|
Ji nav weşanên Wezareta Rewşenbîriya
Kurdistanê-Birêvebiriya Giştî ya Rojnamevanî û
Çap û Belavkirinê, bi jimara 292an, kitêba
nivîskar û dîrokzanê kurd Wezîrê Eşo ya bi
sernavê“ Pariyê Berdemayî” derket.
Wezîrê Eşo kitêbê diyarî “ bîranîna birê xwe
Ezîzê Eşo ya geş û pîroz” dike. Pêşgotina
pirtûkê bi destê nivîskarê Kurd Eskerê Boyîk
hatiye nivîsandinê. Esker bi dûrûdirêjî ronahiyê
dixe ser jiyan û berhemên Wezîrê Eşo û naveroka
pirtûka wî. Ew behsa jînenîgariya Wezîr dike û
dibêje: “Nivîskar, rojnamevan, zaniyar,
wergervan, karkirê civakî yê Kurd yê bi nav û
deng Wezîrê Eşoyê Hûtî 1ê mijdarê sala 1934a li
paytexta Gurcistanê– Tivlîsê ji dayik bûye.
Piştî temamkirina dibistana gundê Pampê (niha-Sîpan)
li nawça Ermenistanê ya Axbaranê (demekê jî ya
bi navê Elegezê ya heft sale û ya Tivlîsê ya
navîn ew sala 1953a fakulteta tarîxê da ya
Zanîngeha paytextê Ermenistanê–Yêrîvanê da tê
qebûlkirinê û gava ewê temam dike salên
1958-1961ê gundê xwe yê Kurda-Pampê da wek
serokê dibistanê kar dike. Salên 1961-1963a wek
berendamê doktorayê beşa Kurdzaniyê ya înstîtuta
Rojhilatzaniyê da li Lêningiradê (niha-Pêtêrsburg)di
nava tarîxa Kurdistanê da kûr dibe. Salên
1964-1983a wek rêdaktor û pişt ra jî rêdaktorê
sereke di radiyo û têlêvizyon, her wa weşanên
Ermenistanê yên dewletê da yên çapkirina kitêban
da kar dike. Salên 1983-1994a karê rêdaktoriyê û
wergervaniyê di beşa weşanên Kurdî ya Radiyoya
Ermenistanê da bi cî tîne. Wezîrê Eşo xwedanê
çend kitêbên novêl (çîrok) kurteroman, lê her wa
yê lêkolîneriyê û wergeranê: (Mizgînî), (Dengbêj
kal bibû), (Pamp-Sîpan) (Xaçatûr Aboviyan û
berhemên wî yên Kurdzaniyê yên bi ser navên
(Kurd) û (Ezdî) (Xebera dosta), ku salên cihê–cihê
bi tîpên kîrîlîk li Yêrêvanê hatin weşandinê.
Bilî wana novêl û wergerên wî ser rûpelên
berevok, antolojiya bi navê (Bahar) jî hatine
çapkirinê, ku weke berevoka berhemên şaîr û
nivîskarên Kurd salên 80î salê carekê li
Yêrêvanê dihat weşandinê….”
Her
weha, Eskerê Boyîk balê dikişîne ser naveroka
çîrok û novêlên Wezîrê Eşo û dibêje: “Emê di vê
beşa nivîsa xwe da bi giştî ser komêntarkirin,
şîrovekirin û nirxandina wan novêl (çîrok) û
kurteromanên Wezîrê Eşo rawestin yên ku di vê
berevokê da hatine bi cîkirinê. Di destpêkê da
em pêwîst dibînin bêjin, ku piraniya berhemên vê
berevokê cara yekemîn tên weşandinê û bi ser de
jî cara yekemîn bi tîpên latînî. Û cara yekemîn,
ku ew li welatê nivîskar tên çapkirinê û ber wê
yekê jî gorî xwendevanên li Ermenîstanê û
Yekîtiya Sovyêtiyê, ku jimara rûniştevanên Kurd
nagihîje mîliyonekî jî vê carê xwendevanên Kurd
yên bi jimara bêtir û bi goveka berfirehtir
dikarin feydayê ji berhemên W.Eşo bistînin.
Piraniya berhemên vê berevokê bi naveroka xwe va
yên avtobiyogirafîkin, yên bûyerî û hetanî
dokûmêntarin jî, yên derheqa wê jiyanê û wan
bûyeran da, ku nivîskar bi xwe dîtiye û di nava
wan da jiyan kiriye û ber vê yekê jî, weke ji
naveroka wan berheman kifş dibe, ewê jiyanê
bandorek, tehsîreke mezin li ser wî hiştiye. Û
emê metelmay nebin, ku ewê, rasttir, naveroka
wan berheman wê tehsîreke mezin ser bîr û bawerî,
û hest û hisên xwendevanan jî çê bike. Lê
xwendavanên, ku haya wan ji dîrok û sîstema
welatê Sovyêtiyê kêm yanê jî qet tune nikarin,
weke dibêjin, ser naveroka hinek berheman va
vebin, ser va herin,
tê
bigîhîjin kanê sebebê nîşandana hinek bûyeran û
pêrsonajan çiye. Û ji bona naveroka hinek
berheman, rasttir, hinek bûyerên, ku di wan da
çê dibin xwendavanên va weke paradoks, weke
tiştekî sêyr û ecêb kifş nebe emê ser naveroka
du kurteromanên vê berevokê rawestin, wana
komêntar bikin ber ku têgihîştina naveroka wan
ji bona xwendevanên Kurd yên dervay Sovyêta Berê
dijwartir dibînin.„
Pariyê
Berdemayî ji van çîrok û kurteroman û novêlan
pêktê:
Girtiyê Hepsa Diyarbekirê
Pariyê
Berdemayî
Her bi
tenê dayika min zêndî bûya
Ez
Başim
Îbrahîm Beg
Kumreş
Vagona
Sexletî da
Mîsak
Sîsakîç
Ew
çûyîn bû- çû
Jina No
Xezal û Kûsî
Hey
babam hey dadam
Gaziya dû gur
Malê kanê nanê gavîn.
Pirtûk ji 415 rûpelan pêktê û bergê wê bi
tabloya hunemend Dr. Mihemmed Arif hatiye
xemilandin. Eve jî çîrokek ji yên pirtûkê:
“Gaziya dû gur”
(
Çîroka ser vê gotina gelê Kurd)
Go, zemanekî buhûrî da gurekî har li
çiyayên Kurdistanê peyda dibe, ku rojê carekê
xwe diavêje nava kerê pezê gunedekî, carê sî -çil
pezî pê qîlên xwe şerjê dike, cendekê wan li
çolê dihêle û pişt ra hêja pezekê dide ber
sîngê xwe, didefîne dibe derdixe cîkî dûrî xewle
û li wir vediçirîne û dadibelîne. Ecêbeke reşe
giran: kelbên şivanan yên here dir û gurêx
newêrin xwe bidin ser wî gurê har. Carina jî
wisa tele tel tê, ku hetanî şivan bi hatina wî
dihesin, hetanî <<hoce –hoca>> dikin, kelban
berî wî didin ew pê ra digihîne pir pezan şerjê
bike. Go, gava pezek jî dida ber xwe – didefand
dibir û kelbên her gurêx dû wî diçûn – ew cî da
radiwestiya û gava digirijî kelba saw jê
digirtin, dêlên xwe dikirin nav lingên xwe, dibû
kaste kasta wan û şûn da dizivirîn. Go, sawa wî
haqas pir bû.
Eynî zemanî da, go, li Kurdistanê
kalemêrekî deng dabû, extiyarekî dinêdîtî û
aqilmend û bi pê ra jî bihûrtî, ne xalî,
Xwedêdayî. Go, wî zimanê har û mara, zimanê hemû
terewil, rawir û teyredên cîhanê zanibû û her
yekî ji wan re bi zimanê wan diaxivî. Go, mezin,
gire girên gundên hewîrdor li hev dicivin,
şêwira xwe datînin û biriyarê distînin, ku çend
merivên xwe bi rê bikin bal vî kalemêrê aqilbend
û bihûrtî belkî ew çare, îmkaneke xilaskirina
wan ji vî gurê har dibîne. Tên bal wî kalemêrî û
jê ra dibêjin, erê, welleh, hal û hewalê me û
gurê har eve û rica jê dikin çareke xilasbûna ji
vî gurî ji wan ra bibîne. Kalê guhdariya wan
dike, dilê wî bi wan dişewite û soz dide wan, ku
wê alîkariya wan bike, çarekê ji wan ra bibîne.
Sivetirê nan û pêxwarina xwe dixe hevanekê,
davêje milê xwe, wekazê xwe hildide û berê xwe
dide çiya û baniyan, çol û çolistanan. De,
merivekî bihûrtî bûye û ciyê ku gur wî zemanî lê
bûye, zanibûye. Pir diçe, hindik diçe li serfêza
gundekî rastî vî gurê har tê. Bala xwe didê zikê
gurê har piştê va qemitiye û çavên xwe berdaye
kerekî pêz
ku li berpala çiyakî bilindî hasê yê serfêza wî
gundî diçêriya. Kalê bi gurekî silavê dide gur û
jê ra dibêje:
Guro!
Hi,
kalê, gotina te çiye?– Gur jê dipirse, lê çavên
xwe jî ji kerê pêz nabire.
Guro,
- Kalê jê ra dibêje, - ez îro hatime ricakê ji
te bikim û şîretekê li te bikim.
Bêje,
lê her bi tenê zû,-gur bersiva kale dide , lê
çavên wî dîsa li wî keriyê pêze, ku bi çêre
çiyayê bilind va hêl dide û ranêzikay heçê wî ra
kiriye.
Guro,
-Kalê jê re dibêje,-tu rojê xwe davêjî nava kerê
pezê gundekî, sî-çil pezî şerjê dikî, cendekê
wan li erdê dihêlî û dawiyê hêja yekê didî ber
sîngê xwe, didefînî, dibî û dixwî. Gava her bi
tenê pezek ji te ra pêwîste, gava bi pezekê tu
têr dibî û bi ser da jî nîvê cendekê wê bêtir
ber te dimîne – îdî tu çima haqas pezê xelkê
badilhewa, bêxeda şerjê dikî. Te gotineke gelê
kurd bihîstiye?
Çi
gotine? –Gur jî bi pirsiyarkirin bersiva kalê
dide.
Kalê hêja wê gotinê jê ra eşkere dike:
Ewa
dibêje. << Gur hate dîhara–weyî li halê sêfîl û
jara>>.
Lê
tu çima vê gotinê ji min ra dibêjî? – Gur ji
kalê dipirse.
Awa
ji ber çi, - kalê bersiva vê pirsiyara wî dide.
– Xizan loma xizane, çimkî, weke dibêjin, Xwedê
jê standiye, qismet ser wî biriye, qismetê wî
qelandiye. Loma jî, gava gurên weke te dikevin
nava kerê pêz–bêtir pezê xizanan ber wî dikevin.
Carina jî sê pezên xizanekî hersê jî tên
serjêkirinê. Çimkî ew miyên doşanîne, zayine bi
wê yekê şîr, mast, penêr û rûnê devê zarokên
mala xizan yên hûr ser wan tê birînê. Ew birçî
dimînin, dikin zare zar, lê dê û bavên wan jî
hew dikarin zikê wan têrkin. Lê ev zarok ne
gunene, ne webalin. Qet gunê te bi wan nayê?Gelo
baştir nabe, ku tu vir ha da her bi tenê pezekê
ji bona xwe ji nava kerê pêz veqetînî, ku ne ku
bi tenê wê têra te, têra têrxwarina te bike, lê
bi ser da jî wê ber te bimîne. Baştir dibe, ku
ew pez, ew mih jî ya malbateke zengîn ya xudanê
çend sed pez be ber ku bi yekê ew mal zerareke
mezin nakeve, doşaniyê wê têra zarokan dimîne û
zêdetir jî.
Kalê, - gur got, - eger ez ya te bikim, li peza
mala zengîn bigerim, hetanî vir da, hetanî wê da
şivanê bi kelbên xwe va dorê li min bigirin. Lê
eger ez bi rev sax û silamet ji nava çembera wan
derkevim jî ez ê wê rojê birçî bimînim.
De
qet nebe, - kalê bi mecbûrî ji gur ra got, -
pezekê bi tenê ji xwe ra bibe, ew ya kê jî dibe
bera bibe, ewên dinê badîhewa, cîkî boş û betal
neke berete.
Ez
wê yekê jî nikarim bikim, - gur gote kalê, - ber
ku hetanî sî-çil pezî şerjê nekim goştê wê peza,
ku ji xwe ra dibim, ber min da naçe.
Lê
wê çawa be?– kalê ji bêçariya xwe ji gur ra got.
Wê
çawa be, - gur bersiva wî da, - tê li vê tangê
şîretên xwe bidî birînê, herî mala xwe, lê ezê
jî hewil bidim xwe, ku xwe kerê pêz ra bigihînim,
ber ku, eveke, ewê piş çiyê da biqulibe, lê di
min da jî ji birçiya haqas hêz û hereket nemaye,
ku ez hetanî heçê çiyê hêl bim û wê wêdetir jî,
kî zane, çiqasî bimeşim.
Got û
ji bal kalê çing kir, banizda, berê xwe da
hevrazê çiyê. Kalê çend cara deyî li wî kir, dû
wî kire gazî, ku wî ser wê rê bide rawestandin,
şûn da vegerîne, lê gur nerawestiya û ne jî piş
xwe va zivirî.
Kalê
por û poşman vegeriya mala xwe.
A ji
vî zemanî da, piştî vê bûyerê ev gotina:<<
Gaziya dû gure>> nava gelê me da tê bikaranînê,
bîranînê, gava şîretên li merivên serhişk û
xirab weke tiştekî bêfeyda, boş û betal dibînin,
gava bûyereke xirab îdî ji zefta meriva
derdikeve û îdî ne mûmkûne pêşiyê li wê bigirî,
bi cîhatina wê nîvî da biteribînî.
|