|
|
| |
Du helbes
Lava Derwîş
Bêriya te dikim
Bêriya te dikim
û çira evîna te
şevbuhêrkên min
geş dike..
disoje
bi êgir û awirên xweşdivîn
ez bêriya te dikim
û evîna te ji min nagere
Di çarçewa asoyên çavên te..
keştiya hevdîtina me
di firmêzkên min de...
bi rêve diçe..
ez bêriya te dikim
û deqe dibin katjimêr..
dibin roj..
dibin sal
û salên dûrbûnê ..
guleyan li vî dilî dixin..
...............
Landika dûriyê
Evîna min,
di vê dûrbûnê de
xewnên me hatin dinê
û kulîlka evînê
puşkuvî bi hêsrên mişext
Min tu dîtî
dilê min lêda
dilê min herifî
li dûriyê
di landika dûriyê de
evîna min
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|

Hoşeng Broka
Derengî kewan, derengî lixwemikurhatinê: Berî ku mirin di destên me
de, pirrtir bibe
(1/4)
(2/4)
(3/4)
|
|
|
|