
Wergera ji elmanî û amadekirin
: Tengezarê Marînî
31.01.1901 Marie Luise Kaschnitz li Karlsruhe ji bavekî bi navê Max
Freiherr von Holzing Berstett û dê bi navê Elsa von Seldeneck Ji
dayîk bû.Du xwîşkên Marie Luise Kaschnitz jê mezintir û birayekî jê
biçûktir hebûn. Bavê wê serdarekî leşkerên Bad preuß (axagihekî
Elmaniya) bû.
Marie Luise Kaschnitz li Potsdam û Berlin mezin bû. Tevî ku rewşa
wan ya mewdanî baş bû, lê wê zarokatiyek ne baş derbas kir, tim bi
tirs û şermok bû û tim dixwest nêzîkî bav û dêya xwe be.
1914 Di destpêka cenga cîhanê ya yekemîn de cihê xwe guherandin û
berê xwe dane Bollschweil nêzîkî Freiburg li Schwarzwald= Daristana
reş“. Dûrbûna bav û dê ji hev, hişt ku zarok fêrbibin, çawa bi tenê
dikarin li ser piyê xwe rawestin.
1921 - 1924 Marie Luise Kaschnitz li Weimar diçe dibistana Hesêb û
piştre li München li O.C. weşanxaneya Recht kar dike
1925 Di Antiquariat Leonardo S. Olschki= firotgeha pirtûkên
bikarhatî” li Rom karkir. Di wê salê de bi Guido von Kaschnitz-Weinberg
yê Archäolog, yê ku sala 1890î li Wien hatibû dinê re dizewice .
1928 Keça wê Iris Constanza ji dayîk dibe. Di vê salê de helbesta
xwe ya yekem dinivîse.
1930 Weşana çîrokên destpêkê ji hêla Max Tau û Wolfgang von
Einsiedel di Antologiyekê de li ba Bruno Cassirer bi navê "Birîndarkirin
- Pexşana neçapkirî" tête weşandin.
1933 Romana bi sernavê "Liebe beginnt= Evînê dest pêkir" çap dibe.
Ji vê salê ve jî dest bi nivîsandina helbestê kir.
1937 Romana wê ya diwem "Elissa" tê weşandin. Hetanî 1941 li
Marburgê dimîne.
1941 Mala xwe dibin Frankfurt am Main.
1943 Çîrokên "Griechische Mythen= Efsanên Yonaniyan" weşand. Di pey
re hest kir, ku tu hêza wê nîne, ku li dijî rêjîma naziyan têbikoşê,
rabû xwe ji civakê vekişand. Di nivîsa xwe de"Orte= dever" weha
nivîsandibû: "Frankfurt di cengê de û wê bigihe kîjan serketinê di
xerîbiya me ya hundurîn de?
Ji 1945 gelek berhemên Marie Luise Kaschnitz di kovarê pexşane û
helbestê de hatine weşandin . Di sala 1946an de pirtûkeke wê ya
pexşane derket û her weha pirtûka wê ya helbestê ya yekem jî. Sala
1947an de pirtûka wê ya bi navê "Totentanz und Gedichte zur Zeit=
Dîlana mirî û helbestên niho" hatibû weşandin. 1949 Di salên 1942/43
biografiya Gustave Courbet di bin sernavê "Die Wahrheit, nicht der
Traum = Rastî ne xewn" hate weşandin. 1952 Pirtûka wê ya çîrokan ya
bi navê "Das dicke Kind= Zarokê qelew" ew kire nivîskareke bi
navûdeng. 1955 Xelata Georg-Büchner wergirt. Di Zermoniya
xelatwergirtinê de, peyveke pir bi nirx pêşkêş kir û got: "Hemî
helbestên min derbirîn in ji bêrîkirina min ji welatê min re, êşên
xerîbiyê ne, geriyan in li bêgunehiyên kevin an jî li bêrîkirin û
geriyana sîbera evînê, ku cîhanê bi rêkûpêk bike, ew dilxweşkirina
erzan, ya ku hinek xwêner di helbestên min de bendewarê wê ne, min
neda û nexwest jî bidim. Û eger malikên min ... hatibin fehemkirin,
ew jî bi wê ve girêdayî ne, ku helbestê ez ji suruştê berbi
mirovahiyê ve birim, bêy bikarbim ji bîr bikim, ku ez xwe wek mirov
pêşkêş dikim."
1957 Xelata Immermann ya bajarê Düsseldorf werdigire. 1958 Mêrê
Marie Luise Kaschnitz, Guido von Kaschnitz, li Frankfur dimire. 1960
Marie Luise Kaschnitz li zanîngeha Frankfurt waneyên Poetik dide. Ew
endama navenda PEN ya elmanî, endama akadîmiya elmanî bo ziman û
helbestê li Darmstadt, endama akadîmiya ciwaniya huner ya München û
endama akadîmiya Mainz ya zanistiya toreyê bû. 1968 Dektoreya rûmetê
ya Zanîngeha Johann-Wolfgang-Goethe li Frankfurt wergirt. 1970
xelata Hebel ya îyalet a Baden-Württemberg wergirt. 10.10.1974 Li
Rom „ Îtaliya“ jiyana wê bi dawî tê û li gundê wê Bollschweil tête
veşartin.
Balinde
Hîn jî cotek balinde hemdem
Lê niha mîna newekhev
Yek çavbirçiyê nikilan
Jiyana kurt ya mayî
Di belgên gerim de.
Yê din reviyayî
Sîbera wî diyar e
Li ser zeviyê berfê şemitî
Sê xîşik kişandin
Her xîşikeke hinekî rengavêtî bû
Bêqîrîn ji ewran
Pirtik berbi jêr de nehatibû
Bax
Bax aşêf dibû
Dar hatibûn kesxandin
Li ser zinarên rût kolik ava bûbû
Derdor bi keviran lêbûbûn
Darên hejîran danîbûn
Bîreke avê kolabûn
Ez bi xwe
li xaçerêkê behitî mabûm
Ji ber diçûm, li derdorê digeriyam
dewl di ava şor ya jiyana xwe dadikir
Zirrîna kerê
Bi jor ve ta bi stêran.
Kevirê di pêlavê de
Hîn jî diazirîne
Kevirê di pêlavê de ?
Eve demeke dirêj e, dibim û tînim.
Bêsûde ye,
gorê diguhêrim
an jî serşokê
di deryaya tirsê de
Keviz,
keviza riya daristanê, keviz
Bîr û ez di dest de
Zarokekî xeyalî
ji min bi xwe stend
Rêka senoberê berbi jor ve
Bo tîrêjkên kahniyê û teşta gewr
Kevir
kevir
ji ser dilê min daket.
Alîkariya pêşîn
Cihê herdem tu,
tu ne yê pênegehiştî bûyî
Destê min yê çavkuriyê tu bi paş ve vekişandibûyî
Ji kefa derya ya qirêj.
Di tora gilover de
li ser kenarê bi lat,
min tu dêwek kişandî
Li ber min tu
mîna yekî jihevketî diyar bûyî
Min zikê xwe bi yê te gerim dikir
Hilma xwe bera devê te dida
Tenê,
dema çavên te li bin tayê sor bûn
yên mîn qûmê rep bûbûn
Ji kokê ve nevebirûstîbûn
Ne asîman
ne jî rondikên min ên xeyîdî.
Welatê min
Min welatê xwe veşartiye
digel masiyên qerisî
Û bi xuşxûşa pûş ê garis
rêka min berbi azadiyê ve
Min gayê berfê kişandibû
berev cama pencerê
Ji bo mêvanên xwe
Ez di quleke gilover de pişikîm
Tu çavên min dibînî
Qoziyên mijankên min yên westiyayî
Daku nîva şevê bi garis bête pakkirin
Ji xuşîna berwar ê cinan.
Kevirê di pêlavê de
Hîn jî diazirîne
Kevirê di pêlavê de ?
Eve demeke dirêj e, dibim û tînim.
Bêsûde ye,
gorê diguhêrim
an jî sersokê
di deryaya tirsê de
Keviz,
keviza riya daristanê, keviz
Bîr û ez di dest de
Zarokekî xeyalî
ji min bi xwe stend
Rêka senoberê berbi jor ve
Bo tîrêjkên kahniyê û testa gewr
Kevir
kevir
ji ser dilê min daket.
* ji pirtûka Marie Luise Kaschnitz, Kein Zaubere Spruch= ne peyveke
Sihirbaz, weşanên Suhrkamp 1310, 1986