Wednesday, 27 June 2007 23:45

 




Şaredariya Sûrê ya Amedê pirtûka Jîr Dilovan “ Ji biçûkan re çîrok, ji mezinan re dîrok” çap kir û li zarokên kurd belav kir

 






Pirtûka Jîr Dilovan a ku ji helbestên fabl tê holê, ji aliyê şaredariya Sûrê ya Amedê ve hat çapkirin û li Bakurê Kurdistanê, li zarokên kurd hat belavkirin.
Pitûka Jîr Dilovan, çîrokên gelê kurd ên ku ji kûrahiya dîrokê tên û nirxên hezarên salan digire nava xwe, bi awayekî helbestî hatiye nivîsandin û ji zarokan re hatiye diyarîkirin.

Di pirtûkê de 17 helbestên ku ji 17 çîrokan pêk tên, pend, şîret û qewêtiyên kalikên me yên beriya hezarên salan, radigihîne nifşên nû.

Pirtûk bi dîroka fablên kurdî û pêşgotina nivîskar dest pê dike û ji 67 rûpelan tê hole.


 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
 
 
 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE


 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE