|
|
| |
Derya çavên te
Lawkê Hacî
di deryaya çavên te de
himbêz dikim wan birîna
şev dirêj in xanî sar e
min nehêle weke dîna
mêkew û gul gelek hene
nazik in yar ne wek te ne
xemên di dil na derînin
rondik ar in dil reben e
ji ser lêvan ken hat revîn
xewnên xweş yê têne dizîn
Çi birînek kûr û bê xwîn
bi dil jarî dem tê bûrîn
kul û xem bûn xemla hundir
lêdanên dil melûl dikir
Şîn ji şînam xwe wendakir
Çavên te çi kir û ne kir
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|

Hoşeng Broka
Derengî kewan, derengî lixwemikurhatinê: Berî ku mirin di destên me
de, pirrtir bibe
(1/4)
(2/4)
(3/4)
|
|
|
|