"diyarî ji xanima şevê re"
Xuyadike…
dîsa şev di navbera min û te de
derbider ji pêyan dikeve
êvarên min…
çirên xwe
bi tilîyên xewnê dadidin
û şevbuhêrk
di bendemana pêjna te de
kêferata mirina xwe
li ser darbesta kêlîkan
sazdike,
De îro jî
xwe ji payîza min re
nexemilîne
ne sibê…
ne di xewna bê de
bila babîsoka pelên zer
di henteşa wendabûna te de
bêhrîkirina min bipêçe,
Ne tu tenê dûrdikevî
ne tu tenê ji xwe nehênî dibî
ez jî weke te
di xaknîgariya tozê de
li destê xwe digerim
Ne tu tenê
nema bi temaşekirina ji pencereyê
ta bi pencereyê şadibî…
ez jî weke te û bêhtir
nema dikarim
li ber neynika siya nediyar
di leylana bêhna biyanî de
wek berê bidûmînim.
Îca bibûrîne…
sînor nema ji sînoran şermdikin
û tevdanên ku me di şopa wan de
rengê mijê dipîva
nema di çola dil de
bejna birînên kevizgirtî
dixemilînin.
Xuyadike…
ew dem û dewran
ber bi bê de
di ber bayê awirên bel de
diherin.
Tenê… hinek tîpên xwejibîrkirî
hîna di talda xewnê de
avê ji xew vediciniqînin.
Tenê… pistepistên bêdengiya te
hercarê bi nûbûna heyvê re
hîna xwe li mestiya min diweşînin.
Tenê… lêvên ku maçên xwe
di sermemikên te de
nexşandibûn
nîşaneya qonaxeke dîtir
vê carê bê navnîşan
di navbera peravê gîhakên xwedawendî
û sînorê navika cîhanê de
hercarê xwe vedijenînin.
De here…
lê berî tu destê xwe bavêjî darê destêr
berî tu kopal bidî destê tarîyê
berî tu cilika xewê
bikişînî ser çavê xewnê
wan gumanên ku min
di paşila dîroka pêsîrên te de
çandibûn
bi hûrbînî wan ji hev
veçirîne,
û pencereyê vekirî bihêle...!?.
De oxir be…
tenê heger êvarên te
ji nêzîk bêhna min
li tenahiya te civandin
bizanî ku pirr ji te nêzîkim
derdê evîna xwe
di şopa te de
bi dilekî şewitî didimhev
û di dilê te de…
şivantiya hezkirinê
ji hebûna te re dikim.