|
MÊRÊ NIMÛNEYÊN DAWÎ
Pîr RUSTEM
- Ez çi bikim ji te, te ji balefirê bavêjim.. te
ji bo quretiya xwe hêşt em ewê heftiyê weke
teneyên qûmê ji dest xwe berdin, hefteyeke sax
em di rex hev de û li bajarekî din, bê tirs û
pirs.. me dikarî hevdu bidîta, hefteyeke buhiştî
bû eger ku, te li min wilo nekiriba.. te çima
hêşt ez bi tenê derkevim Amedê û tu li Nisêbînê
bi tena xwe ma. Ne tenê wilo.. heya roja tu hat
û gihêşte me jî û ma xwest em bi hev re derkevin
ser gora herdu evîndaran, dîsan te xwe veqetand
û te ez bi tenê hêştim.. min çiqwasî xwe nêzîkî
te dikir tu ewqasî ji min direvî, çima.. min
nedikarî ewê yekê fêm bikim, tevî ku, çavên te
ji min re digotin: ew evîneke zor giran ji min
re hildigrin. Şîlana Memo nikare xwe bigre û
hêsrên ewê têne xwar û seriyê xwe datîne ser
milên wî, ew xwe ji bîr ve dikin ku, di hundirê
balefirê de ne û giropê hefteya rêzimanasî li
gel ewana di balefirê de rûniştîne.
Ew jî lal dimîne; nedizanî dê çawa karibe bi
Şîlanê bide fêmkirin ku, ew ji evîn û germiya
çavên ewê tirsiya bû û nediwêrîbû xwe nêzîkî wê
bike, ji tirsa ku, dest vala ji gulîstana evîna
wê derkeve, lew re ewî tenê xwe bi dîtin û
bihîstina dengê ewê razî dikir û her ku, êvar li
wan dadiket û bi tena xwe di odê de dima, ewî
seriyê xwe dixist bin balîvê xwe û bi dengekî
sar û hêsrine gerim digiriya, lê bê deng, da ku,
hevalê wî yê odê pê hest nebe.
- Tu çima deynakî. Piştî ku, ew hinekî kela girî
dirjîne, ji wî dipirse. Te çima di van heft
rojan de negot: ez ji te hez dikim û min bi
dehan nîşan didane te ku, ez li hêviya gotineke
te me.
- Ez nizanim çi bêjim, ez bê hişim an ezî
tirsonekim an ji êş û birînên kûr hez dikim.
Nizanim.. lê tenê ezê bi hêsrên çavên te sûnd
buxum ku, her ez ji ba te bi rê diketim an tu
digel yekî dîtir dimeşiya, dilopên xwînê ji dil
dadirivîn û min dixwest ez ji wir bazdim an jî
ez xwe bavêjim nigên te û bêjim: bese te ez
kuştim û hinek dilovanî ji bo min.. Xwedaya min.
- Ev giş û eza li benda ku, tu bi destên min
bigrî û min ji nav ewana derîne.. birevîne,
seriyê min deyne ser sîngê xwe, ta ku, xwe û
jiyanê ji bîr bikim.. tu çiqwas zordar bû di evê
hefteyê de û tenê bi min re.
- Belê.. ev raste; ez gelek hêc û zordar bûm.
Bes tu dizanî çima min dikarî bi hemû ewan
keçkan re, bi hêsanî û bê dudilî, bidaûbistanda
û tenê bi te re na. Ew ji Şîlanê dipirse.
- Ma ne evê yekê bi xwe jî dihêşt ez zêdetir
xemgîn bibim û ji xwe dipirsîm: ew çima li min
wilo dike, evê ku, ez evqasî jê hez dikim min
dihêle û diçe digel hineke dîtir dimeşe.
- Aaaaaaaax.. ax Şîlan, bila tu zanibî; eger ku
ez hezkirina xwe, ya ji te re, li rojên payîzê
belav bikim, dê kulîlk û çîçekên daran
bipişkivin weke di rojên bihara teze de. Lê
mixabin, ez dikarim bibêjim: ku ez mêrê
nimûnenên dawî me û ewa ku, ez jê hezdim ez
newêrim xwe nêzîkî wê bikim.
- Tu dixwezî min dîn û şêt bikî. Şîlan dipirse.
- Na.. lê naxwezim ji xewnan şiyar bibim; ez
mirovê xewneroja me û tirsa min ku, ev hezkirina
te ji min re xewn û leylanek be û gava bêjim te:
ez ji te hez dikim, tu jî û weke hemû keçikên ku,
min ew di jiyana xwe ya sar û reş de naskirine..
tu bibêjî min: tu li riwê xwe yê miriyan
nameyzîne, da ku, tu bixwezî li jiyanekê bigerî
û li dawiyê jî tu tufiya xwe li şûn xwe bihêlî..
ez ji xweşikbûnê ditirsim.
- Bes min çend caran xwe nêzîkî te kir û tu ji
min reviya. Gotinên Şîlanê wan wêneyên berî
heftiyeke tîne bîra ewan û dengê wê dema ku, di
salona hotêlê de rawestibûn dixe guhên ewî:
- Tu bi me re naçî ser gora Mem û Zînê. Şîlan bi
tirs ji ewî hevalê ku, digote koma hevalan: "biborin;
ezê nikaribim bi we re bêm.. hûn dikarin bi tena
xwe jî derkevin, hinek karên me yên taybet li
gel hinek hevala derketiye". Bi hevoka dawî re,
ew pozê xwe bilind dike û ji koma hevalên dora
xwe re dide xûyan ku taybetiyeke wî li vir heye
û vaye ew bi tenê ji nav ewana tête vexwendin bo
hinek karan. Evê pozbilindiya wî hêştibû ku, ew
pirs û bergera Şîlanê jî nebhîse û wilo bihêle
dilê wê bête sotin.. rewisandin, mîna ku tu
kuzotine êgir bi ser de ke.
Şîlanê û hîne di çavpêketina pêşî de hestkir ku,
dilê wê hate guvaştin û êşeke zirav tê re herikî
û naskir ku, ewê di bizaveke nuh re derbas bibe
û evê yekê hêşt ku, hinekî ew bi tirs û dudilî
bi ewî re têkildar bibe û ev yeka jî li dijî
hêmeniya ewê bû; ji ber ku, ew bi dilnazî û
dilgermiya xwe dihate naskirin û eger ew li çi
civakê beşdar biba, ewê dikarî bi rewana xwe ya
bilind ew civak bilivanda û dilşad bibin; ango
ew bi rewana dilşadiyê dihate nasîn, lê ev nayê
ewê wateyê ku, ewê xwe di civakê de erzan dikir,
qet na û ew hertim cihê rêz û rûmetê bû û di
axaftinên rastgo de ewê hinekî tûjtir jî dikir.
Lê ewê qet bawer nedikir ku, dê bibe qurbanek
winda di nav şareke nuh de û hîne di nimûneya
pêşî de, gava ew ji balefirê daketin û silav li
ewan çend camêrên ku, hatibûn pêşiya wan kirin,
naskir ku, riya wê dirêj û dijware û ewê bi tena
xwe rahêje xaçê xwe û di ser riya bi dirî û
stiriyên xwînê re bibore. Ev yeka bêtir jê re
balkêş bû dema ewî xatir ji giropê hevalan xwest
û ji ewana qetiya û hêşt ku, ew bi tena xwe piçe
bajarê Amedê, piştî ku, ewî gote ewan hevalan: "biborin,
ezê îşev li Nisêbînê bimînim; hinek heval û
karên min li evan deran hene û dive ez îşev li
ba wan bimînim". Û wilo, ew ji hevalên xwe
diqete û dihêle xemgîniya Şîlana Memo kûrtir
bibe.
Şîlanê qet bawer nedikir ku, ew wilo pêre
bideûbistîne, lê tevî evê ziwabûna wî jî, ewê
destên xwe ji çêrokê neşûştin û gote xwe: "hîne
heftiyek sax li pêş me ye û ka ez binirim ev çi
pêşeye, çima dike ku, ez nedîtime û wilo dixweze
bi xwe bikene". Erê ewê dixwest tev bi hev re
derkevin Amedê û wilo hevaltiya rê bibe keysa
danûsitandinê, lê mixabin piştî ku, ewî xatir
xwest û ew li şûna xwe hêşt, ew bi dilxemgînî li
tirambêlekê ji yên ku, ji bo ewana amide kiribûn,
siwar dibe û didin ser riya hizir û xeman; riya
hevalên winda û sotina darên merxê.
- "Ev bû cara dudiwaye ev li min wilo dike, çima?
Tevî ku, demên li çavên wî dinirim ez bangeke
gerim di ewana de dibînim û ne bawerim ku,
hestên min min dixapînin; ev ne cara pêşîn e ku,
pirsên çavan dixwînim û di ewê xwendina xwe de
bi ser dikevim". Şîlan di ewê kêlîka ku, ewî
xatir xwest de gote xwe û dema dît ku, ew careke
din direve jê re got û perde çirand: çima tu jî
bi me re nayî.
- Hinek karên min ên taybet hene û eger ne wilo
ba ezê bihatama. Ew careke din bi quretî dibêje
wan û hinekî dengê xwe bilind dike, da ku, ewên
derdora ewana jî bibhîsin.
- Eger ku tu naxwazî ez biçim, ez jî naçim.
Şîlan li hêviya ku, ew jê re bibêje: "neçe"
bendewar dimîne. Lê mixabin; ew careke din
hêviyên wê dipelixîne û jê dixweze ku, ew digel
hevalên dîtir derkevin ser gora Mem û Zînê û evê
keysê ji dest xwe bernede û wilo dihêle bîra
xemgîniyên wê sartir bibe û ew bizavên xwe bike,
da ku, nehêlibe careke din çavên ewana rastî
hevdu bên. Ew ji ba hev bi rê dikevin û her yek
di qirika xwe de çiyayekî ji xwuyê hest dike.
- "Min çima wilo kir; çima ez digel ewana neçûm
ser gora Mem û Zînê; ew hine xwesteka min bû di
şeva çûyî de û hin jî ma ne ji min re xwenek bû
ku, yeke weke Şîlanê ji min bixwesta ez digel
ewê derkevim deverekê, seyranekê.. ez çima li
dijî dilê xwe diçim; çima dixwezim her tim bi êş
û dilmayî bijîm.. çima xwe dikim qurbana
quretiya xwe".
- Em biçin, ew li benda me ne. Rêveberê wan
dibêje û dide pêşiya wan û zincîra ramanên ewî
dibire. Ewê biçin serdana serokê şaredariya
bajarê Amedê û li gel wî hinekî bimînin û di piş
re wê derketana serdana hinek pirojeyên bajêr.
- Tu yê hertim xwe bikî qurbana tirs û quretiya
xwe; eger te hinekî cerg kiriba û te bi porê min
bigirta û bi gota min ez ji te hezdikim; minê
gerdûn bihêşta û bihatama. Lê Şîlan gotina xwe
dibire; dema ku dibîne ew hêsir û weke dilopeke
baranê di zivistaneke sitewr û ziwa de bi ser
pişta destê ve tête xwar.
Ew jî û bi hejandina mil re ji aliyê ewê keçika
ku, heya bi demekê hêştibû ew şêt bimîne,
vediciniqe; ewî dema hest kir ku milê wî tête
hejandin gote xwe: "waye Şîlan milên min
dihejîne, da ku dengê giriyê min dernekeve û ez
bêtir seriyê xwe nexim hembêza wê û bala ewan
hevalên dora me nekişînim ser rewşa xwe". Lê
dema ku, ew xweşik li riwê ewê keçikê dinire
dibîne wêneya keçika mazovana balefirêye û ewê
wî ji xewnerojan şiyar dike.
Erê ewî çend carên din jî çav misdan û gote
belkî ew di xew ve çûye û xewneke giran dibîne û
eger a nuha ji xew şiyar bibe dê bibîne ku,
Şîlan di rex wî de rûniştiye û destê xwe jî
xistiye nav destên wî de û ewan seriyê xwe
xistiye ber yê hev de ku, pir caran ewê
nêzîkbûnê dihêşte riwê wan bighe hev. Lê ewê
misdana çavan û her diçû hêvî û xewnerojên wî
beravêtî dikirin û jê re diçespand ku, ewî bi
tena xwe di balefire de maye û hemû bînekên dî
yên balefirê jê peya bûne û waye mazovana
balefirê ewî ji xew şiyar dike.
Ew di salûna firoşgehan de dimeşiya û bi melûlî
çenteyê xwe li pey xwe dixweşan, carina û bi qîr
– qîra mêvan û mazovanên ewêderê re çav hildidan
û li riwê wan meyzedikr ku, çawa bi dilgermî
hevdu hembêz dikin û bi hatina hev şadibin.
Belkî ne ji ewê yekê ba û ewî xwe di firoşgeha
firogehê de nedîta dê bigota ew çûna konfirans û
dîtina Şîlanê li ewêderê û gotinên wê yên li
jorî bîst û pênc hezar gav li jorî rûyê zemîn û
ewran, tev derewînên xewnerojkên wî bûn. Ew hîne
di nav ewan gûmana de bû dît qîj – qîja zarokekî
ji aliyê deriyê ku, ji salûnê dertê ve bilind bû
û weke carên dî wî niherî, ka ewê çawa bi hev
şabibin.
Lê gava çavên ewî bi wan dikeve tirkinî bi dilê
wî dikeve; erê ew xweşik riwê wê nabîne, dema ew
di derî de diraweste û di ser milê xwe yî çepê
re li wî dinire û dihêle çente ji destê wî
bikeve, lê ew birûsa hêsra di qurziya çavan de
nîşana Şîlanê bû. Xwest biqîre û bêje "vaye ez
li virim û ezê xwe qurbana tekim". Lê hest kir
ku ewî di nav komek mirov deye û ev yeka dê
bihêla bala tevan bikişe ser wî û di wî de bi
gûman bin ku, ew mirovekî şête. Ew li pey wan
dinire.. û dinire ku, ewê bi destê zarokekî şeş
– heft salî girt û di rex de jî mêr – dêwekî
rahiştiye keçeke çar – pênc salî û.. li şûna wan
ew birûska, ku ji çavên wê di derî de weşiya bû,
dimîne.
Cindirês – 2007
|