|
|
| |
Rêwî bi karwan e
Ciwanê Abdal
Diyarî: Mamosta Konê Reş
Rêwiyo ..
Ez karwan im
Xweş dimeşim
Narawistim li kendal û li newala
Balindê min bilind difire
Venaxwe ji cihok û gola
Dimeşim li pêş xwe
Li dû xwe venagerim hola.
Rêwiyo ..
Karwanê min bi rê ketiye
Xunc û çîçek vebûne li gula
Stêra min hilatiye
Li şeva reş diçêre
Ji dilê min derhatiye
Seh direyin
Tozê dimijin
Ya ji şopa min elor bûye.
Rêwiyo ..
Qebqeba min e
Karwan bi rê de dire
Konê-çardeh stûnî pê re
Û ez
Stêra geş im û xweş dimeşim
Û
şîrê spî meyaye
Destê min bi heyvan e
Barê min
Tev hêvî û xweziyê pêşerojê ne
Tev êş û derdê rojan e
Yê hatine dotin
Ji evîna yar û welat û gel
Lê belê
Ez hêviyan li dila diçînim
Barbanga heşîn
bi barana evînê re tînim
Û gurzek gul didim destê evîndara
êş û derda ji xwe re dihêlim
De bihêre destarê demê
Ev dil liber te ye dîgar
Bi lepê hevrmêşî dipêçim ..
Rêwiyo ..
Dilê min liyan e
Ez karwan im
Bi Konê Reş im
Reş im bi sê rengan
Kesk û sor û zer im
Û li barbanga nêzîk dimeşim.
Gotinê min geş in
û pêgên min rewş in
Li hespê demê diqelêşim.
Geh bi lîrandin
Û geh bi lorandin
De bitewîne
Ta bigihêm asoyê keskesorê.
Rêwiyo ..
Dilê min liyan e
Birîndar im bi sê caran
Yek ji hêla yar ve
Yek ji hayê heval ve
Yadî dem û çerxa feleka lal ve.
20|5|2006
|
|
|
|
ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi
navê malpera
rojava. netê werin weşandin, her nivîskarek berpirsê
naveroka nivîsa xwe ye!
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
 |
|

Hoşeng Broka
Derengî kewan, derengî lixwemikurhatinê: Berî ku mirin di destên me
de, pirrtir bibe
(1/4)
(2/4)
(3/4)
|
|
|
|