rojava.net

Wednesday, 27 June 2007 23:39

 

 

Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a şehîdbûna Şêxê Şehîdan
Ehmed Huseynî

                                                         20
29Ê GULANÊ

li pey te firiştyên ji êgir xwe di êgir de dikuştin
li pey te baranên buharê ji ewran dixeyidîn
li pey te gulhinaran reşê şînê hildibijartin
dilê daristanê dilerizî
nisrîn dîn dibûn
pinpinîk sergerdan
û ez ji di nav berfê de qublenameya xwe wenda dikim..
berbi Çarçirayê ve wek şînekî jibîrkirî sernişîv dibim.
Xoşewistê te di berbeyaniya bagerê de
Li ba bûyî sirûdan radestî te dike
û tiliyên xwe yên ji peymanan dispêre keskê cubeyê te,
li peşkên barana te dinêre,
li dilopên xwîna min
û bi miska destê te şa dibe,
destekî davêje êvara çarçirayê
û destekî dispêre bişirîna te,
li stêrkên eniya te temaşa dike
Sînga te bi beybûnan diçîne,
êşa te bi destmala xwe dipêçe
û sîbera dengê te himbêz dike :
- Ma tu darên aşiqên vê daristanê dibînî Şêxê mino?

- Ez pasvanê goristanên aşiqan im, di himgûrên aziryayî de, ez pêjnên wan û gulên wan û jenên wan û arezûyên wan bi bendên xwe diperêzim û berbiskên Çarçiraya te diyarî velerzîna giyanê wan de Qazî !!

- Siber û gavên te dilrevîn in, tu li kuderê hînî vê rewanbêjiyê bûyî, kê ev cubeya ji keskê şehîdan bi ser bejna te dakiriye Şêxê mino??

- Li wê deşta serberdayî, xewnên me beravêtî dikirin û zarokên zava bi çavsorî dikuştin, dilê min nedibijiya mirinê û çavên min li şevê bar nedibûn. Her ku rûbarê me li xwe ewle dibû, birîna me kûrtir dikirin. Dastanên me zuha dikirin, kajên me bi dar vedikirin, tembînameyên te di bîbikên çavên me de dişewitandin.

- Gilî û gazinên te dijwar û pêt in, Şêxê mino!?

- Dema ku min berê xwe da Çarçirayê, min gilî û gazinên xwe di gerdeniya Qamişlokê de veşartin, min hemî çavkaniyên girî li ber kêlên goristana şehîdan hiştin û wek pêxemberekî dest vala berbi hişê te ve hatim Qazî! Beriya ku daristanê talan bikin, min binefşên dildariyê bi ava bendemanê dilorandin û min kewên bêzar ên deşta mirinê bi qebqeba serdemê dinixumandin, min berê xwe dida dojeha xewnê û pêrgî nasnameya te ya ji kevir û bobelatan dibûm, min berê xwe dida rewanbêjiya bîranînên te, pêrgî kuştarên mezin û xwînên tarî û mezin dibûm!







Berdewam dike ....

 

 


 

 


ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 

 
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE

 


Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm, Nisrîna te daristanê berz dike!
Bo salvegera yekemîn a Şêxê Şehîdan

10Ê GULANÊ 1

11Ê GULANÊ 2
12Ê GULANÊ 3
13Ê GULANÊ 4
14Ê GULANÊ 5
15Ê GULANÊ 6
16Ê GULANÊ 7
17Ê GULANÊ 8
18Ê GULANÊ 9
19Ê GULANÊ 10
20Ê GULANÊ 11

21Ê GULANÊ 12

22Ê GULANÊ 13
23Ê GULANÊ14
 
24Ê GULANÊ 15
 25Ê GULANÊ 16
17 û 18 26Ê GULANÊ

 
 
 
 
 
 
 
 
 
 


HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE