|
Cankurd
23.11.2005
Di van salên dawî de, gelek gotar û nivîsên bi zarê "Kurdî" di
rojname, heftename, mehname û kovar û malperên kurdî de belav dibin.
Ev jî nîşana serkeftinek neteweyî ye, hinava mirov vedihesîne, dilê
mera şadike û hîviyên kurdistaniyan bi manda gelê wan mestir dike.
Nema zimanê dayîk û bavan ji nav zimanên mirovatiyê sîl dibe û gava
zimanek bimîne, neteweya ku pê dipeyive jî dimîne, nayê pişaftin û
windakirin. Ghandiyê Hindî, ku mirovekî zana û mestirîn rêberê
Hindistanê bû, gotibû, ku ew gelê zimanê xwe diparize, kilîtê
zindana xwe bi dest xwe xistiye, çi demê bixwaze, dikare ji wê
zindanê derkeve.
Em vê dibêjin, lê gava mera hûr û kûr li van gotar û nivîsên
payebilind dinêre, mera dibîne, ku rastî tiştekî dî ye, û pirsek
derbas dibe mejiyê mirov, pirsek mezin û giring:"-Gelo, çiqas "Kurdî"
di van gotar û nivîsan de heye?."
Bo bersivdayîna vê pirsê, me divê lêkolînek zanist a ji dil de li
ser Kurmanciya nivîskarên xwe yên hêja çêbikin. Ev jî karekî ne asan
e û demek dirêj dixwaze. Lê pêdiviya me rast pê heye.
Berî niha bi çend salan, min di vî warî de dest bi bizavek nimûneyî
ya biçûk kir, mixabin! Karê ramiyarî gelek caran mastê mera tirş
dike û bergeha xebatek wêjevanî û zanist li ber mirov teng dike. Min
ew kar ne bir serî. Niha jî dîsa bergeh çênabe, lew re ezê bi kurtî
û wek nimûne hinek gotar û nivîsên, ku di hinde heftename û malper û
mehnameyên kurdî de belav bûne, yên nivîskarên me yên bakurê
Kurdistanê, bidim ber şekirinê, ka di wan de çiqas "Kurdî" heye.
Hikariya "posîdeya" zimanên hevser ên Turkan, Farsan û Ereban, bi
ser de jî hikariya zimanên ewrûpî ta çi pileyê di zimanê van
nivîskarên hêja de çêbûye.
Bêguman ramiyariya nijadperest a van hevserên me yên ku zora me
birine, herifandinek saziyane di zimanê me de kirine, lê tiştekî
seyr e ku hikariya zimanên ewrûpî li ser nivîskarên me ne ji ya van
zimanên li çarexa Kurdistanê kêmtir e. Turkên ku zimanê xwe wek
royekê di nav zimanên dî yên mirovatiyê de dibînin û pesin didin
nekarîn zora nivîskarên Kurd wek Ewrûpiyan bibirana. Farsên ku
zimanê wan xûşka zimanê Kurdî ye, dîsa jî nekarî bû wek yê Erebî, yê
ji çolistana Hicazê hatiye, şaxên xwe berde nav zimanê Kurdî. Bo çi?
Ewrûpiyan bi pêşkeftina xwe ya nûjen ku hemî acet û pêdakirinên
şaristaniyê bi zimanên xwe dane nasînê û niha jî serkêşiya
şaristaniya mirovî dikin, em bi zûkî xistin bin hikariya xwe ya
zimanî û Ereban jî bi rêya zimanê Qurana pîroz û bi egera hevjînek
dirêj di şaristaniya îslamî ya ku di dema geşbûna xwe de ne kêmtir
bû ji ya Ewrûpiyan a niha, em xistin bin baskên zimanê xwe jî.
Bi ser van egeran de, dilxweziya me, ku em xwe li ba xwendevanên
kurd, wek mirovin şareza û hatîne ewrûpîkirin bidin xuyakirin. Em ji
xwe berê bûne hezkiriyên zimanên ewrûpî. Ewê ku peyvin ewrûpî naxîne
nav nivîsa xwe, wek gundiyekî, çolbirekî an gavanekî Çiyayên Zagrosê
dixuye, lê gava ew li ciyê "Sernûser" hercar "edîtor" binivîse,
hîngê zana, pêşkeftî û çavrohn tê jimartin....
Min di bizava xwe ya lêkolînî de codanek kêşaye, ku tê de navên 29
nivîskarên bakurê Kurdistanê hene, li gel jêder û hejmara bêjeyên ne
"Kurdî" yên, ku di gotarên wan ên wek nimûne hatine berçavkirin:
|
Nivîskar |
Jêder |
Bêjeyên Erebî |
Bêjeyên Ewrûpî |
|
Haluk Özturk |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşin 2005
|
20 |
20 |
|
Şakir Epozdemir |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşin 2005
|
33 |
01 |
|
Keya Izol |
Peyama Kurd 25.02.2005 |
31 |
14 |
|
Kemal Burkay |
Dema Nû 31 Tebax 2003 |
44 |
20 |
|
Zeynel Abidin |
Dema Nû 16-22 Heziran 2005 |
23 |
06 |
|
Mehmet Eren |
Dema Nû 31 Tîrmeh 2003 |
38 |
02 |
|
Bedirxan Epozdemir |
Peyama Kurd 11.03.2005 |
29 |
03 |
|
Ihsan H. Aydin |
Dema Nû 12-18 Gulan 2005 |
30 |
05 |
|
Bayram Ayaz |
Peyama Kurd 25.02.2005 |
23 |
12 |
|
Lokman Polat |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşin 2005 |
28 |
17 |
|
Sirac Bilgin |
Azadiya Welat 05-11 Pûşper 1999 |
39 |
17 |
|
Casim Rênas |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşin 2005
|
11 |
07 |
|
Ahmed Zekî Okçoglu |
Peyama Kurd 25.02.2005 |
20 |
11 |
|
Nejdat Buldan |
Azadiya Welat 05-11 Pûşper 1999 |
28 |
09 |
|
Zeynel A. Kizilyaprak |
Peyama Kurd 11.03.2005
|
21 |
06 |
|
Kadim
Kan |
Peyama Kurd 25.02.2005 |
26 |
20 |
|
Hesen Kaya |
Azadiya Welat 05-11 Pûşper 1999 |
40 |
11 |
|
Mirhem Yigit |
Azadiya
Welat 24-30 Avrêl 1999 |
38 |
21 |
|
M. Kara |
Dema Nû 31 Çiriya Pêşîn 2003 |
19 |
06 |
|
Laleş Qaso |
Peyama Kurd 31.12.2004 |
39 |
07 |
|
Latîf Epozdemir |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşîn 2005 |
27 |
11 |
|
Mahmûd Kilinç |
Dema Nû 31 Çiriya Pêşîn 2004 |
31 |
15 |
|
Fadil Özçelik |
Peyama Kurd 31.12.2004 |
19 |
10 |
|
Özgur Basut |
Dema Nû 31 Tebax 2003 |
21 |
07 |
|
Dr. Cuwan Batu |
Dema Nû 31 Tîrmeh 2003 |
25 |
05 |
|
Navzat Karakeçî |
Dema Nû 16-22 Heziran 2005 |
30 |
04 |
|
Bûbê Eser |
Dema Nû 31 Çiriya Pêşîn 2004 |
21 |
02 |
|
Ehmed C. Çamlibel |
Dema Nû 10-16 Çiriya paşin 2005
|
21 |
05 |
|
Ali Haydar Koç |
Peyama Kurd 11.03.2005
|
27 |
09 |
Mixabin! van hêjayan hinde bêjeyên biyanî di gotara xwe de gelek
caran bi kar anîne, ku van hejmarên li jor hatîne xuyakirin hîn
bêtir dibin. Lê bêguman hinde gotar ji hev kintir an biçûktir in.
Mijar jî sira xwe dilîze. Gava li ser gund hatibe nivisandin,
bêguman wê ne wek mijara xebat û karên nêvneteweyî be. Di navbera
herdu mijaran de nivîskar zimanê xwe jî diguhêre, bêtir bêjeyên
biyanî bi kar tîne.
Bêjeyên biyanî yên ku ji aliyê van hêjayan ve bi kar hatîne, di
piraniyê de hevpar in, li ba van nivîskaran tevan bi kar hatîne...
Çi Erebî bin û çi Ewrûpî....
Li vir jî pir giring e em bidin xuyakirin, ku tevî farskirin û
turkîkirina civata kurdî, di van sed salên dawîn de û bi taybet paş
hatina Kemalîstan, dîsa jî bikaranîna bêjeyên Turkî an Farsî, ji
bêjeyekê an du bêjeyan di her gotarê de derbas nabe.. Ev jî pirsin
dî tîne holê....
Ji Turkî (ancax, sirgun, derd, qereqol, êlçî, qelebalix, qatix,
qalik, qoz).... bêtir ji van bêjeyên, ku ez dizanim Turkî ne, bi ber
çavên min neketin.
Ji Farsî jî (Newa, derheq, derfet, derya).....
Bêjeyên Erebî, ku bêtir bi kar hatîne, ev in:
îddîa, îspat, esil, tehdîd, şêx, teslîm (teslîmiyet), resmiyet, şer,
mesken, erd, sûk, hikûmet (hakim, mehkûm, hikm, hekim), îlan, dinya
(dunya), însan, îhtîmal, qet, aqil, behs, îlm (alim, îlimdar, maalûm),
siyaset, fêhm (fahm, mefhûm), selamet, sîlah (sîleh), temam, qebûl,
heq (hiqûq), meqlûb, şîrket, tertîp, xerab (xirap), esîr, hîbr,
dewlet, şert, qeyd, teref, dîn, muxalefet, wesîle, mana, safî, şewat,
zulm (zilm, zalim), tifaq (îtîfaq, mutefîq), qal, tesawuf (sofî),
Mentiq (Mintiq), Mentîqe, xeyb, wefat, hafîze (mahfûz, hifiz),
hereket (tehrîk), şitexlî, heb, xizmet, îrşad, îzin, seyyid,
tedrîsat (ders, medrese), ehl, tarîqet, sohbet, eman, biriqîn, madem,
sekinî, dewam, sibat, zehmet (zehmetî), millet (millî), tedbîr,
şidet, qewet (quwwat), hewandin, îmda (îmze), wezîfe, esas (esasî,
esasen), fikir (fikirî, tefkîr), hesab, mecbûr, ked, hal (halen),
ferq, emr (mamûr), mesele, temsîl, saet, weqt, menzîl, ciddî,
fedekarî, tercîh, Zihniyet, rehet, sebeb, tehemûl, daxil (mudaxele)....û
hinekên din.
Bêjeyên Ewrûpî, ku bêtir bi kar hatîne, ev in:
Reform, renosans tablo, ekole, akademî, trans, mîtolocî, arkeolocî,
demokraî, teolocî, Îdeolocî, dîktator, milîtan, dialog, demogocî,
pratîk,antî, neo, sembol, kolonî, gerîlla, qomsor, orîjînal, super,
partî, faktor, jenosîd, rêjîm, enerjî, plan, feodal, prensîb,
objektif, şoven, nasiyonalist, televisyon, rol, general, mekanîzm,
doktrîn, avantaj, model, arşîv, medya, form, interaktiv, polis,
program, modern, stratêcî, kultur, milyon, traktor, politik,
federal, veto, kart, stabil, ekonomî, kamyon, têrorîst, etnîk,
cografiya, Înstîtut, sîstem, roman, romantîk, doktor, alkohol (berê
ji Erebî hatiye), elektrîk, înstiyatîf, park, bank, mînîbus,
provakativ, propaganda, problem, fobî, komisyon, metod, informasiyon,
spîker, fîlm, kontra, moral, erzyon, sosyalizm, kompiyoter, pakt,
petrol, diplomatîk, pan, faşîzm, mîlîtarîzm, psîkolocî, kapitalist,
meeting, parlament, krîter, feks,şantaj, internet, trajêdî, komêdî,
panorama...û hinekên din.
Gava Em bijmêrin, emê bibînin ku kêmtir ji 100 bêjeyên Erebî û
kêmtir 100 bêjeyên Ewrûpî derbasbûne nav van gotaran. Ev ne hejmarek
mezin e, lê gava di hinek gotaran de hinde bêje pir caran tên, emê
bibînin, ku ziman tê herifandin. Tiştê diyar jî ew e ku piraniya van
bêjeyan bi Kurdî jî hene. Biraderekî bi xwe gotiye, ku peyva "Mirov"
di zimanê Turkî de tune, lew re ewan "însan" bi kar tînin, mixabin,
ew bi xwe jî di gotara xwe de "însan" li ciyê "mirov" bi kar tîne....
Ev bizava min a biçûk, dibe ku hinekan li xwe hişiyar bike û bo
hinekan jî deriyê lêkolînek firehtir û hêjatir veke....
|