
( Afret ne wek afret ji dayik dibe belê li gel salgarê dibe afret)
Sarter
Di gêjengeya vî serdemê seyr û samdar de mirov wek bûnewerek biyanî
bûye xwegirtiyê xewnên xwe û xewna herî bedew û mezin xewna herî
sade û asan e, xewna azadiyê; azadiya derbirrînê, pejrandinê, jiyan
û mirinê.
Ew azadî heta dawîn rade bi awayê pêkhatina civakî ve girêdayî ye
belê ew civak jî wek mirovek seqet penayê bo gulteyê dibe ji bo ku
danekeve.
Heta niha ew civak nikare asûdeyiya mirovên asan biselmîne ji ber ku
ew asûdeyî bi cîhana nepenî ve peywendîdar e, dûrî helsûketên rojane
û hewl û hilmetên xwedbarekirî.
Mirov bi xweristyê xwe asan e, hemû mirov belê li gel rojarê
bergehên guhorînê xwe dadisepînin heta ku di akam de diyarde peyda
dibin û diyarde ji diyardeyê cuda ye, bi temen, bandor, nav û cihê
xwe. Kesê helbestvan li destpêkê û li dawiyê mirovê here asan e di
hebûnê de, asan ne bi wateya nerênî bo peyvê ji ber ku rehendên xwe
hene û ew rehend bi gelek pirsên sereke ve girêdayî ne, gelek
pirsyaran jî araste dikin û hemû jî hewldana lêgerîna rastiyan e li
qeraxên yê nepenî û kesê helbestvan ji herkes din bêhtir diwêre
seredana wan qeraxan bike ji ber ku ew dihê vexwandin.
Helbestvan dikare hevsengiyekê di navbera hest û sewdayê xwe de pêk
bihîne bê ku li ser mebest û mirada sereke kol bide.
Hindek caran kesê helbestvan yan nivîskar radigehîne ku pêwîst e
deqê helbestê yan nivîsarê li ser binyadek zanistî ava bibe egerna
dê rasteqîniya xwe berguman bike belê bê ku li ser rasteqîniyê
birawestin yan bi kêmayî li ser wateya zanistiyê. Herkes dikare li
ser hebûn û nebûna rastiyê û zanistiyê biraweste belê ne herkes
dikare li ser çawayiya rastitê û zanistê birawest e.
Ji Hîraqlîtis û heta Sarterî weha bo diçin ku bedewkarî akam e û
rêya herî kês berev bedewkariyê rêya nepenî ye, giyan, raman û hest.
Ango kes ji wan behsa cest nake ji ber ku giyan, raman û hest zatên
bilind in belê cest zatê nizm e.
Bedewkarî rizgarkirin û azadiyê dixwaze, azadî jî bi awayek bêdawî
ji ber ku nepenî bi xwe bêdaw e. Cest nikare bigehe wan sinoran belê
giyan, raman û hest?
Erê dikarin û bi hêsanî çunkî tinê xweza û felsefe sinordar in belê
yê nepenî bêsinor e û baweriya reha dihurgumîne. Nahê wê wateyê ku
kesê helbestvan yan nivîskar aferîdeyek biyanî be herwek ji
hesareyek din hatî belê bi awayên têkilî û serederiya xwe wan
xweristeyên aşobiyane hindek caran pêk dihîne bi taybet li bal
xwandevanê havî.
Ji kesê helbestvan nahê xwaztin ku pesn û derbirrîna xwezayê bike
çunkî xweza radedar e ( Bi kîmayî heta niha) belê enceq xwe berde
nava xwezayê, nava yê nediyar û weha dikare bigehe astê bîndariyê,
herwesa nahê xwaztin ku guhorîna cîhanê bo xwe bike kardarî û erk
belê ya qenc ew e ku pirsyaran araste bike û heta ku bikare hindek
pirsyaran araste bike gerek e xwe dûrî hizr û ramanên aşobiyane
bike, hizr neke ku ew hinartiyek e ji ber ku ew bi xwe li pey
peyaman digere, li pey rastiyê digere û hêj bi ser hil nebûye belê
eger bixwaze bibe hinartî gerek e bibe hinartiyê zatê jêr bo zatê
bilind ji bo ku nêzîk bimîne ji gewherê mirovayiyê, pirs û niyarên
çarenivîsî di hebûnê de raman û hestên wî bihejîne û di akam de astê
efrandinê berz bike û berev sinorên rastiyê here herwek Novalîsê
ferensî dibêje: (( Helbest kesayetî ye, ne pesn dike û ne jî sinoran
nas dike lewra jî mirovê ku bi şêweyek yekser helbestê nas neke
hîngê çi tişt û çi kes nikare wî mirovî nêzîkî helbestê bike û
têbigehîne ka helbest çî ye.))
Nivîskarî diyardeyek zehmet e bi taybet gava ku nivîskar piyaw be û
li ser pirsa jinê binivîse ji ber ku ne dûr e ku awayê helsengandinê
û derbirrînê nesaz be çunkî hêj afret wek hebûn, li hindek civakan
de, hêj li xala derperrînê de ye û doza pirsên sakar dike wek
dadmendiyê û yeksaniyê li gel piyaw î.
Li vir bêhtir ji pirsyarekê xwe dadisepîne: çawa hêj li serê rêkê
ye, doza mafê wan pirsên sakar dike û ew bi xwe di gelek biyavan de
gehaye astê efrandinê?
Yan, çawa gehaye astê efrandinê eger ku ew doz wek hevkêşe li
seranser hêj bê encam e?
Efrandin bi xwe perosesek takekesane, dînamîkî û bêpayan e, ne
peywendîdar e bi tuxm û regezan, herwesa ne bi awayên avakirin û
pêkhatina kesayetiya mirovan ji ber ku her mirovek di arayekê de
hindek efrandinê bike lê, hejî amaje ye ku efrandin li gor alavên
perwerdeyê nahê peyrewkirin.
Binemayên efrandinê hene belê ew binema ji kesekê bo kesek din cuda
ne lewra jî ast û rêjeya wê cuda ye.
Herwek M. Haydîxer radigehîne; nivîskarî mê ye û hişê mirovî tinê ji
tiştê mê ditirse, erê ditirse ku wî bi xwe jî bike mê li demekê ku
ew di mîtolojiyê de ew hiş bi buhadarî û pîrozî hatiye li
qelemdan.Lê, ez dikarim hindek pirsyaran ji tevnê boçûna Haydîxerî
bivehînim:
1- Nivîskarî wek pêkhateyek mê, heta kîjan radeyê dikare bandorê li
hestên helbestvana mê bike?
2- Helbestvanê nêr heta kîjan astê dikare karêgeriyê li nivîskariyê
bike, eger rast nivîskarî mê be?
3- Helbestvanek ku bi tuxmê xwe di navbera nêr û mê de ye, heta
kîjan
pileyê amade ye ku bandorê bike yan bandor lê bibe?
Me boçûna Haydîxerê nêr zanî belê ka em boçûna Sara Kofmanê ya mê jî
bizanin: nivîskarî wek darek bê qurm e belê şîn dibe û berhemê xwe
dide, herwesa nivîskarî deqek bê yasa ye li ber hemû tiştan vekirî
ye.
Bala xwe bidin gotina Sarayê ya dawiyê: li ber hemû tiştan vekirî
ye!
Ango li ber guhorînê û veguhaztinê bo nimûne nasname, tuxim û regez.
Ez dibêjim ku mebesta Sarayê ew e gava ku sinor û rêk dihên daxistin.
Ew ( hemû tişt) di hemû mirovan de heye belê ji mirovekê heta yek
din, ji helbestvanekê heta yek din rêjedar e, geh penî ye û geh
nepenî, gek kar dike geh bêkar e.
Bi awa û derbirrînek din: helbest dikare Xelat Ehmedê bike Ehmed
Xelat, heman diyarde li gel Axîn Welatê jî. Herwesa û bê ku
tevliheviyê durist bike, dikare bi guhorîna wezayane nav û rûxsaran
jî biguhore bê ku efrandin berziyan bibe wek ku yek bibe Xelat Welat
û ya din bibe Axîn Ehmed!
Tinê rêket bû ku navên herdûyan wek niha bin lê, ne rêket bû ku
bibin helbestvan belê nivîsandî bû belê ne li ser eniyên wan..!
Ev pirr sanehî ye bi taybet di xeyalê û helbestê de ji ber ku nav,
nasnav, ara, zeman û rûxsar berwext û sakar in belê gewher, wate û
nepenî herdemî û sereke ne.
Xelat Ehmed û Axîn Welat li gor têgeh û pêkhînana xwezayê dû endamên
mê ne di komelgehê mirovayiyê û kurdî de belê wekî din tinê dû
helbestvan in, dû aferîdeyên nazelîn û bedew in, qedera wan bû ku di
dûrêyanên temenên xwe de pêrgî helbestê bihên û serqalê nihêniyên wê
bibin.
Behsê xeberê, li gor pîvanên Wolterî kes ji me nikare wan herdûyan
nas bike û belê em dikarin hewl bidim ku wek xwandevan wan bixwînin,
wek nivîskar wan binivîsin lê di herdû baran de jî dîtinên
panoramayî pêwîst in.
Ka ez li ser deqê nivîskariyê ( helbestê - madem ku herdû helbestvan
in) birawestim û perdeyê ji ser hindek pêwarên jiyana bêmereq hil
bidim û mewdayê di navbera yê penî û yê nepenî de, di helbesta wan
de, bizanin belê berî wê pirsyarek rêkê li min digire ew jî ev e:
aya deqê helbestê, xwandevan û helbestvanan ji hev nêzîk dike?
Bêhûde ye hewldana me bo bersivê belê helbest bi xwe dikare bersivê
bide:
( awayê bi karhanîna ara û zemanî di helbestê de)
Xelat Ehmed:
(( Şivan ber bi me ve dihên
lêvên bilûrên xwe diramûsin
di dilên wan de
evînê ji min û te re dilorînin)).
Dawî ku dibêje: ji êşek dirêj re xwe amade dikim ( rast e, ma kengî
helbestvan ji bexteweriyek dirêj re xwe amade dike?) Dîsan dibêje:
(( Ji kirasê min bawer neke
heger bi buhrîna te re
lerizî
ew dixwaze tu lê binêrî
da gulên xwe geş bike)).
Li cihek din lê di helbesta ( Kolwaneyên Berbangê – Tiryak) de
dibêje:
(( Lezê neke..
ez dê te bigêrînim
ez dê te biwestînim
heya ku bêniyaziya mexelhatina te,
li ber qentereyên sultanan,
û dehmenpakiya te ji tawana sozaniyê
bawer bikim
evca,
bipesnînin)).
Herwesa Axîn Welat ( hêza zemanan hemûyê di kêlîkekê de diyar dike):
(( Di vê kêlîkê de
dibe ku tu razayî bî
bi xewnekê ve girêdayî bî
yan jî...
di hembêza jinekê de
şîrmijek bî...))
Ev bi serê xwe hêj nepenî ye û tinê bi gotia Dibe ku, yê nepenî
nêzîk dibe.
Binêre ka çawa Axîn bi awayek kehî hewl dide ku yê nepenî, bi espayî,
nêzîktir bike çunkî ew dizane ku bi hêzê nêzîk nabe belê bi tazehî,
bi peyvê lê ne her peyv:
(( û di vê kêlîkê de
dibe ku te sar be
ez jî di şevên berfê de
mûmek im...
li ser rûpelên payîzê digirîm
di bawîşkên şevê de
pênûsî şiyar dikim
û deriyê min girtî dimîne
di vê kêlîkê de
dibe ku deriyê te vekirî be
bendewarê jinekê bî)).
Axîn bi mereqdariya me berdewam dibe û li dawiya helbesta ( Di vê
kêîlkê de) dibêje:
(( Di vê kêlîkê de
di çavê min de
deryakyek...
xwe
li peravan dixe
û li ser te çima dil bi xem im
ez nizanim.))
Hêsan e ku em bizanin ka çawa herdû çavên wê dibin dû derya û xwe li
hinarkên rûyê wê û ûşiya devê wê bidin belê zehmet e ku bizanin ka
çima dil bi xem e herwek ew dibêje. Lê, tinê di barekê de em – dibe
ku – bizanin belê berî wê gerek e em bizanin ku wî çaxî herdû derya
dê çik bibin. Ma sanehî ye ku dû derya çik bibin?
Ji werara avakirina zatê herdû helbestvanan, ji xwezaya hestên
mirovayiyê, xuya ye ku qonaxa lêpirsînê derbas dikin û berev qonaxa
bilind diçin.. qonaxa azakirin û mihrdariyê. Di efrandina xwe de, ji
aliyekê dihêlin ku hestên xwandevanan peresendiyê bikin û di akam de
bigehin radeyê xweristbûnê û tinê wek aferîde reftar bikin bê ku
nizim bibin çunkî berî hîngê herdû helbestvan wan bi xwe re bilind
dikin belê ji aliyek din, bêhemd, weha dikin ku dil bi wan –
helbestvanan - bişewite ji ber ku bi nazelînî, bi bêniyazî,
nihêniyên ( ezê bêdad) aşkera dikin belê di heman demî de rêzgirtina
xwe disepînin çunkî bi awayek rasteqîne hesûnê li gel giyan, raman û
hest dikin û pirraniya caran xwandevanê saz tinê vê çendê ji
helbestvanan dixwaze.
Herdû helbestvan bi awayek siroştî serederiyê li gel pirsên nepenî
dikin û ev jî bêgunnehiya wan ji tawana desthelatê diselmîne çunkî
C. Kiristîva û gelek hevbîrên wê weha bo diçin ku kesê nivîskar yan
helbestvan yêdî çi desthelat li ser deqê nivîsînê nîne û nivîskar
yan helbestvan wek hest û nêrîn bo jiyan û cîhanê mir û nemaye belê
nahê wê wateyê ku deqê saz yasa û zagonên xwe nebin, ew yasa û
zagonên ku nivîskariyê wek kirdarî ji axivtina baw cuda dikin çunkî
bi axivtinê mirov nikare xwedêyan bimirîne, miriyan bivejîne, sercem
tuxûban, tenanet yên aşobî, derbas bike û li pey pirsa yê nediyar
bigere belê bi helbest û nivîskariyê mirov dikare hewl bide û ew jî
bi ast û berfirehiya rûberê xeyalgehê.
Derbarey wê yekê, Bayron dibêje: (( Helbest zimanê xeyalgehê ye,
ruhê diberde nava nehiyê de evca jiyanê jê diherikîne)).
Mirov dikare nava xêzkên Bayronî bixwîne û bibêje ku: helbest ji
hemûyan payedartir, nimûdartir û gewherdartir e, ji felsefeyê, ji
îdolojiyê, ji ber ku helbest dikare wan tevan hembêz bike belê ew
nikarin.
Helbest hogiriya zindîbûnê dike çunkî saz û azad e û berdewam xwe
diparêze belê felsefe û îdolojî dikarin bi werar û karêgeriyê ji
demekê bo demek din bihên guhorîn.
Ka em rê bidin helbestê vê boçûnê erê bike, yan nerê bike:
Xelat Ehmed, ( parçeyek ji wergêrana Kolwaneyên Berbangê – Tiryak):
(( Di valayiya bêendaz de
hêvîdar in
û mizgîniya bêdengiyê,
şikestina awiriyan radigehîne
sînahiyê di çavên wan de divemirîne
bêcihî ye,
tinê agir cihê wan dike
agir:
za
barî
hat
çû
agir hemûyê disojîne :
zemîn
esman
rêk
zeman
bi çirûskên lêvan hemûyê dadigirsîne,
agir..
hêvênî perwane nehêlan
kê dû dest hene,
dû bihostên agirî bo dû kesan bivemirîne?))
Li cihek din dibêje:
(( Tu..
destên xwe digevzelînî
derbas dibin û
li ser bergê memikên te
muhrên xwe dadihînin
û ez..
di mereqa bêpayan de li benda te, dimînim û
lêvên min bêwargeh dimînin
derbas dibin û
li catê mêwên tirî
sêdareyan li binarên min diçûnin)).
Herwesa:
(( Di mendava xwe de
min bibuhujîne û
bihêle şeha qubeyên Şamê ji henaseyên min
dilop.. dilop bitikîne)).
Axîn Welat :
(( Dengê te
...
ji dûr ve dihat
û mirina min ne diwestiya
bêkes im?
Di govdê xwe de
tu li min digerî
di gotinan de
ne min tu dîtî û ne te
û li ber gotinên şevê
em şil dibin..
destên te dilerizin
ne hêsirên min dimalin
ne min ji xwe vedigerînin)).
Li cihek din vedigere pawana bîrhanînan û pirsyarekê diteriqîne:
(( Û di bîranînên min de
ev roj dibin toz
kê got mirin diweste
û di her demekê de ne veşartî ye?))
Li cihek din bi melûlî vedinasîne ku: jiyan direwek mezin e, û li
ara û zemanek din dibêje:
(( ...
em dibûn perwane
û dem buhar bû
ji reng û bîna te
xanîkên zarokiyê
dîwar bi dîwar
îro
bi ser min de diherifin
hemû perwane
bi agirê di henavê te de
dişewitin)).
Binêre çawa Axîn digehe lûtkeya evîndariyê, heta radeyê dêwanebûnê:
(( Pelên evîna min
bi ser we de dibarin
xuşe xuşa
kanîsarkên dilî ye
dar û berên
vî welatî av didin)).
Weha, Xelat û Axîn helbestê dikin xelatek bo jiyan û mirovayiya
birîndar, jandar belê di heman dem de jar, bo zimanek havî û li me
yên havî digere, herwesa dikin axînek di sîngê vê rojgara naledar û
bêdad de bê ku biteqînin ji bo ku pirîskên wê, bermaya hestên pak û
zelal ne êşînin gava ku em pêrgî rastiyên pejaredar dihên.
Dorhêl berî û dawî qonaxa reswabûnê di rengvedana derbirrînên wan de
xuya dibe herwesa sînahî jî di tarîstanê de.
Dû ezmûnên nayab in heta niha ji rojavayê Kurdistanê li henderan,
hewl didin berdewam bibin ji ber ku berdewamî tek rêk e berev
bîndariyê û ez bawer dikim ku helbestvan ew e yê ku digehe bîndariyê
yan bixwaze ku bigehe.
Danasîna nasnameyê:
Xelat Ehmed ji başûrê rojavayê:
Li sala 1972yê li bajêrkê Dêrika Hemko bûye mêhvana jiyanê, nizanim
berî hîngê hatibû yan no, dê bihê yan no, herweha derbarey Axînê jî.
Bi zimanê erebî dinivîsand û hêj, belê demek e û bi zimanê kurdî jî
dinivîse. Karê wergêranê dike bi taybet ji kurdî bo erebî. Dîwanek
bi zimanê erebî çap kiriye, bi navê : Kolwaneyên Berbangê – Tiryak (أوشحة
الفجر / التریاق).
Axîn Welat ji başûrê rojavayê:
Li sala 1970yê li qeraxên bajarê Efrînê tev li vê direwa mezin bûye.
Bi herdû zimanan dinivîse, kurdî û erebî. Bêhtir ji berhemê çap
kiriye : Helbestên Bê Ziman û Zarokên êgir.
Dawî