| |
Hevpeyvîn bi helbestvan Yûsifê Berazî (Bêbuhar)
re: Çîroka min bi helbestê re dûr û dirêj e
Hevpeyvîn: Miş'elê Osman (bavê Nisrîn)
Fêselê Qadirî (bavê Zoro)
Mamosta Bêbuhar xwezî tu xwe ji xwendevanan
re bidî nasîn?
Ez Yûsif kurê ‘Elî’ Elîyê Şêxo me, pêşî cîwarê
bav û kalên me bajarê Kobanê bû, lê piştî
fermana osmanîyan bav û kalên me çûn bakurî
bajarê Helebê li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. Ez
di sala 1931 ê de li wî gundî ji dayik bûm, di
sala 1947 ê de me jê bar kir û em li Minbicê bi
cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954 ê
de em hatin bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî em
lê dijîn.
Berî tu bibî helbestvan, tu stiranvan bû: di
vî warî de tu çi dibêjî?
Belê... rast e berî ku ez bibim helbestvan dengê
min gelekî xweş bû, min li tenbûrê “biziq”
dixist û min bi heval û dostên xwe re di civatên
gelêrî de stiran digotin.
Bibûre, gelo we di dawetan de stran digotin?
Na. Stiranên me wek ku min gotî hew di şevbuhêrk
û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de
tomarkirin tunebû.
Mamosta Bêbuhar çîroka te bi helbestê re çawa
bû?
Hê ê ê!!! Çîroka helbestê… Çîroka min bi
helbestê re dûr û dirêj e, ezê bi kurtayî ji we
re bibêjim..
Berî ku ez têkevim warê stiranê de, min ji
helbestê hez kir, min di rêya dan û standinê re
jê re kar kir. Min seydayê nemir Cegerxwîn nas
kir û têkiliyên min pê re xurt bûn, dûvre
têkiliyên min bi mamosta Reşîdê Kurd re çêbûn.
Wî jî hişt ez hînî rêzimana kurdî bibim. Mele
Sîrac û mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn,
lê nayên bîra min. Min di rêya van ciwamêran re
gelek pirtûk xwendin, mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê
Xanê, pirtûkên li ser pêlawaza, yên li ser
dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê farisî
jî.
Ji sala 1966-1979 ê de, çi helbesta ku min
dinivîsand, min ji seydayê Cegerxwîn re dibir
daku serrast bike. Hê ê ê..Seydayê min... Rojeke
duşemê, sala 1979 ê ez çûm cem wî, di pê re
seyda çû Siwêdê, rojeke duşemê sala 1984 ê
vegeriya, lê bi saxî çû û mirî vegeriya.
Di dîwana “Zindan” de diyar dibe ku te şerê
beg û axa, şêx û mela kirîye, di vî warî de tu
çi ji me re dibêjî?
Rast e..min şerê hinka kirîye, lê min pesnê
hinka jî daye. Belê , jiber ku hinek ji wan
dijmin kirasê şêxtiyê, meletiyê li wan dikir,
wan jî dijminê xwe jibîr dikirin û berê tifingên
xwe didan hev û di wê navberê de milet dihate
kuştin. Her êlek her, 'eşîrek bi yekî ve dihat
girêdan û ew yek jî berê wan bida kuderê diçûn
wir, bi rastî ew karê ku dikirin
berberî-parçebûn- 'eşîrtî diket xizmeta dijmin.
Dijmin jî di wê çaxê de ne çavgirtî bû, çavên
wan vekirî bûn, camî –mizgeft- ava dikirin, lê
dibistan avanedikirin, çi axa çi şêx serê xwe
hildidan dijmin ew dikuştin. Miletê me jî
nexwend e bû, dibêjin ku dilê mirov reş bû,
davêje çav, çav kor dike, ev çav mirov dibîne lê
çav ber xwe nabîne, lê li hember wan kesên xerab,
yên qenc jî hebûn xizmeta miletê xwe dikirin.
Tu helbesta nûjen çawa dibînî?
Eger mirov zanibe helbesta nûjen wek Şêrgo Bêkes,
Bedir Şakir El Seyyab û Nazik El Melaîke binvîse
û ji heq derkeve bela binvîse. Piranî çi bêje,
ez pê re me.
Gelo pêlawaza kurdî bi pêlawaza erebî ve tê
girêdan?
Pêlawazên rojhilatê ji Hindê bigre ta bighêje
kurdan, tev bi hev ve têne girêdan. Çima bi hev
ve tên girêdan ? Îro ez karim bêjim ku pêlik «
tef'îlat » ne yên ereban tenê ne, yên kurda hîn
ji berya misilmantiyê (22) bîst û du pêlawaz «
behir » di pirtûxanên sasanîyan de hebûn. Ehmed
Xelîl Ferahîdî 16 pêlewaz « behir » ji ereban re
danîn. Hûn dizanin ku rêzimana erebî berî Sîbewê
û Kîsaî tunebû.
Gelek hunermend ji gulîstana te gul çinîn û
bîn kirin, ew hunermend kî bûn û çi rengê gulan
bûn?
Yê pêşî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bû. Di sala
1967 ê de min ew nas kir û min gelek helbest
tevî awazan dane wî.
Mîna:
Hebs û zindan gotin û awaz Bêbuhar.
Perwîn gotin Rêncber awaz Bêbuhar.
Rabe ji xewê gotin û awaz Bêbuhar.
Şînbû rîhan gotin û awaz Bêbuhar.
Eman dilo gotin û awaz Bêbuhar.
Gulîzar gotin û awaz Bêbuhar.
Dilê min her bi ahîn e gotin Bêbuhar awaz
mamosta Mihemed Elî şakir.
Şêrîn tu cînara min î gotin Bêbuhar awaz M.M.
Elî Şakir.
Mehmûd Ezîz çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran
li wir tomar kirin.
Piştre Se'îd Gabarî derket. Hat cem min, min sê
helbest danê
Ew jî ev in:
Koçê mi bar kir.
Hat xweş buhar.
Bê bext felek.
Ew jî çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran tomar
kirin.
Di sala1968 ê de min hunermend Mihemed Şêxo nas
kir, min gelek stiran dan wî jî. Di sala 1973 ê
de ji Beyrûdê hat cem min, min stiran dane wî û
çû. Di sala 1983 ê de M. Şêxo vegeriya, 3 kasêt
tomar kiribûm. Ez dikarim bêjim ku serê sedî
heftê helbestên min bûn.
Mîna:
Hebs û zindan
Ez bûm ferar
Şêrîn tu cînara min î
Rabe ji xewê
Yarê şekir
Pismamo
Şeva tarî
Dayê (ez jî bi cî bim)
Dayka dilovan
Eman eman
Çibkim bi can
Derdan çi ez dil jar kirim
Koçê mi bar kir
Welat welat
Gulîzar
Eman dilo
Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar)
Kûba û Vêtnam.
Û gelek hunermendên dî hene. Bi rastî min
dixwast ku ez helbestên xwe di rêya hunermendan
re belav bikim. Dibêjin her gulek bi rengekî ye
û hunermendên jorîn her yek ji wan dibistanek e.
Mînak hunermend Mihemed Şêxo ew ne hew dengbêj
bû, lê têkoşer û dilpak bû. Wî gelek zehmetî
kişand lê ji doza xwe venegeriya û bû hêmayek di
nav milet de.
Hebs û zindan, Perwîn, Gulîzar, Şînbû rîhan
gava bi stiran te li wan guhdar kir, çi bi
pênûsê hat?
Bi Xwedê min got pênûsa min lal bû, deng pêket,
terqîn jê hat..
Têkiliyên te bi apo Osman Sebrî re hebûn?
Min Osman Sebrî di sala 1954 ê de nas kir. Berî
ku ez dîwana “Zindan” çap bikimm, ez di rêya
Dîlawerê Zengî re çûm Şamê cem Osman Sebrî,
dîwna min xwend û ji min re got çap bike ,di pey
re min çap kir. Ji sala 1984-1992 ê ez diçûm cem
wî, dilxweşî dida min, min çi pirs jê kiriba ji
min re kêm ne dikir.
Di van salên dawî de gelek pirtûk tên
weşandin, lê gava tu wan rûpel dikî gelek
şaştiyên rêzimanî û rênivîsî têde dibînî, eger
komîtyek ziman heba ma wê ne baştirba?
Ev babeta han li her derê min aniye ziman, min
ji nivîskarên me re gotiye, em karibin li hev
rûnên, em li ser rêziman, li ser rênivîsê
bighêjin biryarekê, xortek tiştekî ji me re
bişîne, em karibin lê vegerînin, em karibin
govarekê sêmehî derxin. Lê em nigihiştin tu
biryarê di vî warî de.
Berhemên çapkirî çine?
1. Zindan helbest /1988
2. Bang hebest /1997
3. Raperîn helbest /2002
4. Serxwebûn helbest/2006
Di dawiya hevpeyvînê de em pi spasiya te dikin
ku te ev derfet da me û ku te dilê xwe ji me re
vekir.
|
|