| |
Civîna Brûkselê – sûde û ziyanên wê
Selah Bedredîn
Ji demekê ve ye ku pirs û danûstandin berdewam
dibin ji layê dost û nasan ve ji çavnêrên rewş û
barûdoxên siyasî yê Sûrî û rewşenbîran ji derve
û hundirî welêt, û hemû bi piranî vê pirsê dikin:
Gelo, tu dê di civîna Brûkselê de beşdar bibî?.
Diyar e gelek sedem hene ku dost vê pirsê ji min
dikin, yek ji wan ew e ku ez jî weke xeynî xwe
ji kurdên Sûriyê têkildar im bi hertiştê ku li
wî parçê ku ez jê me diqewime, û bi tevahiya
doza kurdî, wihareng e ku ji maf û hem jî erkekî
min e ku ez alîkariyê bikim di tiştê ku ez
dibînim baş û şayeste bo berjewndiya doza
demokrasî û guhertinê li Sûriyê û mafên gelê
kurd.
Sedemê din jî yê nêzîktir ji mijarê ew e
beşdariya min di civîna ku hate naskirin bi navê
”Kunfiransa Waşintonê” ya kurdên Sûrî û
beşdariya min ya aktîv, tevî xeynî min – da ew
civîn bi ser bikeve, û hilandina astengiyan ji
pêşiya pêkanîna armancên wê yên ku bi cih nebûn
weke ku me dixwest. Sedemê dawî jî ew bû ku
xwesteka giştî li nik tavilê tiwêjên milletê me
bi gihiştina yekkirina refê kurdî sûrî û
lihevkirina hemiyan derbarê formeka programî ya
yekgirtî tevî nûneriyeke legal bo adrêskirina
hundirê Sûrî û tevahiya cîhanê.
Ez dê hewil bidim ku di vê nivîsê de, weku
bersivekê li ser pirsyarên dost û hevalan
sedemên dûr û nêzîk yên ku hiştin ez dudil bibim
derbarê civîna Brûkselê – di bin navnîşana wê ya
aşkerkirî de ”Kungra Welatperwerî ya Kurdên
Sûriyê”, li vir ez lêborîna xwe ji xwendevanan
dixwazim ku ez sazkerê civînê bi "kelêneder/kuntraktor"
bi nav bikim, ji dêvla navê wî yê ne eşkere li
ser asta kurdî ji ber tevgerên wî yên herî dûr
ji usul û teqalîdên ramyarî, herweha ew dide
zanîn ku ew ji encam û biryarên ”Kunfiransa
Waşîntonê” tev digere, lê helbet ev bi hewceyî
ronîkirin û rastkirinê ye.
Bêguman, ez li Waşîntonê amade bûm ji ber ku min
bawer dikir û wek ku min ji ”kuntraktorê” civînê
fam kir ku kurdên Amerîka û Kanadayê dê civîna
xwe girê bidin, û beşek ji civînê dê di yek ji
holên Kungreya Amerîkî de li dar bikeve, û di
dema civîna yekemîn di roja yekê de li salona
otêlekê û bi amadebûna 40 kesî ji kurdên Sûrî, û
piştî guhdarkirina pêşgotinek netebitî û heme
hema ji layê ”kuntraktor” ve, û piştî nerîneke
hûr li hindek beşdaran ya ku mirov geşbîn
nedikir, ez bi hestê xwe têgiham ku kêmasiyek
heye tev li armancên nehênî, û ji ber ku ez
yekem axaftevan bûm, min hewil da ku ez ji
destpêkê de xalan li ser tîpan deynim û nameyeke
kurt ya watedar bighînim her kesê têkildar bi
mijarê ve, û prenesîpên bingehîn destnîşan bikim
û min got:
— "Em hatine da beşdar bibin di civîna kurdên
Amerîkayê de yên ku ji tiliyên herdu destan ne
zêdetir in û yên vexwendî bi du caran qasî
sazkeran e, û ji nişkave me bangin bihîstin ku
civînê mîna ”kungreke netewî” dihejmêrin, û ev
tişt nayê pejirandin ji ber ku beşdar miletê
kurd li Sûriyê temsîl nakin, ya rasttir jî ku ew
hema hema û bê xwendineke hûr hatine vexwendin,
û hê jî em bi dizî û eşkere dibihîzin ku hindek
hene hewil dikin ku bibin alternatîvek ji
tevgera siyasî ya kurdî li welêt re, û ev xêzeke
sor e nabe ku derbas bibe, û partiyên kurdî –
tevî hemî rexne û têbîniyên me derbarê karên
serkirdayetiyên wan – dîsa stûna herî bi hêz ya
tevgera netewî kurdî ne.
Ev bangewaziya min bandora xwe kir û ji layê
piraniya amadebûyan de hate pejirandin, lê
hindek ji wan yên niyetxirab û tije bi kîn û
dijminahiya partiyên tevgera kurdî yên bê par ji
keltûra demokrasiyê û diyalogê, û bi taybetî
kuntraktor madzer bûn û li wan nexweş hat. Wek
ku min berê jî anî zimên, min di navbera xwe û
xwe de biryar da ku ez berdewam bikim û ne
giring e yên dîtir çi dikin, tev ji bo ava rûyê
Sûriyê biparêzim, û min kar kir bo hilbijartina
kumîteyeke biçûk bo formkirina hindek prensîpên
giştî ku bibine bingehek bo beyannameya kutahiyê,
û di heman demê de bibine rêberek bo prensîpên
kar ku axaftevan jê destpê bikin di roja duwem û
dawî de li pêşiya mêvanên 'ereb û biyanî di hola
amadekirî li Kungreyê, û ev pêşniyara min pêkhat
bi xêra arîkarî û piştgiriya hindek rewşenbîr û
çalakgêrên welatparêz û kumîta ku min tê de
beşdarî kir 13 bend derxistin û hate pêşkêş
kirin bo civîna giştî û bi tevahî hate
pejirandin, û hîn jî ew li nik min in ku bi
xêzên destên min hatine nivîsîn.
Di roja didwan de, civîn li gor programa xwe
berdewam bû, û min jî stûbariya xwe bi cih anî,
û di dema ku min beşê duwem bi rê ve dibir û
mêvan didane nasîn û bi taybetî yên 'ereb, min
li pêşiya wan nerîna kurdî bi hûrî, û zelalî û
bi rastî diyar kir di goftûgoyeke dirêj de,
piştî ku hindekan ew di bin reaksiyonê de weke
yeke dijmin bo gelê ereb dane xuya kirin di
demekê û li ser minbereka ku diviya bû gotara
kurdî rastiyane û dostane be, û rol û hestên
hevparê ereb bigire ber çav.
Bi rastî, min ji vê ezmûna xwe gelek têbînî û
encam wergirtin weke:
Yekem: Giringiya civîna Waşîntonê, tenê di dem û
cih de bû, û ne bû ”lêvegerke netewî” û hazirî
jî ne li gor wê giringiyê bûn, û beşdarî jî pir
kêm bû ya kurdên Amerîka û Kanada tevî ew gelek
in û bi hezaran in, û ez têgiham ku wan nizanîbû
çi dibe, tevî ku me ti hebûneke rastiyane ji ti
kumîteyên amadekar nedît û wisa tunebûna planeka
diyar bo programa kar yan ti mekanîzma
birêvebirina karûbarên civînê, û ne jî ji layê
ragihandinên lokal û derve ve baş hate neqil
kirirn û ti amdekirina sozan bi dezgehên Amerîkî
re çê nebû, tevî ku ti endamên Kungireyê li gor
ku hatibû gotin amade nebûn, lewra ez pir bi
mixabiniyê hest bûm derbarê bextê kurdên Sûriyê
yê reş ji mirovên ku bi dehan sal li welatên
demokrasiyene jiyane û nikaribûn ji ezmûna wan
hîn bibin, bi kêmanî di warê şefafiyet û
rastgotin û diyaloga rast de, û bi vî rengî
kurdên Sûriyê têkçûn û nikaribûn vê derfeta
zêrîn di paytexta mezintirîn dewleta cîhanê de
qezenc bikin û doza xwe pêşkêşî xwediyê biryarê
û raydaran bikin. Pirsa ku li vir tête holê ew e
ku: Kî berpirsiyar e?
Duwem: Tiştê hê xirabtir niha ew e ku
”kuntraktorê” civînê diyar dike derbarê hebûna "Kumîteyek
Amadekar ya ji Kunfiransa Waşîntonê derçûye bo
girêdana Kungira Welatparêzî ya Kurdên Sûrî", ev
tiştê ji rastiyê dûr, dûrahiya erd ji asmanan!
ji ber ku kumîteya gotî ne hatiye hilbijartin di
civîna Waşîntonê de, lê ez agahdar bûm ku "kuntraktor"
bi xwe çend kes derengî şevekê piştî bidawîbûna
karên civînê destnîşan kirine, û formkirina her
13 bend û biryaran, ta ku ev kumîteya gotî
piraniya wê ya mezin ne civiya ye jî û hay ji
civîna Brûkselê tune bû ta ku ji hindek malperên
kurdî yên Internêtê bihîstin, û herweha tiştê li
ser bingeheka nerast ava bibe, teqez wê ne rast
be, tevî ku Civîna Waşînton ê û li gor bendekê
ji bendên beyannameya wê ya kutahiyê, pêşniyar
dike karkirina bo pêkanîna yekîtiya tevgera
kurdî di riya danûsitandinê bi hundir re, nek bi
inkarkirin û derbaskirina bingeha pêşîn û sereke
ya li welêt!
Sêyemîn: Keç û kurên revendên me li tarawgeh û
sirgûnan, di van salên dawî de, û bi taybetî paş
rabûna kurdî li Sûrî beriya du salan, bi gelek
faaliyet û çalakiyan rabûn û gelek civîn û
mîtîng li minber û meydan û parlementoyan
girêdan wek piştgirî û alîkariyekê bo xebata ku
li hundirê welat dibe. Bêguman, berdewamkirina
van çalakiyan wê bo berjewendiya kêşeya me ya
netewî ya adilane be, û ji vê rastiyê pêwîst e
em Kunfiransa Waşînton ê û Civîna Brûkselê
bihejmêrin aynî weke Civênên Parîsê, Swêdê,
Elmanya, Holenda, Belçîka, Hingariya, Îmarat,
Rûsya û weke Hefteya Rewşenbîrî ya taybet bi
kurdên Rojavayê Kurdistanê ya ku Kumbenda Kawa
bo Çanda Kurdî li Kurdisata Iraqê ew li
darxisitibû... û hwd.
Ji bo mesela yekîtiya tevgera kurdî û
çareserkirina qeyrana wê yan girêdana kungreke
welatperwerî yan netewî, ev jî bêguman sipartiye
vîna têkuşerên welatparêz yên li hundir tev li
piştgirî û alîkariya welatperwerên li derve yên
naskirî û xwedî dîrokeke paqij ku ji bo hindek
berjewendiyên kesane xwe nafiroşin û haydar in
bi gotin û kiryarên xwe derbarê yekîtiya tevgerê
û rêzlêgiritna xebatê wê û xwebexşanên endamên
wê di hemî rerwş û qonaxan de, ne wek
netewperestên boneyên demsalane! Û ne razeke ku
hewildanên ciddî û berdewam bi aramî dibin dûr
ji qerebalixê bo bicihênana vê armanca giranbuha
ji ber ku bo pêkanîna wê şert û mercên kurdî û
sûrî û kurdistanî û ta navnetewî jî gerek in ku
pêk werin tev li rakirina astengiyên heyî.
Çaremîn: Herkesê ku daxuyaniyên berrêz
”kuntraktor” xwendibin têdigihe ku gelek
hîlebazî û çewtî û lîstina bi gotinên veşartî
hene weke ku armanca wî ew e ku ew armanca xwe
pêk bîne û çarçeweyeke legal (şer'î) bidest bixe
bi çi rengî be piştî ku ew neçû serî di Civîna
Waşîntonê de – ji ber ku ji pêşiya pêşîn de, ew
hate eşkere kirin, dema xwe weke ”çavdêrê giştî
yê kunfiransa Brûkselê” da nasîn, û duvre
daxyuanî bi navê Kumîteya Amadekar li gel nav û
navnîşana xwe ya kesîtî belav kirin tevî ku di
hin daxuyaniyên xwe de bi dizî destnîşan dikir
ku pêwendiya îdara Amerîkî bi civînê re heye û
herweha Yekîtiya Ewiropa, eva ku dudilî û gumanê
peyde dikin wek ku li Waşîntonê jî herweha bû.
Diyar bû ku ew hemî giringiyê dide vexwendina
nûnerên tevgera Kurdî li parçeyên dîtir ta ku di
neamadeyiya xwediyên dozê yên eslî û dîrekt
piştî neserketina wî di berxweveanîna kesayetî û
partî û rêxistinên tevgera netewî Kurdî li welêt
û liq û şaxên wê li derve û ji ber çûyina wî li
pey pirojektên kesane û taybet, wî pîrozbahiya
wan wernegirt û destpê kir bi rexnekirin û
devavêjtina wana di ragihandinê de bê ku hest
bibe bi rêzlêgirtina nerîna din ya cuda nexasim
dema ku nerîneke nêzîk be li yekîtiya raya giştî
ya welatperwerên li Rojavayê Kurdistanê derbarê
Civîna Brûkselê de.
Pêncemîn: Hîlebazî û çewtiyên ”kuntraktor”
hiştin ez binivîsim û dûvçûnê bikim û rastiyê
wek ku heye pêşkêş bikim ji ber ku ez – wek min
berê jî got – têkildar im bi vê mijar û kêşeyê
ve û raste rast im derbarê doza welatperwerî de,
û bê tirs rastiyê dibêjim û çi dibe bila bibe
tevî ku ti armancên min yên hizbî yaxud azwerên
kesane nînin wek ku yên dûr û nêzîk vê yekê
dizanin, û eger ne ji hin sedemên şexsî û
tenderûstî bûya, ez dê amade bûma û ev nêrînên
xwe bi eşkerayî diyar bikira.
Di vî biwarî de, ez li vir dubare dikim derbarê
rêzlêgiritna mafên yên din û azadiya wan hemiyan
di girêdana civînan de bo piştgiritna kêşeya
kurdên Sûriyê û pirsgirêka guhertina
dîmokrasiyane, li her deverê lê bi şertê ku
ziyanê negihînin doza netewî û welatperweriyê.
Girêdayî bi mijara me ve jî, ez bangî hemuyan
dikim ku agahdar bin, û ti hesesiyeta min tuneye
derbarê girêdana civînan li Brûkselê yan xeynî
wê ji bilî ku ew ne, û bê amadekariyeka tewaw –
li bin durişm û navnîşanên ji wan mezintir bin
weke mînak ”Kungira Netewî” yan ”Welatparêzî ya
Kurdên Sûrî” ku bibin sedemê nakukî û pevçûnên
nû, lê werine hejmartin weke çalakî – helbet
eger hat û civîn li dar ket û ancamên baş û
berhemdar derxistin – ku tevî rojeva vîna kurdî
ya giştî bibin û çalakiyên din yên berê tewaw
bikin bo piştgirî û xurtkirina têkuşîna kurdî
welatparêz û bidestxistina erkên wê yên legal li
hundir tev li arîkariya raya giştî û
pêşkêşkirina pêşniyarêm avaker mîna beşdariyekê
di hewildanên lidar bo gihiştina yekkirina refên
Tevgera Kurdî bi formeke li serê lihevkirî û di
riya amadekirinên berê de.
|
|