Rojava net – Lalish com
Roja sêşemê 26.07.2005 an, di encama êrîşeke
teroristyane de, ku armanca wê Dr. Pîr Memo bû, biraziyê wî şehîd
ket û kurxalê wî bi giranî birîndar bû.
Em bi navê rojava net dengê xwe tevî Lalish com dikin.
Serxweşiyê bo Dr. Memo û malbata wî dixwazin û vê êrîşê şermezar
dikin. Li jêr jî en daxuyaniya Lalish com belav dikin.
Destê reş ê Terorê xwestin Pîr Memo ji nav bibin
Bexda, lalish.com
Li roja sêşem 26.07.2005 û di dema ku Dr. Pîr Momo Ferhan wezîrê
Îraqê yê berê li hewlêrê karê xwe yê fermî encam dida destê reş ê
terorê li bajarê Bexda dirêjî ser parêzvanên wî bû û di encam de
birazayê wî şehîd bû û kurxalê wî bi giranî birîndar bû, li gorî
kesekî nêzîk Pîr Memo dema ku parêzvanan xwestibû bi otumbêla resmi
derkevin nav bajar bûyer qewimiye û hinde kesên ku kincên polîsan li
xwe kiribûn gule li wan reşandine, bi vê helkefta dil şewat em bi
navê rêvebirên malpera LALISH serxoşiyê li birêz pîr Momo dikin û di
riya wî de em xem û behîdariyên xwe ji kesûkarên xudê jê razî re
dişînin û hêvîya silametiyê ji yê birîndar re dixwazin. Ev kiriyarên
çepel bo tevliheviya rewşa Îraqê ne û terorist bi van karan dixwazin
dûberekiyê pêxin nav ol û miletên Îraqê.
Li ser navê LALISH.com
Mecîd Heso