erê, yê ku „mirina hejîran“ xwendibe, teqez
dizane, ku Şingal çende dirêj e, ku dimire, û
herweha mirin jî, çende fereh e, ku ji Şingalê
heta bi Şingalê ye.
Yê ku „dîroka mirinê“ xwendibe, dizane ku navê
mirina Şingalê, heta berî „sêşema mirina dawî“(14.08.07),
„72“ bû.
Heta berî „sêşemê“, bi mirinekê, ku goristan li
ser destên Şingalê, hişyar kirin, Şingal „72“
mirinan, dirêj, dihate li-dîrok-danê.
Paş „sêşema mirina mezin“, Şingal li mirineke
din zêde bû; mirin „Şingaleke“ din, çiyayekî din,
darhejîreke din, lavijeke din, destekî din û
stiraneke din, wêdetir çû.
Paş „mirina sêşemê“,
jiyê Şingalê mirineke din jî, dirêj bû.
Paş „hejîrên sêşemê“,
Şingal, mirineke din jî, şêrîn bû.
Paş „xwîna sêşemê“,
çiya, mirineke din jî, bilind bû.
Paş „seferberkirina sêşemê“,
navê Şingalê, mirineke din jî, dubare bû.
Paş „Kurdistana sêşemê“,
destên Şingalê, mirineke din jî, kesk bû.
„Bi pirsê mirov digihe Qudsê“, Kurdên di guhên
duh de, wisa digotin.
Îro jî,
bi „Bexdayê“ mirov digihe, „koseyên siyaseta
serê pirê“.
Bi „bazara Kerkûkê“ mirov digihe „dilê
Kurdistanê“.
Bi „bijî serok“, destên dirêj digihin „berîkên
Kurdistanê“.
Û bi „sêşema dirêj“ jî, mirov digihe 73-yemîn
mirina çiyayê Şingalê.
Şingal, bi Kurdî, wisa bû „sêşem“.
Şingal, bi Kurdî, wisa wek “pezka qurbanê”, li
ser mirinê geriya.
Mirin, bi Kurdî, wisa li serê Şingalê geriya.
Şingal, bi Kurdî, wisa hesan bû 73 mirin.
Çiroka mirinê, hîn bi dawî nehatiye.
Dawiya mirinê, hîn Şingal negotiye.
Şingala dawiyê, hîn ji mirinê peyanebûye.
Şingal, hîn peya, şipiya, dimire.
Mirin, hîn li Şingalê ye.
hoshengbroka@hotmail.com
|