|
Van rojên bihurî, hêja wezîrê karubarêt derve
yê komara Îraq a Fîdral li Tirkîyê pêkhatinekî
pirr bi tirs îmze kir. Ew li hevhatin a li
navber a du dewlet ên ji Kevin de heyanê nuke
dojminahîyeke dijwar û pirr bi xûn digel millet
ê Kurd kirîye û hêna jî dikin.
Tirkîye a navdare bi dojminî a xwe a dijwar
û bê hedar (sebir) bi merre, ew dewlete a li
salêt sîha û ber jêrde bi seda hizarê mirovê
Kurd û Ermenî kujtîn û her dem pêkul kirîye tovê
Kurda bibirîne.
Tirkîye ewe a bizava kurdewarî û kurdînî li
hindurrê xwe bi deha sala dest hefkênay û ezê bê
xişim ku têgehiştî ên Kurd çîrokên derdeserî ên
Tirka bi serê Kurda anîn, teva mişuta wan a
tijeye, çi kêm çi mişe, xwandevana jî pêzanînêt
baş li vî delîvey hene.
Hindîke dewleta Îraqê a nwîye her ji salêt
destpêka avakirin a wê a li ser kelexêt (leşê
mirovê kujtî) Kurda hatiye avakirin, gelek
kaxezên bawerdarîye (wesa`îq) ên tok (xetim)
kirîn û sozên dayîn ku heqê Kurda bidetê belê pa
tevê wan ê berba bûyîn.
Şûna Îraqa nwî heqê Kurda jêrre bide, pirr
malwêranî û derdeserî nîşakî Kurda dan, her ji
helawîstina Şêx Ebdulselamê Barzanî ta di gehîte
Şêx Osmanî, Loqmanî, Ubeydulahî û Canemerg bûna
Îdrîsê Barzanî û berzekirina pêtirî heşt hizar
Barzanîya û darrêtina barana kîmyayî liser
Helebçê û Enfalên 1988 ê, carna jî zarro û pîr û
can ê di şikeftande şewitandîn, ne ji bo tiştekî,
belê tinê ji ber ku Kurd bûne.
Li piştî berxwedan a bihara 1991 ê a Kurdên
jêrya Kurdistanê û pêvehatina wan ku ji xwe re
cihekî ji destê dojminê xwe derbêxin û piştî
helbijartinên 19/5/1992 an Kurd, çi baş çi bi
kêm û kasîve, karîbûn ji xwe re rêveberîyeke
Kurdî çêkin û ji bin kênca Kurdxorê Bexda
bêneder û di nav devera azadkirî a ji layê
hevsozanve hatiyeparastin perlemanê xwe danin.
Me dît çawa Tirkîye, Îran û Suriyê têkhatin û
têkçûn û berrkêt xwe birne berêk û heta evro jî
her carubara kumbunên xwe diken, da bi karibin
bizava rizgarî xwaza Kurdî nehêlin an jî ji bin
kênca wan ne derkevît.
Îraqa piştî 2003 ê jî ku Kurda bi hemi
şiyanêt xweve giranya xwe daniye ser, em van
heyama ê bi çavê serê xwe dibînîn, ku bi serkêşî
ya şagirdê bawerdarî ya bilind ya xwe li ber
destê seydayekê Kurd wergirtî, pîyêt me ê li
Kerkuk, Xaneqîn û Mendelî û Mûsilê yêt kirîne di
nav zikê me re.
Her ew kabiraye jî yê ku wezîrê berrevanî û
navxweyî yên Îraqê hinartîye Enqere û pêkhatina
kêm kirina destkeftî û senga siyasî ya me pejinî.
Hêj pêtir paşgirê Seddamî; Nurî Seddam Elmalikî
ê pêkuleke mezin dike ji boy ku Kurda bihêlîte
biser û situyê êk û duve û careka dî tovê xwe
kujyê di nav me de biçînîteve, nuke xirpêna wîye
yê civatên piştevaniyê li deverêt bikirr û bikêş
liser hey çêdiket û hêj pêtir heke bişêt dê li
nav tuxîbêt hikumeta deverê jî çêket. Kabira
gelek ê bi rawestana serokê deverê digel berokê
Kurdewariyê tingijî û pê ne xweş bû, her wekî ê
pê ne xweşe ku heqê Kurda ê di desturê de hatî
pejirandin û minêkare wî destkeftî yê qanunî jî
ji Kurda bistînît.
Tirkî a pêvenehatî bi tupizê xwe serê partî
ya karkerêt Kurdistanê bi çemînît, herwesa jî ne
şiyay serokê deverê jî bi xapînît û ji berjewend
a kurdewarîyê veket û dît jî heke biçe serî ewê
dever bibe sitiryek di binê pê wêrre. Hejî
nivîsînêye dem û cih ne di berjewenda Tirka de
ye, da ku şerrekê dirêj beramberî HPG ê bi dum
biken.
Van dewleta jî, serburrekê bi mifa bo wan, ê
di gel me hey, ew jî ewe, em baş êk û du bo
dojminê xwe diber dest û pêya vedideyn û ew bi
xwe jî qenc dizanin, dema şerr li navbera me û
wan be, ew bi me nikarin.
Ji ber egerêt jurî û berçav wergirtina çend
egerekêt bi çîrr û ji derveyî. Xwe bi ser Kurdêt
jêriya welêt ve berda û di vêt serokê deverê
bixapînin û bikêşne nav çeperê Kurd kujyê û ew
tinê welê di Karin serketinekê bi dest bêxin.
Berdevkekî (Na`îb) Kurd li Bexda gut; wezîrên
Ereb, wezîrê derve ku kurde û hedamê nivîsîngeha
siyasî a (P:D:K) xapandîye, belê pa min ne
bawere tişkî welê hebe.
Li pey hevhatin ( kironolojî ) a rwîdana,
xapandinê qebîl na ke û rê dide meriv hindek
hizir ên ku ne li xweşî a mirovî tên, bike. Hêja
demekê dirêj biser şikestina Tirka ve ne derbaz
bûye û dinyayê hemê dît, çi lo gef û gorrêt
Tirka çar qorîş li bazarrê siyaseta sitratîjîk
ne înan û ser şurr vegerryane wan axwîrêt jê
hatîn. Wezîrê karubarêt jiderve evro jî ya dîtî
ka çawa Tirkîya gondêt devera Qendîlî ê
biserikda înayin.
Rijêma Suryê jî van roja 24 Kurd yêt
werpêçayne ber singe dadgeha leşkerî a dîmeşqê û
dîmahî ya wan jî hêja ê wezîr dizanît çiye! Hêj
ziringêna dengê canemergêt yarîgeha Qamîşlo ji
gohêt deykêt canemerga ne derketîye.
Hindî Îrane jî berdewam lê digerryêt ku rêka
bibînît ka dê çawa karît, metreqekê li me bidet
tama sala 1975 ê li 6 ê adarê bi devê me bêxît,
belê bi rengekî ku her bi wê bikeyne kenî û ji
melayêt bomba bi serê me de diken, mêhvandarya
çêkeyn li wan roja ewên ew jî Kurda dikujin û
neçar diken ji gond û warêt xwe birrevin.
Belê heke mirov pîçekê paşda, bo demê
giriftarî ya Tirkî û Kurda li dest pêka sala
burî, bi zivrrîte ve, di Kurdistanê de sê baskên
siyasî bînît:
1_ Baskê şerrkera ên joryê Kurdistanê bi
serkêşî ya Partî ya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Wan xwe di hizaze yê Qendîlî de asê kiribû û
berrevanî jî ji xwe dikir, ew berrevanî jî ya
man û ne manê ye/bû. Ya fere (giringe) mirov
bêjît jî evana çend cara delîvê danûsitandinê ê
daye Tirka da arêşe bi tenahî û rêyêt siyasî
bêteçarekirin, belê mixabin (dewleta Tirkî a
Dîmokratî!) Qêrrê (zift) helandîye gohêt xwe û
berovajî agirbesta ji alyê Kurda ve ya çûy,
mirin a firotîye Kurda. Nwîtirîn agirbesta
karkera ew bû ewa piştî serketina dîrokî a şerrê
Qendîlî biser hew (hicum) a Erdoxan_ Biyukanitî
de biser ketîn û Tameka dî daye Dîrokê. Ew
agirbest a xweş mêra bû, ewên di serketinêde
dixwazin arêşe bi aşitî û tenahî bêneçarekirin.
2_ Baskê serokwezîrê hikumeta deverê û
serkomarê Fidral û wezîrê karubarêt jiderve ê
hikumeta Fîdral, gelku berek û gomtilek
têkdihelingivtin û serê gotnê û binê gotnê bes
wan digût Karker terorîstin, bêy rojekê heta
rojekê biwêrin navê Hemasê an Hîzbullahê li pişt
koçik û tenîra bînin.
3_ Baskê serokê deverê, ewê berhevî ya xwe
diyar kirî ku di gel Tirka bicengît heke bêne
nav axa jêrîya Kurdistanê, ji vê rawestana
serokê deverê careka dî xwîn di leşê Kurdewaryê
gerrya û xelk berhingarî leşkerê Tirkî bûn û
wenekir qorîçkeka xweşyê di gewrî ya wan de
biçîte xwarê. Ya fere dîsave bêtenivîsîn ku
serokê deverê yê berhev ne bû, bêjît; Karker
terorîstin. Her dixazt arêşe bi rêkêt siyasî û
tena bêteçarekirin.
Eve
jî ew wezîr in:
1_ Wezîrê
karubarêt jiderve yê Hikumeta Fîdral:
Mirov neşêt bidete ber hizra xwe, çawa
wezîrekê ku cihê baweryê ji partî ya xwe
wergirtî da wezareta karubarêt jiderve birrêve
bibet eve tev li ber cava ne bûn. Herwesa çawa
wî tiştek îmzakir,yê ku bêy wî hatibîte çêkirin.
Ew dikarî xwe ji wê Îmzeyê bidete paş, bi mehane
ya, di berhevkirin a wêda pirs bi wî ne
hatyekirin û da ya baştir bît heke wî gutiba
bila wezîrê şulejêhey (moxtes) vê Pêkhatinê tok
(xetim) ket.
2_ Wezîrê taşandinê (terbîyet) yê hikumeta
deverê:
Ev wezîre jî hostayê vebirandina Ezmanê
Kurdîye û divêt hemi Kurd diser poza xwe re
Soranî bixwînin, hêjayê wezîr piştevanê
soranîkirna Kurmancîyê ye, dixaze Kurda bêxîte
luka duyê û dixazît jî kurmancîaxêv bibine
xizmetkerêt soranîaxêva. Bi fermana vî wezîrî
Ezmanê Kurdî ê hatiye sutin.
3_ Wezîrê Hwîkirina bilind û lêgerryana
zanînê yê hikumeta deverê:
Ev wezîre ê hatîye sipartin da destekekê
çêket bi nave desteka Ezmanê êkgirtî li devera
Kurdistanê, seyday pêtirî ji 95% ê ya wê destekê
şovînîzmêt soranekan yêt kirîne têde, da li
dîmahyê bi kiryarek a dimokratî ya verrêja wê
pêşwext kerkirî, bi bêjin pêtirya zanayêt Ezmanê
Kurdî baş dibînin ku soranî Ezmanê sitanderd bît,
çinkî ewa navê wê Kurrî Zanyarî Kurd tinê du
heta sê jê Kurdin ,ên dî hemi soranekanin.
4_ Wezîrê avakirnê yê hikumeta deverê:
Ev hêjaye jî serê xeberî binê xeberî,
minêkarê hindêye ku Kurda ji Kurdistanê bikete
derê, hêj çi ne rwîday evî digut ; Em dê karkera
ji vêrê keyne derê, bila ji nik me biçin, xo tu
dibêjî Kurdistan Kirtê (male) wîye û yê ne çîte
zibara wî dê jê kete derê û rahêlîtê da bo mirnê
rateqînît. Başe ma ne partî ya tejî vehewyaya
rojhelatê Kurdistanê bû ?
Başe ma heke eve ,bo vana biçîte serî, ma kî
dêşêt baweryê bo xelkekî çêket ku berokê Kurda
dê sitwîr mînît û na zirav bît û hemberî hêza
dewletêt Kurdistan dagirtî dê xwe girît û na
şikêt?
Ma kî dibêjît ku Kurd û sora dê bi hevsengî û
hindî êk bin bi hijmara Berdevka, di wê Kongira
milletî ewa dibêjin ku serokê deverê dixazît li
Heblêrê bo Kurdêt her çar parçêt Kurdistanê
girêdet, dê peyv di kongirê de bi Kurdî bin yan
soranî, çinkî berpirsêt hikumeta deverê li
Heblêrê na bît bi Kurmancî baxêvin?
Başe ma heke berpirsêt hikumeta deverê ew
bin, yêt rahêlne karkera, ma hevdijya pilanêt
siyasî yêt serokê deverê na ken? Ma serokê
deverê dê pêvehêt husa xelkekî gazîkete
Kurdistanê yê ku wezîrê avakirnê bivêt ew ne
hêne wêrê? Êk ji wan partîya jî, êke ji hersê
partî yên mezinên Kurdistanê û bêy berhev bûna
wê çi kongire na bi serkevin, her wekî wan
kongirêt milletî ewêt li Ewropayê hatîne kirin û
serketin bi çavêt serê xwe jî ne dîtî?
Başe ma ew nivîsîngeha sê qolî (Emrîkî_Tirkî_Îraqî)
Kurda na berdete êk û ew şerrê Tirk neşyayin
biken, Kurd ji pêjve biken û ew tinê Bo xwe pê
bikenin û bibêjin; Bila êk û du bikujin, ferqa
seyê reş û seyê sipî nine.
Başe ma heke verrêja wê pêkhatinê Kurd pê
bênekujtin, ma ne pêdvîye wî wezîrî jî biben
danine bi rex Elî Kîmyayî ve, çinkî bê hêve û
wêve dê gelek gondêt jêrya Kurdistanê pê hêne
herrifandin û jar û belingaz vi ber bomba Kevin.
Başe ma em dê çawa şêyn bêjîn me siyaseteka
Kurdî ya hey, êk ji me bivêt Kongira milletî
çêket û yê dî jî pêkhatina liser milletî îmzaket?
Ebdulhemîdê
Bamerrnî
29/01/2009
|