rojava@rojava.net

 
   


Daxuyanî li ser girtin û darizandina nivîskar Kemal Seyid Qadir

rojava.net 28.12.2005

 



 

Di 26.10.2005an de, Nivîskar û mafnasê Kurd « Kemal Seyid Qadir », ji hêla hêzên ewlekariyê yên hukûmeta kurdistanê, li Erbîl « Helêr »ê hate girtin û dûvre, di dadgeheke ku 2 saetan dirêj nekir, bi 30 sal zindan hate sizakirin. Wek ku diyar dibe, girtin û dadgehkirin li ser bingehên bîr û boçûnan hatine kirin.

Girtin, dadgehkirin û sizakirina birêz Kemal Seyid Qadir li dijî prensîpên giştî yêm mafên mirovan tên û wek çewesandineke dijwar li ser azadiya hizr, bîr û helewstan  tên dîtin.

Em wek Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li derve « HRKRD » dadgehkirin û sizakirina rêzdar « Qadir » wek dadgehkirin û sizakirina bîr û boçûnan dibînin û hêvî ji destlatdariya kurdistanê li Erbîl « Hewlêr » ê dikin ku lêvegeryanekê li vê sizaya nedadwer bike û di bin banê zagonê de û bi prensîpên dadgehkirinên dadweriyane rahêje doza nivîskar Kemal Seyid Qadir û hemû dozên mîna doza wî.

Ti carî, em nikarin têbigihîjin ku dadgeheke kurdî, li kurdistana ku ne ji mêj ve ji stem û zorê azad bûye, wek dadgehên rêjîma diktator a Îraqê ya berê û li ser bingeh û zagonên wê bigere û sizayan bide.





26.12.2005
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li derve, HRKRD.

Komîteya Ragihandinê



 

 


 


المقالات المنشورة تعبر عن وجهة نظر اصحابها ولا تعبر بالضرورة عن رأي الموقع
 

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN KURDÊN ROJAVA LI DERVE
 

 
Kurdi
Kurmancî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv

têkilî

 عربي

Deutsch

English

Swedish

Hevgirtin