| |
Min ji çûyînê hez dikir
Şengül Oğur
Dê cardin venegerin rojên bihurî herçend baran
bibare jî bi ser bijangên bi birîn, di
berbeyaniyên biharê ên bi nalîn de. Na, nebêje
çima berbang mîna berê ne sorîn
in, ne nazenîn!!
Ew çiyayên ku me di reşikên çavê xwe de çandin,
hilweşiyan, herifîn bîr û bawerî.
Niha bitenê em dikarin bigirîn li ser meytê xwe,
em dikarin şînê bigirin encax. Êdî
kulî bi reng û bîna nêrgizan dibarin û li ser
cêynîka min cî digirin.
Kolan vala ne, ziwa ne, bê hest û giyan in. Di
her gavê de pêlî bîranînên mirî
dikim, diêşînin gavên min. Ji xeynî qêrînan tu
awaz nayê ji van kolanan û van
bajarên sêwî..
Niha hemû dar di siya tenahiya me de diqufilin.
Çivîkan zû de ji vî bajarî koç
kirine û berf dibare bi ser tenahiya me de, berf...!
Herî pir ji berfê hez dikir te, û ji nêrgiz û
sosinan...
Di biniya wî ezmanê reşeşîn de ji çurisîna
stêrkan û birêkirina wê heyva bêdeng
hez dikir te.
Min di reşika çavê te ê bi baran de ji
mahkumkirina gerdûnê hez dikir.
Û ji porên te ê simbilîn, mistkirinê. Li ber
hênikahîya te di xewn û xeyalan de
çûyinê.
|
|