|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
|
من
أجل الإعتراف الرسمي
باللغة الكردية في سوريا
إعتبارا من
الأول من آذار تبدأ حملة المئة
ألف توقيع وفي نهايتها سيقوم
إتحاد المثقفين الكرد ـ غربي
كردستان في الخارج بإيصال هذه
التواقيع مع وثيقة حول قمع
الثقافة واللغة الكرديتين في
سوريا إلى المنظمات الدولية و على
و جه الخصوص منظمة اليونيسكو.
ان اتحاد المثقفين الكرد غربي
كردستان في الخارج يتوجه الى كل
بنات وابناء شعبنا الكردي ، داخل
الوطن وفي الشتات، الى المساهمة
في هذه الحملة ايمانا منا بان كل
من يشارك بتوقيعه في هذه الحملة،
سيساهم بذلك لصالح الإعتراف
الرسمي باللغة الكردية في سوريا.
انت...
بتوقيعك تطالب بحرية التحدث و
التعلم وبجعلها لغة وطنية ومعترفا
بها في سوريا. |
|
Bo
pejirandina fermî a zimanê kurdî li Sûriyê
Ji 1 adarê ve
kampanya berhevkirina 100 hezar imze dest pê dike.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve dê van
imzeyan li gel belgenameyekê derbarê çewisandina çand û
zimanê kurdî li Sûriyê bigihîne dezgehên navnetewî, bi
tayebtî jî UNESCO. Kesê/a ku bi imzeya xwe beşdarî vê
kampanyayê dibe, dengê xwe bo pejirandina fermî a zimanê
kurdî li Sûriyê dide. Ew bi imzeya xwe re doza
serbestkirina axaftin, fêrkirin û fêrbûna zimanê kurdî
li Sûriyê dike.Zimanê me |
|
|
|
الحزب
الديمقراطي الكردستاني-سوريا يعلن مساندته ودعمه
لحملة مائة الف توقيع من
اجل الاعتراف
باللغة الكردية كلغة
رسمية في سوريا التي يقوم
بها اتحاد المثقفين
الكرد-غربي كردستان في
الخارج
|
|
بيان تأسيس مكتبة
مير جلادت للثقافة الكردية في قامشلو
ومشاركة منا في سنة اللغة الكردية
إلى أبناء شعبنا الكردي في سورية
نعلن تأسيس مكتبة كردية تهتم بالثقافة و اللغة الكردية و تقديرأ لجهود
مير جلادت بدرخان ،و بغية الحفاظ على اللغة الكرية فقد قررنا تسمية
المكتبة بإسمه وتركز المكتبة على الأهداف التالية
1 - فتح دورات تعليم اللغة و بالأخص للجيل الناشئ
2 - احياء كافة المناسبة الثقافية .
3 - اصدار مجلة باللغة الكردية
4 - إعارة الكتب و إيصالها إلى كل من يرغب ، وهي تضع نفسها تحت تصرف
جميع الاحزاب الكردية نتمنى من جميع الاخوة الكتاب و المثقفين مد يد
العون للمكتبة و سيصدر فهرس للكتب الموجودة
قامشلو 22. 2 . 2006
ادارة مكتبة مبر جلادت بدرخان |
|
------------------------------------------------------------------- |
|
رسالة من
منتدى العلامة الشهيد معشوق الخزنوي للثقافة
الكردية
الاخوة في الاتحاد
السلام عليكم ورحمة الله وبركاته ويسرنا ابلاغكم تحيات الشيخ مرشد
الخزنوي المشرف العام على الموقع وتضامنه
معكم في حملتكم من اجل ان يكون عام 2006 عام اللغة الكردية وقد وضع
صورة الملصق المعتمد من قبلكم على موقعنا ويسرنا ان نزودكم بالاسماء
الاولية للذين تضامنوا ونعدكم ان المزيد من الاسماء قيد الفرز ولكم
تحياتنا |
|
------------------------------------------------------------------- |
|
ملحق رقم ( 1 ) بخصوص
الاعلان عن جائزة العلامة الشهيد معشوق الخزنوي
بعد الاعلان عن جائزة العلامة معشوق الخزنوي
وتعاونا من منتدى الشهيد الخزنوي مع بادرة اتحاد المثقفين غربي كردستان
بأن يكون عام 2006 عام اللغة الكردية فقد اجتمع مجلس الجائزةبتوصية من
منتدى العلامة الشهيد معشوق الخزنوي للثقافة الكردية وتقرر إعطاء هذه
الجائزة لهذا العام 2006 وهي الدورة الأولى للجائزة لخادم اللغة
الكردية من أشخاص او مؤسسات 0
هذا ويمكن إرسال ترشيحاتكم الى إدارة المنتدى على العنوان التالي
khaznawi@gawab.com
ولمعرفة المزيد عن الجائزة قم بزيارة هذه الصفحة
http://khaznawi.com/saor/mnt/70.htm
اللجنة الإعلامية بمنتدى العلامة الشهيد معشوق الخزنوي للثقافة الكردية |
|
------------------------------------------------------------------- |
رسالة من الطلبة الكرد الجامعين في غرب كردستان
اتحاد المثقفين الكرد – غرب
كردستان في الخارج
الأخوة في إدارة موقع Rojava.net
تحية كردايتية وبعد:
باسمي واسم كافة زملائي و زميلاتي من الطلبة الكرد في الجامعات السورية
, أود شكركم على إعلان هذا العام الجديد 2006 عام اللغة الكردية ,
وانقل أمانيهم الخالصة لكم بالتوفيق في هذه المهمة العظيمة , التي
تستحق كل التقدير .
إن تكريس جهود سنة كاملة من البحث و الدراسة في خدمة لغتنا الكردية ,
لخطوة عظيمة في طريق تعليم وتطوير لغتنا الكردية , وحتى تتضافر الجهود
من الداخل والخارج , وانطلاقاً من الحاجة المتزايدة إلى تعلم الكردية
بشكل أكاديمي , وفي ظل الظروف التي تدركونها جيداً لواقع اللغة في
الداخل , وعدم توفر المناهج اللازمة , و تناثر الخبرات اللغوية _
القليلة أصلاً_ المتواجدة في هذا الجزء الكردستاني , فحتى الآن لا يوجد
قاموس يمكن الاعتماد عليه , سواء / كردي عربي / أو / انكليزي كردي / ,
وعن تدريس الكتابة والقواعد بين الوصل والفصل نكاد نضيع, وكل مجموعة
أدبية شعرية أو قصصية تصدر لكاتبها أسلوب كتابة _قواعدي _ يختلف عن
الأخر .
نتمنى منكم التعاون لإرشادنا للطرق الصحيحة , أو الكتب التي يمكن
الاعتماد عليها, و أن تزودوننا بما يمكن من أبحاث و دراسات, لنتمكن من
تعلم وتعليم الكردية بالشكل الصحيح أكاديمياً , وكم نتمنى أن تصدروا في
نهاية العام قاموساً كردياً الكترونياً , أو أن تنشروه في موقعكم
الأنترنيتي ولتعم الفائدة .
مرة أخرى نشكركم ونتمنى لكم التوفيق في انجاز ما تصبون إليه , في سبيل
عام اللغة الكردية .
الطلبة الكرد الجامعين في غرب كردستان
عنهم :Zara Seyd |
|
------------------------------------------------------------------- |
|
|
|
Qamişlo bi vekirina Pitûkxaneya Celadet Bedirxan
beşdarî sala zimanê kurdî dibe.
Daxuyaniya damezirandina pirtûkxaneya mîr Celade
Berdirxan bo çanda kurdî li qamişlo
-Pişkdariya me di sala zimanê kurdî de - |
|
----------------------------------------------------------------- |
Partiya Demuqratî ya Kurdî ya
Sûrî (P.D.K.S) piştgiriya sala zimanê kurdî dike
- Em bêdudilî sala zimanê kurdî destek dikin û
pîroz dikin.
- Di piroje û çalakiyên vê salê de em ê li gor
hêz û karîna xwe alîkar bin.
- Me biriyar daye ku em belavokekê bi nave
PERTEW bi kurdî biweşînin û zimanê fermî di nav
partiya me de tenê kurdî ye. |
|
----------------------------------------------------------------- |
SALA 2006`ê SALA ZIMANÊ KURDÎ YE
Em dîsa dubare dikin,
erkek pîroz e û pêdiviyek neteweyî ye li ser her
Kurdekî netewparêz li vê bangê xwedî derkeve û
em hemû karîn û derfetên xwe bidin ber hev, bo
em karibin sala 2006`ê bikin sala serbilindî,
danasîn û raperînê bo zimanê Kurdî, di heman
demê de jî em wê bikin sala rûreşî û
histûxwariyê bo dagîrkeran. Em bi hev re û bi
yek dengî bêjin “ NA ” BO PLAN Û FERMANÊN
SÎNORKIRIN Û QEDEXEKIRINA ZIMANÊ KURDÎ LI
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ.
De ka em bi Kurdî bipeyivin û guftûgo bikin, bi
Kurdî bixwînin û binivîsin, bi Kurdî biramin û
biafirînin, “ bi Kurdî bijîn û bi Kurdî bimirin
” .
K.M.Ç |
|
----------------------------------------------------------------- |
Komela
Kaniya Sipî piştgiriya sala zimanê kurdî dike
Komela Kaniya Sipî
diyar kir ku ew dê „li gor derfet û karîna xwe
piştgiriya“ sala zimanê kurdî bike |
|
|
----------------------------------------------------------------- |
|
Tevna Çand û Hunera
Kurdî-Dêrik piştgiriya sala zimanê kurdî dike |
|
----------------------------------------------------------------- |
Nameya Platforma Êzîdiyên Celle
Roj baş
Silav û rêz xwuşk û brayên heja!
Bi maila we em gelekî keyfxweş bûn, wekî kurdên êzîdî em
hertim bi netewe û pê re
zimanê xwe re ne. Pêşxistin û parastina zimanê kurdî
parastina hebûn û pêşeroja me ye!
Ser seran û ser çawan em ê alikarîya wê kampanya pîroz
bikin.
Xwîşk û brayên hêja, fermo ji kerema xwe re bo me baştir
bahsa xwe, kar û xebatên
xwe bikin! hûn kî ne? Li kurderê rûdinin? Destûra yekîtî/hevgirtina
we heye? Hûn
difikirin çalakîyên demokrat li celle çebikin? Hûn çawa
dikarin alîkariya me bikin?
Em çawa dikarin alîkariya we bikin? Eger imkan hebin em
dixwazin hevditinekê bi we re pêk bînin!
Silav û rêz, serkeftin bo xebat û mirovên demokrat.
Serokê Platforma Êzîdiyên Celle
Xelîl Savucu
Alîgirê serok
Selim Temin |
|
----------------------------------------------------------------- |
Nameya Instîtûta Kurdî ji bo
Lêkolîn û Zanist li Berlîn
Bi rêzan
Me nameya we girt. Em wek înstîtûta Kurdî, vê xebata we
pîroz dibînin û ji bo piştgiriyê amade ne. Wek hûn jî
dizanin ku ev xebatên we hatiye beşkirin û di nava
salekê de pêk tê. Daxwaziya me ji we ku hûn komkirina
îmzeyan bi çi awayî
dibe hîn zelaltir bikin. Li aliyê din, em hewil didin ku
dokumentên li ser qedexekirina zimanê kurdî li bi
kêmahîbe jî bidestbixînin. Dîsa hûn karibin
çalakiyên ku li derveyî welat pêktên di nav demê de hîn
zelaltir bikin û me agahdar bikin wê baştir be.
Silav û rêz
Li ser navê lijneya rêvebir ya
Instîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanist li Berlîn
Cemal Ballikaya |
|
----------------------------------------------------------------- |
Nameya Kombenda Kawa bo çanda
Kurdî KKÇK
Birayên hêja Endamên “ HRKRD “
Silavên birayane
Bi rêzgirtin me namawe wergirt û piştî komcivîna
komîtiya birêvebir a KKÇK bi me xweş e vê
bersivê ji we re pêşkêşbikin :
Projeyê we pêşkêşkiriye liser zimanê Kurdî gavek
pîroz e em dipesinînin û daxwazên we bicîdikin
ligorî karîna me lê birastî hin pirs hene em
aresteyî we dikin wek: Aya ev proje ji we bitenê
derketiye yan aliyên din hene û kî ne?
Aya eger berê komîtiyek amadekar ji herçar
parçan çêbiba baştir nebû jiber karekî neteweyî
ye û giran e divê bi hev re bibe
Li gel rêz û silavan
Serekê KKÇK
Selah Bedredin
14 – 01 – 2006 |
|
----------------------------------------------------------------- |
|
|
|
|
|
 |
| |
|
Di
destpêka vê bangê de, em dixwazin sala 2006ê li zimanê
xwe pîroz bikin, zimanê kurdî yê ku îro li pêşberî
metirsiyeke mezin radiweste û di bareyeke sosretane de
dijî.
Gelî serok û rêxistin û dezgeh û saziyan !
Gelî rewşenbîr û xemxur û azadîxwaz û gelî kurdan!
Zimanê kurdî, ji bilî ku spardeya herî pîroz a dîroka me
û henasa hebûna me ye, xaniyê parastina çand û
keseyatiya me ya neteweyî ye û alava herî ronak a
destnîşankirina taybetmendî û awayên cihêrengiya me ye
jî.
Hewldanên tund û dijwar ên li dijî tunekirina zimanê
kurdî hêjî li sê beşên welatê me berdewam in, bi vê
berdewamiyê re, dagîrkerên Kurdistanê roj li pey rojê,
êrîşên xwe yên çandî û kultûrî, bi alîkariya dibistan û
zanko û alavên xwe yên ragihandinê kûrtir dikin û qada
asîmilasyonê, qada şûştina hest û mêjiyê kurdan
berfirehtir dikin.
Mebesta dawîn a hemî dagîrkeran ew e ku nasnameya kurdan
biçewisînin, kesayetiya wan a dîrokî lawaz û bin pê
bikin û çanda wan a neteweyî bidizin û zuha bikin. Lewra
di vê serdema dawîn de, xwîna herî pîroz û mezin a ku
tevgera rizgarîxwaza kurd rijand, xwîna zimanê kurdî bû
û şehîdê herî mezin ê têkoşîna kurdan jî dîsa zimanê wan
ê pîroz e.
Em, Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve, vê
bangê, di sala nû de, bi mebesta ku sala 2006ê bibe sala
zimanê kurdî, aresteyî we dikin, sala raperîn û têkoşîn
û berxwedan û geşkirin û avdana reh û rîş û zeviyên
kurdî, sala rûreşkirin û şermezarkirina plan û bername û
projeyên dagîrkeran, sala agahdarkirina dezgehên
navnetewî û ronîkirina metirsiyên rasteqîne û
peydakirina derfetên pêwîst bo azadkirina zimanê dayika
me!
Gelî Kurdan!
Hevgirtina Rewşenbîrên kurdên Rojava li derve, biryara
kongireya xwe ya diwemîn piştrast û teqez dike û li jêr
duruşmeya ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA
NASNAMEYA ME YE, dest bi sala zimanê kurdî sala 2006ê
dike.
Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku hemî hêzên siyasî û
rewşenbîrî, li bin sîwaneya vî zimanê birîndar dest bi
têkoşînê bikin û bi yek mebestê li zimanê xwe xwedî
derkevin, xwedîderketina li zimên jî, di serencama xwe
ya dawîn de, xwedîderketina li azadî û raman û nasname û
dîrok û hebûn û bûneweriya mirovê kurd e.
Têkoşîna me gişan bi hev re, di van kêlîkên tirsnak de,
ji bo parastina giyan û hest û mêjî û cihêrengî û
taybetmendiya mirovê kurd e.
Têkoşînek e da em bi kurdî dahênan û afirandinê bikin.
Bi kurdî biramin, bikenin, bigirîn. Bi kurdî bijîn û bi
kurdî bimirin.
Em bi vê bangê re, hawara xwe, dûbare, digihînin hêz û
rêxistin û kesayetî û saziyên kurdan, çi li derve û çi
li hundir, ku sala 2006ê bi çalakiyên derbarê
çesipandina zimanê kurdî û geşkirina çanda neteweyî
dewlemendtir û watedartir bikin.
HRKRD jî, di vê çarçeweyê de, dê bi giranî hewl bide ku
projeya xwe bi şêwazekî serkeftî û tekûz pêk bîne, Hin
ji xalên projeyê jî ev in:
- Dê di malpera rojava.net de rûpeleke taybet bi navê
sala 2006ê sala zimanê kurdî ye,
ZIMANÊ ME XANIYÊ BÛNEWERIYA ME Û WATEYA NASNAMEYA ME YE,
veke.
- Dê pirtûkekê bo fêrkirina zimanê kurdî, bi taybetî bo
rojavayî kurdistanê, li welêt çap bike.
- Dê Belgenameyekê derbarê brîndarkirin û çewisandina
çanda kurdî bo dezgehên navnetewî, bi taybetî UNESCO, di
gel çalakiya berhevkirina 100 hezar imzeyan, amade û li
dar xîne.
- Dê hewl bide ku Konfiranseke navnetewî derbarê
çewisandina zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê, yan li
Brukselê yan jî li Strassburgê amade bike.
Hevgirtina me, di dawiya vê banga xwe de, nav di xemxur
û evîndarên zimanê kurdî dide, ku bi cegerdarî beşdarî
parastina ziman û çanda xwe bibin û bi hev re raperin da
ku sala 2006ê bibe gava yekemîn ji gavên azadiya ziman û
çanda neteweya Kurd.
Bila zimanê me xaniyê bûneweriya me be!
Bila zimanê me wateya rasteqîne ya nasnameya me be!
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
01. 01. 2006
hevgirtin@rojava.net
rojava@rojava.net |
|