| |
PYD – Rêkeftin: Derfetên hevqebûlkirinê hene?
Ferhad Ehmê
Di van bîst salên dawî de, tevgera Partiya
Karkerên Kurdistanê PKK bandoreke berbiçav li
rojavayê Kurdistanê, bi tayebtî jî li atmosfêra
siyasî kir. Heya serokê PKK Abullah Öcalan li
Sûriyê bû, dost, heval û alîgirên wê, çendîn ku
bi şêweykî rêxistinî jî kar dikirn, lê tu navên
cudayî navê PKK hilnedan û ne jî hewildana wê
yekê bû ku rêxistineke siyasî bi navekî cuda û
bi PKK ve girêdayî li wî perçeyî ava bibe.
Prosesa avakirina rêxistinên siyasî jibo
“bermayên PKK” li rojavayê Kurdistanê, piştî
derxistina Abullah Öcalan ji Sûriyê dest pê kir,
di encama wê de jî nuha 2 hêzên siyasî ku ji
hevalên PKK yên berê pêk tên li rojavayê
Kurdistanê hene: Partiya Yekîtiya Dêmokratîk (PYD)
û Rêkeftina Dêmokratîk ya Kurdî ya Sûrî ku bi
kurtî bi navê Rêkeftin tê naskirin.
PYD xwe wek hilgirê bîr û baweriyên PKK û
projeyên serokê wê Abdullah Öcalan pêşkêş dike û
çendîn ew wek hêzeke siyasî li – û wek ew di
bernameya xwe de dibêje- jibo rojavayê
Kurdistanê kar dike, lê dîsan jî xwe girêdayî
xeta siyasî ya PKK dibîne û çareserkirina pirsa
kurdî li Sûriyê jî di çarçeweya fikir û nêrînên
PKK, bi tayebtî jî yên Abdullah Öcalanî de
dibîne.
Rêkeftin, ku bi xwe bi şêweyekî ji şêweyan ji
PYD perçe bû, xwediyê nerîneke “ rexneyî” ye li
hember tecrûbeya PKK li rojavayê Kurdistanê.
Berevajî PYD, Rêkeftin xwe girêdayî PKK û
siyaseta wê ya nuha nabîne.
Dûrî nirxandineke hûrbîn ji tecrûbeya PKK li
rojavayê Kurdistanê re, mirov dikare bibêje ku
kuştina siyasî yek ji tiştên ku PKK li vî
perçeyî damezirand. Ji xwe neqebûlkirina aliyên
siyasî yên dî yek ji dîmenên bizava PKK yên
berçav bû.
Tecrûbeya neqebûlkirina hev, piştî derketina
Abdullah Öcalan ji Sûriyê, di rêya PYD û
Rêkeftin de berdewam bû. Di van salên dawî de,
çend hevalên Rêkeftin hatin kuştin, yê dawî jî
Hisên Mehmûd Ebas bû. Jibilî van kuştinên ku pêk
hatin, hewildana kuştina hin kesên din jî bû.
Rêkeftin bê dudilî her car PYD bi van kiryaran
tawanbar kiriye. Li ser kuştina Hisên Mehmûd PYD
daxuyaniyek weşand û tawanbariyên kuştinê li ser
xwe red kir. Her di vê daxuyaniyê de mirov rastî
wî dîmenê neqebûlkirina siyasî ya hêzên dî tê.
PYD di daxuyaniya xwe de behsa kuştina
“hemwelatiyekî” kurd dike, tevî ku ew baş dizane
ku ew “hemwelatî” endamekî pêşî yê rêxistineke
siyasî ye. Jixwe qet navê Rêkeftin di daxuyaniyê
de derbas nabe. Eger mirov xeta siyasî ya vê
rêxistinê yan ya dî bipejirîne an na,
qebûlkirina hebûna siyasî yek ji pêwîstiyên karê
siyasî yê vekirî û dêmokratîk e. Ji xwe PYD û
Rêkeftin herdû jî xwe wek rêxistinên
“dêmokratîk” dinirxînin. Kesê ku li rojavayê
Kurdistanê bi tecrûbeya PKK re jiya be û
hişkbûna gotara wê ya siyasî li hemberî hêzên
siyasî yên kurdî şopandibe, dikare bi hêsanî
qebûl bike ku PKK – li vir bermaya wê PYD-
dikare kuştina siyasî bike û pêre jî gumanê bike
ku destên wê di kuştina hevalên Rêkeftin de jî
heye. Tecrûbeya PKK ya berê li vir barekî giran
tavêje ser PYD. Û di baweriya min de tenê PYD
dikare rastî yan nerastiya van guman û
tawanbariyan biçespîne.
Pir hene ku dibêjin rêcîma Sûriyê van kiryaran
dike, da ku ziyanê bighîne PYD. Jixwe pêwîst
nake mirov bêje ku rêcîma Sûriyê dikare her
tiştî bike, lê jibo ku PYD xwe bi rastî wek
rêxistineke dêmokratîk bide qebûlkirin,
pêwîstiya wê bi hişmendiyeke dêmokratîk heye.
Ezmûneya serekî ya vê yekê jî berî her tiştî di
qebûlkirina hebûna hêzên siyasî yên dî û di nav
wan de Rêkeftin de ye. Jixwe ev yek her ji aliyê
Rêkeftin jî tê xwestin.
PYD wek hilgira tecrûbeya PKK li rojavayê
Kurdistanê pêwîst e xwe ta dawî weke rêxistineke
siyasî ya girêdayî qeder û çarenûsa vî perçeyî
bibîne. Dibe ku destpêka vê yekê jî nirxandineke
aşkire ji tecrûbeya PKK li Rojava be: bi başî û
nebaşiyên wê.
Xwîna mirovan, kî be bila bibe, ne tiştekî wilo
sivik e ku mirov mîna rûpelên pirtûkan bi
daxuyaniyekê biqulipîne û hew lê vegere.
Kuştinên ku çêdibin, kuştinên siyasî ne û kesên
ku dikarin van kuştinan zelal bikin, divê dudil
nebin, eger na, divê gazinê ji tu kesî nekin
eger tiliyên tawanbariyê bi aliyê wan ve çûn.
|
|