Kurdi
Kurmancî

Mafê Mirovan

Arşîv

têkilî

 عربي

 القوس الثالث

 المقالات

الدراســــات

الشعر

القص

حقوق الأنسان

لوحة الكتابة بالعربية

الأرشيف

التحرير

Deutsch

Menschenrechte

Kontakt   

English

Swedish

Hevgirtin

 Rêbaz

 Komîte

 Endam

 Daxuyanî

 
 


 

 

Dorpêçkirina peyva ji tîpan nedawerivandî

                                                                                                   rojava.net 29.08.2005

 

 

 

 

 

 

 

 

 




Marwan Othman

Bo Helbestvan Ibrahîm Yûsiv û Nivîskar Xalid Mihemed:
Ji ber ku we xwest bi ava peyvê xewnên me yên ku birîn dibin bişon
û ji ber ku nikarîbûn riyan li pêş rewaniya wê avê bigrin, xwestin bi astengan, we dorpêç bikin.

- Aferîn ji peyvê re gava peyv bimîne peyv -
- Aferîn ji Nivîser re gava nasnameya wî bibe peyv, û her bimîne peyv -

Di demên ku nivîs dibe pîroztirîn nîşan li ser sînga nivîskar, li welatê ku nivîskarên xwe naxwe yan riyan li pêş wan nagire û nivîsa wan naxe qewareyên dorpêçkirî:

Nivîskar dikare, bi hesanî, hêvîyan li ser sînga şevan biçîne û wan di ciyografiya çilmisîn û bêhêviyê de raxîne

Nivîskar dikare rêberiya derbirîna lewendî û ciwaniyê, di her astan de bike û wî welatî , bi peyvine ku hatine standin ji evîn, aştî û aramiyê, bi wê lewendî û ciwaniyê bixemilîne,

Nivîskar dikare bibe derbirîngehek ji danê û dikare xewnan û asoyên bêdawî, di xwe de, navend bike û di tariyan de, yan di têkçûna hêviyan de bibe dahênerê ronakê û ji sepeta razan xewnan ji nû ve belav bike

Nivîskar dikare, di mirovên xwe de, dengê xwe li xwe vegerîne û mirovên xwe ,di xwe de, bi deng nişticî bike



Li wir,
Li wê dojehê, ya ku Zebaniyên wê ew welatê ku ji lewendiya peyvê û çirisîna xewnê ye dagîrkirine peyv tawan û gunehkarî ye,
rahiştina peyvê bi darbestê ve girêdayi ye,
peyv bîneriya xwe dadimezrîne , peyv radihêje wateya xwe ya peyvane û di duriyana naçariyê de derbas dibe : peyv e yan ne peyv e

Li wir ,
Li wê dojehê û bi destên wan Zebaniyan peyv, bi her cûreyên derbirîna xwe, divê ji hemû tîpan were dawerivandin, bêtîp û bêkît bimîne.
Lê ew peyva ku nayê dawerivandin an nikarin wê ji tîp û kîtan dawerivînin, zebanî wê li hemberî xwe wek çek dibînin
û bi girantirîn çekên xwe berê xwe didin dahênerê peyvê
jiyanê yan derfetên jiyanê tune dikin
Di rewşeke weha de
peyva ne dawerivandî,
ya ku bi qurbanên danerên xwe damezirayî ye
bi destên we û yên wek we
sînorên dorpêçkirin û qedexekirinê derbas dike
û dibe elendeke hilatî bo afirandin û damezrandina
asîmanên azadiyan

tim û tim
di cenga Zebanîyan bi peyvê re
Zebanî diçin
peyv dimîne


 

 

 

 

المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE

 

Dorpêçkirina peyva ji tîpan nedawerivandî
 
Êvar baş Pîrê ji Elend û Hicrikên Xezna
 
Lavên dawî bo Siwarê Şevê
 
REVYAN
 
Ew piyaw
 

Sipasnameyeke Newrozane Bo Hanover
 

Bi beşdariya mirineke vekirî
 
Divê kurd ji ereban erebtir bin