Hoşeng Osê
Ji bo şehîdê hozanan û hozanê şehîdan pakrewan SERHED.
Dema tiliyên te ramûsan didan têlên tenbûrê
hemû demsal diherikîn.
Pêlên ji ken
Pêlên ji girî
û pêlên ji keserên kûr
û mijûlbûn û ponijandinên sor diherikîn.
Şev, dibû hêlana xewnên qedexe.
Şev şil dibû zuha dibû.
Dîn dibû …mest dibû
wenda dibû…diyar dibû
diyar dibû… wenda dibû.
Li bin siya awazên te yên hênik
evîn
welat
azadî
û hêvî dibişkivîn.
Di wê demê de min nas kir
ku yazdan, hemû zingilên xwe
di gewriya te de veşartibûn.
Min nas kir
ku sura bayê serê sibê
tenikbûn û nazikbûna xwe
di zelalbûna dengê te de guvaştibû
meyan dibû.
Di wê demê de min nas kir
ku tenbûra te tifinga te bû
û tifinga te tenbûra te bû.
* * *
Kesî nizanîbû bê te soz dabû kê?!
Dotmama te ya Mîdî…
Ji şaneşîna zivistanê
li Sîpanê Xelatê dinerî
û bendewara te bû
ku tu mîna hîveke ji stranan
ji serê Sîpan bigindrî gola dilê wê.
Yan mîna dastanekê tu werî
û dawiyeke bê girî hembêz bikî.
Yan mîna çemekî ji perperîk û stêran
biherikî û buhara wê avbidî.
Lê, tu nehatî??!
Newroz li ber dergehên Adarê westiyabû
Li benda te bû
da tu zivistanê kilît bikî
û sirûda payizê vemirînî.
Lê, tu nehatî??!!
Gola Wanê
Keleha Farqînê
Meydana çarçira
Amûda bavê Mihemed û Dirbêsiyê, birîn û bîranînên te dicivînin.
bi xunava giyanê, li ser dêmê elindê, her dû çavên yara te şêwe
dikin.
û ahingeke ji keskesoran
ji bo hatina te dihûnin.
Lê, tû nehatî??!!
Hewlêr bi awazên te, xwe xemilandibû.
Keriyên xezalan…
Refên çûk û bilbilan…
Kerwanê sozê û dozê
Zap û ava şîn
û hîva şevêrkên havînê,
tev bi hev re govend û dîlan û sema girtibûn
û li benda te bûn.
Lê, tu nehatî …
nehatî…
nehatî…??!!
Kesî nizanî bû ku Beko li nav kolanên Hewlêr û Cizîra Botanê
di yek demê de digeriya
û kîna xwe bi diranên gurên boz tûj dikir.
Kesî nizanî bû bê feleka pûşt, li ser rêya hatina te
Konê bêbextiyê vegirtibû
û zeviyeke ji xefkên bi jehr çandibû.
Hewlêr, xwe avêt hembêza Cûdî û qîriya
giriya. Kevanên keskesoran şikestin.
Şevê, bi şûrê ziviztanê xwe kuşt.
Helbest, xwêh didan.
Nema zanî bûn bê çawa ewê
xwe bi dawî bikin.
Awazên te, îro sêwî bûn
Stranên te bûne ewrên kesk
li ser dojeha ku bar kirina te, di dilê me de vêxistî
deriyeke ji aramî barandin.
Lê, dojeha vemirî?!!.
* * *
Ez li ser bihna her gulekê, te dixwînim.
Di nav pêlên fîxana her bilbilekî de
li nav xemgîniya her dildarekî
kenê her zarokekî
lorîk û dîlokên her dayikekê
ez te dibînim.
Her ku newroz li dergehên Adarê dixe , di stranên te de
ez maçî yar
welat
azadî
û Xwedê dikim.
Nikarim… nikarim.. nikarim.
Nikarim bêjim Oxir be.
Yan li me vegere?
Yan min bibe gel xwe.