Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 October 2007 20:59

 


 

 

 

Şêrên kurd pozê gurên boz di erdê dan

Salih Cefer

Bi sedê salane ku gelê kurd zulm û zora dewleta turk dikşîne, turkên olperest û netewperest û şofen gelê kurd kirine talane û tu xema wan ji kesî tuneye.
Tevî ku gelê kurd her û her li hember dijmin sekinîye û tu carî bê deng nemay, lê hesreta tolhildanê di dilê wî de maye û roj bi roj bilind bûye .
Tevî zulm û zorê û dagirkirinê jî netewperestên turkan têra xwe tiji bûne û zorê li hikûmeta xwe dikin ku êrîşe bibe ser kurdan.
Li cem wan kurd ne tiştekin û divê werin perçiqandin, ji ber di nerîna wan de ku ew gurên bozên û gelê kurd jî rovîye.
Di vê kirîza dawî de sebra şêrên kurdan nema, şêrên ku bav û dîyên xwe û xwendina xwe û xweşîya jiyanê tev li dû xwe hisştine û ji bo rûmet û mafê kurdan li serê çiyan dijîn.
Bi dehên salan wê jiyana zor û zehmet dikşînin ji bo bidestxistina mafê gelê xwe.
Tevî hemû bangên yekalî ji bo aştîyê, tevî sebr û aramîya dehên salan dijmin qîma xwe neanî û şer bire ser wan.
Kela dilê wan rabû û xwestin bêjin : erê em aştîxwazin lê em ne tirsonekin, em şêrin, eger win gurin, de ka werin em rê we bidin.
Tevî tang û topên wan, tevî firok û hêza wan , tevî hejmara wan , tevî pozbilindîya gurên wan yên boz, şêrên PKK, pêşmergêyên canfîda, lehengên dilêr, pilingên kurdan, tolhildêrên gel, şêrên serê çiyan, xwestin ji cîhanê û turkan re û taybet jî ji gurên ! wan re bêjin : em şêrin.
Êrîşa şêrên çiyan da xwiya kirin bê gurên boz! kîne û şêr kîne, şêrên kurdan pozê netewperestên turkan di erdê dan.
Wê êrîşê dilê gelê kurd rihet kir , bêhna wî fereh kir, bawerîya wî bi doza wî bilindtir kir, moralên wî geş kir.
Êrîşa şêran xwiya kir, ku em aştî xwazin ne şerxwazin, em kanin şer jî bikin û kanin mafê xwe bi zorê jî bistînin lê em amedene di rîya diyalogê re pirsgirêka xwe çareser bikin.
Wek her car gelê kurd û hêzên wî yên siyasî banga aştîyê kirin û xwestin pirsgirêkê bi rîya aştîyê re çareser bike, lê dijminên kurd berê xwe dane şêweyên kevin û bi zimanê zorê deng dikin.
Bira baş zanibin ku dema şer nemaye lê eger vê yekê nepejirînin,bira ew û gurên xwe zanibin ku em şêrin û mafê me nayê xwarin û wê gelê me nêzîk an dereng mafê xwe bistîne.

27.10.2007










 

                       

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1