| |
Şeva înê, di 04.08.2006ê de,
hêzên ewlekariyê çar kurdên niştecihên taxa
Eşrefiyê li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê
girtine. Sedemên girtina herçar kurdan hezkirin
û xwedîlêderketin û hewldanên hînbûna zimanê
kurdî bûn.
Herçar kurd, di dema ku kursê xwe yê zimanê
kurdî bi dawî dikirin û bawernameyên xwe yên
pileya yekê ji mamostayên xwe werdigirtin, li
ser riya vegera malê hatin girtin.
Girtina van herçar kurdan, careke din, helwest û
siyasetên nijadperestane yên rejîma Sûriyê yên
li dij ziman, çand, nasname û taybetmendiyên
mirovê kurd, bi bîr tînin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve,
bi vê daxuyaniyê, hemî helwestên li dijî zimanê
kurdî şermezar dike û banga xwe digihîne dezgeh
û saziyên mavê mirovan daku ji boyî
serbestberdana şagirtên zimanê kurdî têbikoşin û
kiryarên rejîma Sûriyê yên li dijî mafê mirovan
û li dijî rêbazên navneteweyî yên parastina çand
û zimanan, şermezar bikin.
Em van herçar kurdan wek girtiyên zimanê kurdî
li qelem didin û wek HRKRD em dê ji boyî
serbestberdana wan, bi çalakî û bi karînên xwe
têbikoşin.
Qedexekirin û çewisandina zimanê kurdî
rawestînin!
NAV Û AGAHIYÊN DERBARÊ HERÇAR GIRTIYAN:
1. Ibrahîm Xelîl Xelîl, navê bavê wî Rehman e,
jidayikbûn 1948 li gundê Nazo Oşaxî, navçeya
Şeran, herêma Efrînê. Bi jin e û 7 zarokên wî
hene : Nezmî, Nûrî, Zeyneb, Emel, Cîhan, Fatma,
Mihemed
2. Selah Mihemed Bilal, navê bavê wî Mihemed e,
jidayikbûn 1971 li gundê Zerga, navçeya Raco,
herêma Efrînê. Bi jin e û 3 zarokên wî hene:
Stêrvan, Sozdar, Nêcîrvan.
3. Mihemed Ebdo Xelîl, jidayikbûn 1964 li gundê
Qatma, navçeya Şeran, herêma Efrînê. Bi jin e.
4. Izet Osman, navê bavê wî Hisên e, jidayikbûn
1973 li gundê Gorgan a jêrî, navçeya Mabatlê,
herêma Efrînê. Bi jin e.
HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
KOMÎTEYA RAGIHANDINÊ
28. 08. 2006
|
|