HevgirtinKurdi عربيEnglishSwedishDeutsch

 
 

 rojava@rojava.net

 
 

Kurdologî


Kurmancî


Mafê Mirovan


Arşîv


têkilî


 
 

 

Xanedana êşê

                                                                                                   rojava.net 30.08.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tengezar Marînî
                    
Bo dayîka min


Te dibînim
Rêya te,
Birêveçûna te
geriyana te li rê
geryana te li min,
Xwewindakirin bo me.

Jibîrkirin di çavên min de,
Çiraya serberdayî di Payizê de,
di xelwetên beravêtî de lûstine

Şev ji xwîna sirûdan
Gulwazên mirinê dikişîne.
Beravayîya berbangan
nisrînên te girêdidin.

Çav cam e.
Hêsir gêjbûn.
Şevê bi tenê hiştim.
welatekî rût, bi tik û tenê me.

Kolanên te sûnd in
dengê bêdengiya te,
gula min,
û av dibezandin,
li ser guhanên xurcejîna te,
Hespê xewnên te, şevê li ba dike.

Kî ji me
li yê din digeriya?
Cih,
dem,
tu,
ez?!
kî ji me
li berahîka zimanî di guhê xewnê de, darbestê pêşwazî dike?
Awira te ya dawî dihingivte sewdayê min.
Te bangî min dikir..

Xunafa te bi bazbendên girî dilorînim
Li ber dergehê xerîbistanê
dengê mirina min jî tê.
Dergûşa xewnên min bûyî,
Li qûnaxên dûr,
hilma te ya dawî di dilê xwe vedişêrim.

Lerza ruyê min bar dike.
Şev dereng e.
Ez dereng im.
Xewn xav dibe.
Dilovaniya te dayîka sîvankên
derbederiya min bûn.
Hûrik hûrik rondikên min şopa te tajon.

Himbêza birînê bûyî.
Mista şevên girî bûyî di çavên min de.
Çavên min zêmarên xwe dineqişandin.

Dayîka min:
- peyvên nederketî
yên şermîn
bêdengî reva gewde ye
wêneyên bêdeng
ji odeya vala..

-Dê lorînkên te di ber xwe de binivînim.
Ji temenê xwe re,
Izyeta te verêjim
gewrîka min di kelogirînê de pengizî ye .
Birîn û derdê xwe êdî bo kê bibêjim û ji kê re bibilînim
Rengê te spî dimîne
Şîna te..,
şîn pêrgî me dibe

Çavan veke tu dê rondikên min bibînî.
li ser xwe digrîm,
Tu dê gunehê min bizanî

Çavan tu miç dikî?!
Rondikên min jî necomerdiyê dikin
Tu dê xewnan bibînî û ez..
Şevpestan.
Firmêskên xwe bo te dihêlim.
jiyan di meyana dengê te de westiyan.
Şev ji giriyê min westiya.

Di armaiya giyanê xwe de,
te keskesorên lorîkan di devê min te diguvaşt
Xatirxwestineke bêveger,
çawa dê hilgirim ,
bi tenê me,
niha jî û berê,
niha dûriya te
dergeh girtî ne.

Jiyan, di jiyanê de êş,
Reviyan ji jiyanê,
dem diçe û tu asoyên şînê vedixumihin!
jiyan direve.
Dizanim tu wî hestî nas dikî,
dema bi tenê bim
li derbederiyê.
kes tênegihe,
nêçîrvanê kenê min in.
Di cûtinên van henasan de,
hesreta agirê dûrahiya xwe radixim.
Tu wî hestî dizanî,
cihê te vala dimîne?!
Di şeveke virtûvala de
valahiyeke reş
dizanim sehwên min şêt in.
kî dikare têbigehe
siwarê ji bejna şevê dadiwerive,
bê hebûna te.
Birîn ji keldumana halanan,derman nabin.
Bi şev digrîm

Çima …
ma sefera dawî ye?!
Mujdeya bêçareya mana min jî hatiye..
Gunehê min xemilîn!
Bersivdaneke kerr e,
tiliyên min berbi windabûnê de xwe dirêsin. Cengeke biserneketî,
berdewam e

Hannover . 29.08. 05. Saet 2.16

 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Xanedana êşê
 
Nostalgiya du helbestvanan
 

Rojavayê Kurdistanê û erkên hêzên siyasî yên kurd
 

Lempên nû - werger
 
Ilse Aichinger
 
GERA FEDIYOK
 
Prometheus û vedenga çiyê
 
Kalo:-Xemgînî ne parate ye Ya me ye
 
Kizîr
 
ŞAHÊ ŞEVÊN ŞÛM
 
Marie Luise Kaschnitz