|
Vê
sibehê wexta ez ji xew rabûm, laşê min şil bû,
ax di bin neynûkên min de hebû.
Birayê min ser telefûnê got : xweha min, me ew
hişt ji kurman re û em hatin.
Dilê Dêrikê dikele
û av nîne vexwê
Nîne ha
Zuha dinale
Şeva din, tariyê bi destine hevrîşmî hildam
qîçên rehtiyê,
pelan xwe dan hev û ez rijiyam nepeniyê,
wek stêrkekê rijiyam
zevî li min evîndar bûne û ez li bayê sibehê
Û tu dizanî gola Zwîrixê sîng nîne ez xwe bidim
ber, ne jî darên wê dilovanî jineke xerib in
Xerîb im xerîb
Wexta ez sibehan diçûm wir, wek berxikê salê di
nav kenê me de digindirî
Min nezanîbû
Weleh min nezanîbû
Xerîb im xerîb.
- ka bêje
- çi ?
- Dêrikê
- bila ew bêjin
1
Di siharên kelemok de, leylan li pêşiya me
dibezî. Bi xortaniyê pa, me stuyê bayê badida û
bi ber û bedenê xwe bemberî bi bexçeyan re
dikir, kolan hînî kenê ji çavê mirinê kişandî.
Bi guhê pirtûkan digirt û li ser sînga xwe dirêj
dikirin, mîna xifşan di latên çîrokan de
direviyan. Buhişt bi laşê me ve hildiperikî.
Rêzên polîtîkê mîna zincîrên serserîtiyê li
tilyên xwe dibalandin û di bere, xwe hînî fîtan
dikir. Destê me di berîkên me de li ser kêrên du
pîjik, gunehên xwe bi guhîjukan dijimartin,
dualî zingênî ji guhê mêraniyê tianî.
Lêvên xwe yên gul di gotûbêjên rêyên li hev
herbilî de diçilmisandin. Li pêşiya kuştiyan
dibezîn ziyaretê û destên xwe ji bayê re dikirin
kulim.
tenik û zelal vîna dilketiyên me hêmin di giyanê
me yê zindankirî de diherikî.
2
Tu dizanî hîn kesî hêka min ne şikandiye.
hilkehilka memikên xwe li ber çemê bihin çikayî
dişom, bezê tînim bîra wî. Xwe li bin guhê
helbestê dide û em hevdu digindirînin.
Berî demekê gote min „ ez hij te dikim „ bi
goman min neynikên xwe jimartin. lê pa dil e,
serî ji min sitand û wek sed sulavan ji
bilindahî mirênî pê ket û ez li ber xwe birim.
Dengê wî yê bihar, zîl da, bihna gulên min veda
û ez firîm baskan.
êşeke tûj,veşartî disojam.
Şahiya min negiha binê lingê min, û kita min
nebû çot.
3
jineke fileh dil ketibû bapîrê min, pîrika min
nivişt dikirin nav pelên strîzerkê yên tehil û
didan çem.
Nizanim ez çawa mezin bûm?
Deriyê hewşa me mezin û stûr bû, her girtî.
Jinên reviyayî di odeke me de zindan dikirin, li
ber deriyê wê, gula hingivîn şax dabû. Nîsanan,
çaxê harbûna geya, me gulên wê dimijtin.Di
ronahiya nexweş de li jiyanê dipeliyam,
bi sihkên hijêkirinê dorpêçayî,
bi dirêjahiya şevê bi sihkên hijêkirinê
dorpêçayî
stêrik di segurkê de diçirisîn
pistêna omêdê digot:
tu yê hes bikî
Kes li dora min nebû, ez dil ketim xwe.
Nizanim ez çawa mezin bûm, ez divim ji te re
bêjim,
birînên xwe bidim ber maçan
lê derî stûr e.
4
qehwa min li bîra te tê ?
rê ya wê di ristên te de
nebû.
Va Ciwan jî kuştin.
Wextê em ji dibistanê vedigeriyan, wek
berxikekê, di nav kenê me de digindirî.
Hinga Hisên hij min dikir, çavên wî yên şîn ez
dixwarim.
Em hîn ji stranên Newrozê şiyar dibûn, me bi
heft girêkan mêbûna xwe di xewna azadiyê de
girêdabû.
Min di çavê kekê xwe de bang dida:
kurdistaaaaaaaaaaaan
Toza rê û serokan kulînekên hêviyan kor kirin,
em
De
ri
zîîîîn
û me uçikên xwe dirandin
Va Ciwan jî kuştin
kurd jibîrker in
ma li bîra te tê ?
Va Ciwan jî kuştin.
5
Ez padîşaha dem û dewrana xwe me.
Wê rojê jinekê xwe kuşt. Heft salan hij hev
kiribûn, xudê kurek nedayê. Mêrik ket xeyba xudê
û jinek din anî.
Mane tu xwendevan î û dizanî ku zayîna zarokê ji
mêr e, wî jî dizanî. Zeviya xwe fereh kir.
Heskirina jinikê ranegirit yekê di dilê mêrê
xwe de bibîne, heskirin giran e, dîsa jî destê
wê li wî negera.
Hespên sedsalên navîn, hêlînên qitkan li
kurdistanê didin ber siman.
Tawûs û pêxemberên nêr destê mirinê dirêjî
hijêkirinê dikin.
barana zuha , dil ji kaniyan birî
Xudayên teng
Axa qirçînê
Qitka min wê di mirinê de bêriya kê bike ?
6
diya min hingiv ji salê heya salê hiltanî,
dilovan e, ne wek dayîkên Dêrikê yên dilreq.
Xortaniya xwe di dengê min yê lerzok de didît
wexta ew dihat mêvaniya me.
Ezman diherikî gerdena min, şehlulên xudê hînî
dengê xwe dibûn
ristikên min dikeniyan, bilind diçûm ronahiyê.
Sî salî min hingivê xwe li hêviya mozikên wî
hişt.
Ne ez xwarim , ne jî hingiv.
7
ker û bê deng
kesî hay ji min nebû, bi dizî min ramûsanên
tirsok didanê.
Dilê wî yê dîn wexta ez didam ber sînga xwe
Nalîna derî
Çavên wî yên ez
Gumîna vînê kewên min difirandin destên wî
Derî li giyanê min vedikirin
lêv dibirin gêjbûnê
Û Xudayên buheşta laşên me.
Em hîn kerik bûn
Kurdistanê ew ji min stand.
8
digota min « xweziya ez ew dara te pala xwe
dayê bûma
“.
Sê salên şewat li bendî min ma.
Bi navê min re gul ji devê wî dibarîn, guhê
helbestên min gez dikir û bi wan re, wesa li
dûr, xwe di ber sînga min re dirêj dikir.
Digot: ez dînê te me, min hîn bike ez çawa
bihtir hij te bikim.
Zehmet bû,
zehmet bû ez dîsa li dilê xwe ewle bibim. Ez
çend salan jê mezintir im û dê me jî, keyfa min
dihat wexta xwe bi wan sala li min pa dikir.
Dilê min ranedigirt ez bêjim “ erê “, ji xwe ez
behsa tu zehmetiyên din nakim.
Dil ez li ber vîna xwe hulgirandim.
Min got erêêêêêêêêêêêêêêê, te dengê min kir ?
me şev raxist û tarî bir bihinçikandinê, helbest
û helbest murîkên xewnan rijandin hatina
biharê.
Min
hijê
kir
Soza me buhar bû. Felkê çerxa xwe guhert, û min
kulmek xwê ya din jî bi ser zeviya xwe de kir.
|