Bawerim yê nivîskar dema dinvîse qet wê
hizrê nake ka ji kê re, yan ji çi re
dinvîse. Nivîsandin şêweyê jiyan û liva wî
ye weku mirov. Duv re, wexta belav dike;
xwendevanan vexwendî hevbeşiya afrandina
cîhana xwe ya teybet dike. Wan vexwendî
dîtina jiyanê di neynikên xwe yên teybet re
dike.
Bi xwe yê nivîskar di gera li xwe bi xwe de,
her hewil dide neynikên ji bilî xwe nivîskî
bixwîne; yan xwe têde hewil bide.
Her di hewildanê de ye, şêweyên pêwendiya me
bi jiyanê re peyda bike û wateyekê jê re
pêşneyar bike, yan jî weku pirsekê bavêje
giyanê me.
Wêje yek ji alavên hewlidana me ye da
nasbûna me ji jiyanê re rengîntir û mezintir
be. Di neynikên wê de zelatir xwe bibînin:
Her wesa wêje yek ji alavên parastin û liv û
jînandariya zimanê kurdî ye
Ev berpirsiyariya me ye, ne tenê di ber
zimanê kurdî de, lê her wesa di ber çanda
cîhanê de jî, da ji çêja kurdî nemîne bê
par.
Parastina ziman yek ji mercên herî giringe
da miletek hevgirtî bimîne û li kêşa xwe
xwedî be, bi girêdanên kulturî yên wêje di
xwe de diaferîne û diparêze, hevgirtî û
qayim bimîne.
Ziman bi wêjeyeke jîndar û livane û her di
hewildanên nuhkirin û jixwebuhrîn de tê
parastin û bi wext re digehe.
Huner/ nivîsandin yek ji alavên avakirina
hizrvanî û exlaqê civakê ne. Wêje weku
mînakeke jiyanê, weku alavek pêşneyarkirina
şêweyên hizir , dan û standina bi buyeran
re, ne tenê wek temaşevan. ( Wêje ne wek
temashevan )
Her civakek li gor mercên jiyana xwe yên
tarîxî, cigrafî û siyasî gewdên wêjeya xwe
diaferîne, Bi heman rengî her qonaxek ji
jiyana mirovatiyê guhertinan dike şêweyên
wêjeyê de.
Ji her miletên cîhanê bihtir, miletê kurd bi
mercên jiyan, ziman û welatê xwe hewcerdarî
wêjeyeke xurit û bi berxwedan e.
Çanda kurdî bi gelemperî li têla xemgînî û
pepûkiyê dide, ji hestên mirovan bihtir yan
girî yan hilbînê wek alavekê ji bo dengdan û
bandorê bikar tîne.
Pirsa bingehîn wesa dibe:
Heya kijan radeyê wêjeya kurdî hewil dide
guherînekê di hişmendî û exlaqên civaka me
de bileyze?
Wêje ji bo hizirvaniya ciwaniyê
Ji bo parastina tevgera ciwanî û hijêkirinê
di giyanê mirovan de di cîhaneke setemkar û
hovne de.
Ji bo hewildanên hişmendiya mirovatiyê her
tim dûrtir ber bi asoyên sawirê yên bê dawî
ve here, ew sawîrên ku sedemên pêşketina
mirovatiyê ne.
Şimustiya zimanê kurdî yê kuvî mîna xifşekê
mîrê/a xwe yê/a nivîskar li pey xwe dibezîne
şikftên veşartî, çîrokên veşartî dirêjî
giyanî wî dike; her nivîskar bawer dike ku
çare jê kirye, dîsa di xeyla şkefteke nuh de
winda dibe.
Yariyên dilovan bi zaroktiya zimanekê re ta
gavên xwe bavêje û hînî meşê bibe.
Bi sebra dilê dayîkekê di dirutina kirasê
keça xwe yê bukaniyê de. Hewqas hijêkirin û
hustatî ji nazdariya zimanê kurdî re dive da
gul bide, her car bi rengekî nuh. Ev yek jî
hem diyarî û hem barê milê nivîskar e.
Wêje ji bo xweşiktahiya xwedê di giyanê
mirov de, ji bo neynikên suruşta hunermend
di nazdarî û hêza peyvan de.
Wêje da jiyan newe jibîr kirin.
Da cîhan, jiyan, mirov werin tehmul kirin.