|
Helîm Yûsiv
Yek ji qezencên ku dewleta Tirk dixwaze ji têkiliyên xwe yên bi
yekîtiya Ewrupayê re bidestbixîne ew e ku zimanê kurdan li Ewrupayê
jî jêbike û çavê wan bigire, herweha wan bê guh jî bihêle, ango
televizyona kurdan RojTV bide girtinê.
Di demeke weha de, tê hêvîkirin ku bi pêşxistina têkiliyên Turkiyê
bi yekîtiya Ewrupayê re, ku bayê azadî, pirrengî û pirçandiyê ber bi
Turkiyê û bakurê Kurdistanê ve bibe û rê li ber faşîzmê û çavsoriya
generalên serdest teng bike, pê re jî rê li ber kurdan vebe, da ku
karibin bi zimanê xwe perwerde bibin û bi nasnameya xwe bijîn. Lê
fantaziyên dewleta Tirk ber bi aliyekî din ve diçin. Weha diyar e
çavên wan li çek û sîlahên Ewrupiyan yên girane bêtir ji
demokratîbûn û şaristaniya wan . Mînaka herî nêzîk jî ev tangên
giran yên ku hikumeta Elmanyayê ya dawî berî mehekê firotin tirkan,
çavê wan lê ye ku kurdên li Ewrupayê jî mîna yên nav xwe bê maf
bihêlin û ev hewildanên generalên tirk û berdevkê wan yên sivîl
Erdogan jî mînakeke din e û wê ne ya dawî be. Ev hewildan sê pirsan
bi xwe re tênin :
1- Heta çi radeyê wê Danîmark – Yekîtiya Ewrupayê – li pirensîpên
xwe xwedî derkeve û mafê azadiya ramanê yê kurdan dê nebe qurbana
berjewendiyên aborî û siyasî.
2- Destekkirina kurdan ji bo endametiya Turkiyê ya yekîtiya Ewrupayê
helwesteke rast e an jî mîna helwesta wî kesî ye yê ku kevirê xwe di
kaboka xwe de lêxîne. Her ku têkilî bi pêş ve diçin, Turkiyê bêtir
şirîk û hevalên xwe yên Ewrupî jî li dijî kurdan bikartîne.
3- Heta kengî wê qala vê cudayiya sexte ya di navbera siyaseta
Erdogan û siyaseta generalan de bibe.Ji bilî çend daxuyaniyên ku bi
zanebûn têne derxistin, di xalên bingehîn de, çi cudayî di navbera
siyaseta Erdoganê ku li Amedê pirsgirêka kurd kiribû ya xwe ! de û
di navbera siyaseta generalên ku kuştina rojane li Kurdistanê
dimeşînin de heye ?. Ez bawer dikim hemû bûyer destnîşan dikin ku
harmoniyeke xurt di navbera herdu aliyan de heye.
Ev hewildanên girtina Roj TV jî mînakeke eşkere ye, ku generalên ku
şer li Kurdistanê dimeşînin destpêkirin û Erdogan li Danîmark ev
hewilanên qirêj gihandin asta wê ya herî bilind. Ew helwesta Erdogan
ya ku ji bo hazirbûna rojnamevaneke kurd ji Roj TV karê xwe nîvco
hiştibû, bê guman ji bejn û bala serokwezîrekî bêtir li bejn û bala
endamekî ji rêzê ji partiya ( gurên boz ) tê. Bi van bûyeran re jî
careke din pirsa hêviya çareseriyê jî dikeve nav gumanan de.
Dewleta ku serokwezîrê wê li paytexteke Ewrupayê nikaribe tehemula
hebûna rojnamevaneke kurd bike, wê çawa tehemula hebûna miletê kurd
bike ?. Weke encam, ev ( ciwamêr ) ji hêla piraniya miletê Turkiyê
ve weke serokwezîr hatiye hilbijartin, wê çi hêvî di wî miletî bixwe
de jî hebe gelo ?.Di vê derbarê de jî ew hêviya hinek dewletên
Ewrupayê yên ku li ser Turkiyê ku weke pirekê di navbera wan û
dewletên misilman de rol bilîze, mîna pêkenokekê xwe dide pêş. Di vê
çarçoveyê de, bi bûyerên Şemzînanê re, careke din bû qal û behsa
dewleta veşartî – dewleta kûr -. Eger ev rastiyeke Turkiyê be,
rastiya din jî ew e ku zihniyeteke kor jî heye ku îro li Turkiyê
serdest e. Ev zihniyeta kor jî ku bi rengekî sivîl xwe nîşan dide û
mîna eniyeke piştgir e ji dewleta kûr re. Navê berdevkê wê yê îro
Erdogan e, dibe ku sibe nav bê guhertin. Ev rûdan, gotina serokê
Firensayê yê niha tîne bîra mirov ku ( Tirk bi hewceyî şoreşeke
çandî ne ) bi hewceyî şoreşeke zihniyetê ne. Beramberî vê yekê ji
kurdan çi tê xwestin gelo ?. Ez di wê baweriyê de me ku girtina Roj
TV wê ne tenê kêfa generalên Tirk bîne, belê wê kêfa hinekan ji (
rewşenbîrên ) kurd jî bîne. Ev qelsiya ku di çapemeniya kurd de, li
hember êrîşên li ser roj TV, tê wê wateyê ku beşekî mezin ji
xebatkarên vê çapemeniyê ev derewa generalên tirk bawer kirine ku ew
li hember vê televizyonê ne ji ber ku girêdayî hêzeke kurd e, an bi
gotina wan ya hêzeke ( terorîst e ). Weha xwe tetmîn dikin ku êdî ew
li dijî wê partiyê ne, ne ku li dijî wî zimanî an wê çandê ne. Bi vî
awayî eniya dijberî ziman û nasnameya miletê Kurd xurtir dibe. Roj
TV dezgeheke Kurdî ye, pencereyeke ji pencereyên ziman, wêje, çand û
deng û rengê Kurdan. Ji ber vê yekê jî bêhn li dewleta kûr teng
kiriye, weha jî dewleta kor ketiye tevgerê da ku li Ewrupayê jî
kurdan bê çav û bê deng bihêlin. Berdewamiya weşana Roj TV nîşaneke
ji nîşanên xwedîderketina Ewrupayê li nirxên xwe yên şaristanî ye.
Ev nîvê meselê ye, nîvê din jî girêdayî xwedîderketina li nirxên
neteweyî ye, ji hêla kurdan de.
|