Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.R.K    The West Kurdistan Intellectuals Union

28 January 2008 16:02

 


Bêwar Brahîm
 

Ezela ber bi rojê ve
Bêwar Brahîm


Di wê şeveqa sar û cemidî de , serê xwe ji bin lihêfa xewnên sipî û kabûsên reş derxist , li navbera maxên beştên şikestî , tebabekî , mêze kir , li xurînî , çixareyeke stûr pêça û bi agirê birçîbûnê vêxist , û hêdî …hêdî , dûmana çixareya xwe berda binê lihêfa sar û cemidî .
Dîwarên jiyanê , li ber çavên wî , bûn neynikên şikestî û kerizî , dîmenên zelal dikirin perçe .. perçe .
Bi laşekî giran , bi hestekî birîndar û dudilî , xwe girêda û berê xwe da cihê kar .
Zêrevaniya imbarên Genim , di / Mîra / de , karekî zor giran bû li ser milê wî , lê agirê birçîbûnê , goşt û hestiyan dide ber şewata xwe .
Di gel ku ew mirovekî bi wijdan û dest paqij bû , lê …, Iblîsên perîşaniyê car..caran berê wî didane çewalên Genim , her carê têra tenûreke nan , bi xwe re dibire malê .
Bi sedema vî Genimî , Mişk ji mala wî xalî ne dibûn , bibûn ji kufletê malê .
Jin û her sê zaroyên wî , ne li malê bûn , rahişte beroşeke orte , hineke ji Genim xiste binê wê , û li ser tifika zilim û zorê , bi rûnê stiriyên beyabanan , hêdî ..hêdî qeland , û bi jehra reş û sipî , ew Genim tevda û li hev xist .
Ji reqreqa tav û birûskên xedir , xiyanet û xapandinê , reqreq û lêdana deriyê malê , ku bê kilît bû , ew di cih de lerizand , lê … dema çav bi koma leşkerên dewletê ket , kevçî ji destê wî kete erdê û çavê wî ziq mane vekirî .
Susret û lerizandina wî dûm nekirin , , ew bi dahf û bêhnan , li pêşiya xwe ajotin ziandanê , bê pirs û bersev , laşê wî di nav Darên lêdanê de , bû mîna kirasekî rizyayî , tiştek ji dijûn û siqêfên wan seh nekir , bi tenê dengeke derbasî guhê wî dibû :

- Haaaa … dizê Genim , Tû û kê hevparên hevin ?! hûn Kurd ji berê ve diz û xayinin !! Te ev ceger ji ku ve aniye , ta wisa bi tonan Genim ji dewletê didize ??!!!!
Di gel ezara êşkence û lêdanê jî , lê … , qamçiyên peyvên wisa , dil û giyanê wî birîndar kirin , kawî û kerameta wî ji hev tarûmar kirin , nemerdî nekir û got :

- Em Kurd , ji we û rêberên we bi şeref û romettirin , min bi tenê çend çeng genim , bi xwe re dibire malê , lê… hûn welatekî ji Genim û Petrolê didizin ûûû …???
Sed mixabin … , ku peyva dawîn , di gewriya wî de , bû qêrîn û hawar , di bin darên lêdanê de , bi vemirandina qêrîna dawîn , mûma canê wî vemirî .
Mîna laşekî , yê lawiran , termê wî avêtin dawiya Pîkabekê zinger-girtî , û bê mehder ew avêtin ber deriyê mala wî , dema cîran lê kom bûn , berê Tifingên xwe dane wan û gotin :
- Laşê vî Segî !! bê deng , ji derveyî bajêr veşêrin , me silogan û xwepêşandan navên !!!
Piştî meşiyan , cîranan rahiştin termê wî û derbasî malê kirin , lê ji susreta qederê , terim ji destên wan hate xwarê , dema çav bi her sê zaroyan û diya wan ketin , li dora beroşa Genimê qelandî bibûn terim , ku ji birçîna binê beroşê paqij kiribûn .
Cîranan , çar gor , di hindirê malê de kolan , ew veşartin , deriyê malê bi zincîra perîşaniyê girtin û meşiyan .
Buharan tovên xwe belav dikirin û diçûn , havînan werzê xwe hiltanîn û bi kelkela rojên dijwar re dibuhijîn , Payizan pelên xwe rût dikirin û bi bayê re difiriyan , ewrên zivistanan barên xwe datanînin , bi berif û baranan re dibariyan , demê kir û ne kir , ku navê mala wî , di nav rûpelên ferhenga jibîrkirinê de tomar bike , nikarîbû .
Ji akama zilim û zorê , ta roja îro , tovê tiştekî li şûna mala wî kad nade , lê … çar darên Berûyan , bi serbilindî , vîn û deyaxê , bi berbangên rojê re û bi ronaka azadiyê re , li ber ava nejbîriyê , şaxên wan dikenin û pelên wan diçirisin .

* Ev çîrok min bi zimanê kurdî afirandîye , û di kovara Nûbûn ê , bi şaşî di beşê wergerê de hatiye belav kirin .









                                                                     

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1