Helbest: Mahmûd Derwîş
Wergêr: Abdulkadir Musa
Rita şeva odeya me rêkdike:
Ev mey hindik e
û ev çîçekana mezintirîn textê min in
de pencerê ji wan re veke daku şeva bedew biparzine
deyne, ha li vira, heyvekê li ser Kursiyê..
Deyne, li jora deryaçê, li hawîr desmalka min
bo bi jor keve darxurme
bilind û bilind,
ma te bilî min li xwe kiriye? Ma jinek di te de bi cih bûye, datu
kelûgirî bibî her
ku şaxên te
li qurmê min bêne badan?
Pêyê min ji min re bixurîn, û xwîna min bixurîn
bo em nasbikin, çi dihêlin li dû xwe bahoz
û lehî ji min û te..
Rita di baxê gewdeyê xwe de radize
Tûya sêncê li ser nenûkên wê xwiyê ronîdike
di laşê min de. Du çivîk di bin destê min de razan...
Pêla genimê xaneda li ber hilmvedana wê ya giran raza,
û sorgulek di buherê de raza,
û şeveke ku dirêj nabe raza
û derya raza himber pencera min li ber sazê Rita
hiltê û datê di tîrêja sînga wê ya tazî de,
de raze di navbera min û xwe de,
di navbera me de ne nixumîne tariya zêr ya kûr
raze destek li dor zumînê
û destek tenêbûna rêlan belavdike, raze
di navbera Qutikê keskavî û rûnişteka lêmûnê de.
Raze mihînek li ber alên şeva bûkanîya wê...
Hirîn biliya
koç-mêş di xwîna me de biliyan,ma Rita li vira bû,
ma em bi hev re bûn?
Piştî çendek demhijêr wê Rita barke wê siya xwe
bihêle zindaneke sipî. Emê li kuderê hevbibînin?
Ji destê xwe pirsî, ez li dûrbûnê zîvirîm
derya li pişt derî ye û beyaban li paş derya ye,
in i herdu lêvên min ramûse-got. Min got:
Lê Rita, ma ji nû ve ez barkim dêmekî min re heye
tirî û hizir. Û demsal min dihêlin sawek di navbera
xal û pevekê de?Tu çi dibêjî?
Ne tu tişt Rita, ez hawê siwarekî di stranekê li ser
nefreta hezkirina çemberkirî bi neynikan dikim...
Li ser min?
Û li ser du xewnên li ser balgehê di hev re
derbasdibin û direvin,
yek kêrekê hildigire, û ya din xatir ji bilûrê,
ji qewîtiyan dixwaze
ez wateyê nizanim, dibêje
û ne ez, zimanê min piriste
weke nediyariya jinekê ji wateyê, û mihîn xwe
dikuje di dawîya panavê de...
Rita çaya sibehê vedixwe
û sêva pêşemîn bi deh laleyan dişêle,
û ji min re dibêje:
Rojnamê niha nexwîne, dahol ew dahol in
û ceng ne karê min e, û ez ez im ma tu tu yî?
Ez ew im,
ewê ku tu dîtî ahoyeke miraiyên xwe bi ser wî de
tavêje
ewê dilbijijîyên xwe dîtin ku mîna avgîrekî bi dû te
de diherikîn
ewê em dîtin du wendayî ku xwe kirine yek li ser text
û ji hev dûrketin weke silava biyaniyan li benderê,
koçkirin mîna pelan me li ber bayê xwe dibe û me
tavêje ber Hotêlên biyaniya
weke nameyên ku bi lez hatine xwendin,
ma tê min bi xwe re bibî?
Da gustîlka dilê te yî xwas bim, tê min bi xwe re bibî
da kincê te bim di welatên ku tu anîne, bo te bikujin,
darbesteke ji pûngê bim ku kuştina te hilgire û
tu ji min re be zindî û mirî,
rêber winda bû lê Rita
û hezkirin weke mirinê sozeke bê veger e...
û nayê hilatin
...Rita rojê ji min re sazdike
kewekî xwe li dor panîya pêlava wê yî bilind dahev:
Sibeha te xweş be Rita
û ewrekî şîn ji yasemîna bin Çengê wê re:
Sibeha te xweş be Rita
û meyweyek ji ronîya berbangê re: Lê Rita sibeh
xweş be, lê Rita min li gewdeyê min vegerîne
bo kêlîkekê bibilin derzîyên çama di xwîna min î
mişext de di dû te re.
Her ku min keleha Acî himêzkir du tivîlk
ji destê min firyan..Got:Dema roj û xewn bêne guhertin
ezê vegerim,
lê Rita
dirêj e
ev zivistan, û em em in, de ya ez dibêjim
tu ne bêje ez ew im,
ewe ya tu dîtî daliqandî bi sêncê ve, tu daxist
û tu dermankir, û bi hêstirên xwe tu şûşt,
û bi sorsinên xwe xwe li ser te belavkir
û di navbera şûrên birayên wê û nefreta
diya wê re tu derbas bû. Û ez ew im. Ma tu tu yî?
...Rita ji ser çoga min radibe, serekî dide rewşa xwe, û
porê xwe perperîkeke zîvîn girêdide.
Teriya hespê bi zîwana belakirî mîna çilapekê
roniyeke tarî li ser mermera pîrekî dilîze.
Rita bişkovka Qutikê xerdel vedigerîne..
Ma tu ji min re yî?
Ji te re, ger te dergeh vekirî hişt li pêş paşeroja min
paşerojek min heye niha ez wê dibînim ji nediyariya te
ji dê dibe, ji çîr-çîra demê di kilîta evî dergehî de,
paşerojek min heye ez niha wê dibînim mîna
mêzê nêzîk me rûdine,
min re heye kefa sabûnê,
û hingivê xwêkirî
û avî, piçekî tahle
û Zecebîl
û şivir jî ter in, ger te xwest, şivir û deşt jî ter in
û stran ji ter in, ger te xwest, stran û matman
jî ter in.
Ê min ji dê bûme ji bo ji te hezbikim
hespekî ku dîlanê bi rêlekê dike, û Mircan re
diçirîne nepenî ya te.
Û çêbûme ji xatûnekê ku serwerê wê bim,
de min bibe bo te darêjim meyek dawînî ji te di te de,
ka bi min de dilê xwe, ê min ji dêbûme ji bo ji te
hezbikim.
Min dayika xwe di lavijên kevnar de hêla
ku nefretê li rîhan û gulên te bîne
û min dît dergevanên bajêr didine agir hezkirina te
û ez bûme, ji bo ji te hezbikim
...Rita gwîzê rojên min dişkîne, berfireh dibin zevî
ev xaka biçûk odeyeke ji min re di kolanekê de
di qata jêrîn ji avahiyekê li jora çiya di ser bayê
derya re,
min re heye heyveke meyî, û..kevirekî şiyatok
parek min heye ji dîmenê pêla rêwî di ewran de,
û parek ji nivîsara afrandina destpêkê, parek ji
Eyûb-namê, û ji ceja paleyê, û parek ji yê ku
bi dest min ketibû, û parek ji nanê dayika min
parek min heye ji sorsinên geliyan di helbestê
evîndarê kevnare de
parek min heye ji penda evîndaran: Kuştî dildikeve
ruyê bikujê xwe,
ger tu çem derbaskî, lê Rita
û kanî çem? Got...
Min got:Di te û min de yek çem heye,
û diherikim ez xwîn û hizir diherikim
dergevanan dergehek min re nehiştin bo derbasbim,
êdî min pala xwe da aso
û min li jêr nerî,
min li jor nerî,
min li hawîrdor nerî,
min asoyek nedît bo meyzekim, di ronîyê de min
ne dît pêvî awira min î ku li min vedigere.
Min got: Careke din li min vegere, belkî kesekî bibînim
ku dike asoyekî ku pêximberek wî sax bike
bi namakê ji du gotinên biçûk:Ez û tu
şahiyeke biçûk di textekî teng de...şahiyeke hindik
lê Rita, hê, em ne kuştine, lê Rita...girane
ev zivistan, û sar e
..Rita, tenha distirê
ji Posta bakurî dûr re ya derbederiya xwe:
Min diya xwe tenê hişt li cem derya çê tenê,
li ser zarotiya min î dûr digirî, paşê bi her êvarê re
li ser gulîka min î biçûk radize wê gavê dayê, min
zarotiya xwe şikand û ez bûm
jineke ku çiçikên xwe bi devê yar xwedîdike.
Rita li dor Rita tenê digere:
Du gewde di gewdekî de xak ji wan re nîne
û nîne penaberî ji penaberiyê re
di evan odeyên biçûk de, û derketin derbasbûne
bê sûde em di navbera du ketegehan de distirên,
de em barkin...bo rê xuyabibe
ez nikarim, û ne ez, digot û ne digot
û hespan di xwîna xwe de dibilîne:Ma xakeke dûr heye
lo biyaniyo, lo dilyaro
Hechecîk têne gulîstana te yî tenha?
min bibe xakeke dûr
min bibe xakeke dûr, Rita kelûgirî bû:
Dirêj e ev zivistan,
û qahfikê rojê li ser hesinê pencerê
şikand
û demançeya xwe yî biçûk danî ser
reşeka helbestê
û gorên xwe avêtin ser kursiyê, êdî bux-bux şikest
û pêxwas berî da nediyariyê, û
ez di bîra barkirinê de hatim.