Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

Şevçira

Kurmancî

Başûrname

Êzîdxane


 

 

 


Kampaniya
100.000 imze


2006 Sala

zimanê kurdî



Urkêş


Şevçira



Êzîdxane

 

Kurdart

 
عربي
 Deutsch
 English
 Swedish
Urkêş
 Hevgirtin
 Contakt  

 

H.R.K.R.D     The Kurdish Intellectuals Union- West Kurdistan- Abroad

28 January 2008 16:02

 

 

Da ku kurd tevî şerê şîyî û suniyan nebin!
Tariq Hemo


tarihemo@hotmail.com


Li Iraqê asta şerê şîyî û suniyan her ku diçe bilind dibe. Hijmara kuştiyan di navbera herdo aliyan de zêde dibe. Li Bexdayê her roj bi dehan kes têne kuştin. Mirovên bê sûc li ser nasnamê û nav têne kuştin, kesên navên wan "Omer" be li ser destê tîmên qetilkirinê yên artêşa El-Mahdî têne tesfiye kirin. Kesên bi navê "Elî" jî, ji aliyê çekdarên sunî û şervanên biyanî yên girêdaye rêxistina El –Qaîdayê têne serjê kirin.

Ji 80% bûyerên kuştin û serbirrînê li tevahiyan Iraqê li Bexdayê diqewimin. Niha Bexda bûye 2 beş. Yek yê şîyîan, ku sunî bi awayekî sîstematîn jê têne koçberkirin û yek beşê suniyan e, ku şîyî bi awayekî sîstematîk ji wir têne qewirandin. Li taxa "Azemiyê" ya sunî, kesên şîyî newêrin eşkere nasnameya xwe diyar bikin. Her weha li taxa "El-Sadirê" ya şîyî, kesên sunî newêre nasnameya xwe ya mezhebî bilî bikin, ji ber ku dê serê wan bi birekê bê jêkirin.

Ev rastiya Bexda û Iraqê ye. Doh dema "goftûgo" di perlemana Iraqê de çêbû, Serokwezîr Nûrî Malikî eşkere perlemantoyekî sunî bi "piştgirtia çekdarên El-Qaîdayê" tewanbar kir. Malkî got, "belgeh li cem min hene, ku te beşdarî 120 kar û çalakiyên terorîstî bûye". Weha diyar e, ku xwediyê malê û diz bi hev û din hisyane. Ne mumikine, ku sunî û şîyî li hev bên û bi hev re welatekî demokrat ava bikin. Jixwe berê jî û bi dirêjahiya dîkokê nekrarîbûn bibin yek û hevkariyekê ava bikin.

Beriya çend rojan (Kongeriyê Mezhebên Islamê) li paytexta Qeterê El-Dewha yê pêk hat. Kongreyê ku qaşo ji bo "nêzîkbûna tevahiya mezhebên ola islamê tev digere" bi şer û nakokiyên balkêş bi dawî bû. Herdo aliyan şîyî û suniyan dîsa hev û din tewanbar kirin û "kampaniya jiholrakirinê" ya li dijî hev, şermezar kirin. Oldarên sunî aliyê şîyî bi "qirkirina suniyên Iraqê" tewanber kir û ew mîna "alavên tahlûke yên meleyên Tehranê" bi lêv kir.

Qiralê Saûdî Arabistanê Abdulah kurê Abdulazîz jî diyar kir, ku ewê heya dawiyê li himberî kampaniya "şîyîkirina" welatên ereban têbikoşin. Abdulah da zanîn, ku "piraniya misilmanan sûnî ne û ewê zû bi zû vê baweriya xwe neguherînin".

Medya ereb jî kampaniyek dijwar dajo, armanc jê ew e, ku şîyîan û suniyan li himberî hev sor bike û "xetera projeyê Iranê" ji ereban re şîrove bike.!

Şîyîî û sunî ne tenê li Iraqê hatine himberî hev, lê li tevahiya cîhana ereb û misilman niha dijatiyek şîyî û sunyan heye. Hin kes dixwazin kurdan jî li Iraqê bikşînin nva vî şerê qirêj.

Dixwazin ku kurd jî bibin terfek di vê prosesa xwînrijîne de. Beriya çend rojan oldarên sunî yên navdar şêx Yûsif Qerdawî( ku yek ji serkêşê tevgera islama siyasî di tevahiya cîhanê de ye) bang li kurdan kir, ku "hewl bidin, şerê sunî û şîyîan rawistînin".

Qerdawî yê ku dema kurd li Helebçe û Enfalê de dihatin qirkirin dengê xwe nedikir, niha ji kurdan dixwaze ku bibin navbênçiyê şerê "xwekuştinê" yê şîyî û sunyan.

Jixwe beriya demekê jî û ji bo bêtir bala DYA yê bikşînin ser xwe, kurdên başûr 700 pêşmerge şandibûn Bexdayê. Li himberî rapora Baker – Hamilton ya antîkurd, hikûmeta herema başûrê Kurdistanê û ji bo rêviberiya Bush razî bike, bi sedan pêşmerge şandibû herema şer ya şîyî û suniyan li Bexdayê.

Ev gavek ne di cihê xwe de bû. Aramnca sereke ji aliyê neyarên kurdan, bi taybetî dewleta tirk, iran û sûriyê ew e, ku kurd jî tevî vî şerî bibin û ciwanên kurdan jî her roj bi dehan bêne tesfiyekirin. Niha li Kerkûkê jî hêzên terorîstî kurd kirin hedef û her roj teqemeniyan li dijî sivîlan li taxên kurdan pêk tînin.

Navbênkariya kurdan, heger hebe jî, nikare şerê sunî û şîyîan rawestîne. Ev şerekî dîrokî ye. Dûr û dirêj e û destê gelek aliyan di gurkirina wî de heye. Ya baş ew e, ku kurd xwe bicivînin ser hev. Nêzî hev bibin û baweriya xwe bi hev bînin, da ku karibin Kerkûk û ezmûneya başûr, li gel şoreşa hemdem ya bakur, biparêzin….




li gel Yeni Ozgur Politika de tê belav kirin







                                                                          

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!

 
Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1