Di zimanê kurdî de navdêr birekî sereke
ye ji birên axaftinê, û jimara navdêrê
bi giştî 40% ji axaftina me ye, lewra
eger em navdêrê baş binasin em ê karibin
pareke mezin ji rêzmana kurdî jî binasin.
Navdêr navlêkirina zanyar Celadet
bedirxan e, navdêr heman wateya bêjeya "nav"
dide ya ku di devokên kurmancî de û her
wiha di zaraveyên kurdî yên dî de jî tê
bikaranîn. Lê baştir e, birekî axaftinê
bi têgîneke (zarawe, têrm) taybet bête
navkirin, loma me da pê şopa mîr Celadet
Bedirxan û me navdêr li şona
nav hilbijart.
Danasîna Navdêrê
Navdêr
heyberekî candar an bêcan
an têgehekê belî dike û
dide nasîn,
anku kesekî, tiştekî, lawirekî,
canewirekî an têgehekê bi nav dike û ji
cureyên dî cude dike ku bi navê xwe
nêvnas dibe.
Raweyên Navdêran
Her kesê ku bi zimnê kurdî mijûl
bûye li ber raweyên peyvesaziya kurdî
carekê rawestiye. Di çarçoveya dariştina
navdêran û polkirina (tesnîf) wan de,
rêzimanzan û zimanasên me nêrînine nêzî
hev dane, lê bi giştî hin xal bê bersiv
mane.
Hin zimanasan navdêr dariştine
du paran: xwerû û nexwerû yan xwerû û
hevbend (hevedudanî), û hinên dî jî
navdêr dariştine sê paran: xwerû,
hevbend û pêkhatî (darijtî). Me
dariştinên herdu biran pejirandin û ew
komkirin ser hev, di encamê de şêweyekî
nû ji dariştinê bi me re derket, me hewl
da em navlêkirinên zimanasan jî ber hev
bikin bêyî ti têgînan ji cem xwe de lê
zêdebikin.
Derbarê navlêkirinê de, baştir e
ku têgîna rêzimanî wateya babetê bide, û
ew bêjeyeke taybet be, mînak têgîna "nexwerû"
bi nîşandeka nehîniyê "ne" dest
pê kiriye û tenê ew "ne" herdu
têgînan "xwerû û nexwerû" ji hev
cihê dike, ev jî qelsiya zimên nîşan
dide, nemaze dema ku berdêla wê têgînê
di zimanê me de berê hebe, lewma ji dêl
têgîna "nexwerû" me têgîna "sazber"
hilbijart, ew jî navlêkiria mamoste
Reşîdê Kurd e.
Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve
dibin du par:
1 -
navdêrên xwerû.
2 -
navdêrên sazber.
Û her parek ji wan di nav xwe de li gor
taybetmendiya navdêrê dabeş dibe, û dibe
çend par:
1.
navdêrên xwerû:
1.1.
navdêrên salt.
1.2.
navdêrên guhêzok .
2.
navdêrên sazber:
2.1.
navdêrên pêkhatî.
2.2.
navdêrên hevbend.
2.3.
navdêrên hevgirtî.
Bo
ev dabeşî pêtir aşkare û belî be, em ê
di şêweyê jêrî de wê şîrove bikin:

1.
Navdêrên Xwerû (xweber, sade):
Di navdêra xwerû de,
tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in,
û ti carî ew ji hev nabin, anku di
navdêra xwerû de hîn ti tîp an pirtik bi
ser navdêrê ve nebûne. Navdêrên xwerû
dibin du beş, navdêrên xwerû ên salt û
ên guhêzok.
1.1.
Navdêrên Salt:
Mamoste
Reşîdê Kurd wateya salt di
pertûka xwe de wiha rave kiriye:
"salt; bi tenê, bi serê xwe",
anku ev navdêr bi serê xwe ne, nahên
dariştin û lêker jê çênabin. Nexwe
navdêrên xwerû yên salt nabin bingeh an
kok di sazkirina raderên lêkeran de, û
ti carî lêker jê nahên dariştin. Lê ew
dikarin bibin beşek di navdêrên sazber
de. Navdêrên salt tenê
kesekî,
tiştekî, lawirekî bi nav dikin.
Wek:
mal, defter, rê, evîn, şer, dê, bav,
ker, çem, kevir…
1.2.
Navdêrên Guhêzok:
Ji navê wê dixuye ku ew tê
guhastin û dariştin, ev navdêrên xwerû
di koka xwe de navdêr in, lê her wiha
lêker jî jê tên çêkirin û dariştin. Anku,
navdêra guhêzok lêkreke nû çê dike, û
dibe bingeh û kok di avakirina radera
lêkera nû ya dariştî de. Ji vê lêkera nû
ya dariştî re "Lêkera Afrînok" tê
gotin, ev jî navlêkirina Prof.
Qanatê Kurdo
ye, lê Prof. Kurdo ew bi
tîpa "e" bikar aniye "efrîmok"
.
Hinek ji navdêrên guhêzok ên lêkerên
afrînok çêdikin ev in:
|
Navdêra Guhêzok |
Rader |
Lêker |
|
Baran |
Barîn, Barandin
|
Dibare |
|
Kel |
Kelîn, Kelandin |
Dikele |
|
Çêr |
Çêrîn, Çêrandin |
Diçêre |
|
Meş |
Meşîn, Meşandin |
Dimeşe |
|
Rev |
Revîn, Revandin |
Direve |
|
Liv |
Livîn, Livandin |
Dilive |
|
Ken |
Kenîn, Kenandin |
Dikene |
|
Xeyd |
Xeydîn, Xeydandin |
Dixeyde |
|
Lerz |
Lerzîn, Lerzandin |
Dilerize |
|
Çerxa |
Çerzîn, Çerxandin |
Diçerixe |
|
Ger |
Gerîn, Gerandin |
Digere |
|
Xur |
Xurîn, Xurandin |
Dixure |
|
Bez |
Bezîn, Bezandin
|
Dibeze |
|
Êş |
Êşîn, Êşndin |
Dêşe |
|
Tirs |
Tirsîn, Tirsandin |
Ditirse |
|
Werm |
Wermîn, Wermandin |
Diwerime |
|
Xebat |
Xebitîn, Xebitandin |
Dixbite |
|
Şewat |
Şewtîn, Şewtandin |
Dişewite |
|
Lewat |
Lewtîn, Lewtandin |
Dilewite |
|
Kar |
Karîn |
Dikare |
|
Girî |
Girîn |
Digirî |
2.
Navdêrên Sazber:
Navdêra sazber ji du parçan an
pêtir saz dibe, bi gelemperî parçak
navdêreke xwerû ye û parçeyê dî yan
bêjeyeke dî ye, yan pirtikek
e. Navdêrên sazber li gor cureyên jê saz
dibin, dibin sê par, (pêkhatî, hevben,
hevgirtî):
2.1.
Navdêra Pêkhatî (darijtî, xurdezad):
ew ji navdêreke xwerû û pêşgirekê
an paşgirekê saz dibe, û bêjeyekê
bi wateyeke nû çêdike, anku navdêreke nû
ku tiştek an heybreke nû bi navdike.
Pêşgir:
pêşgir + navdêra xwerû = Navdêra Pêkhatî.
Pêşgirên ku dikevin pêşiya navdêran kêm
in, ji wan nîşandeka nehîniyê "ne",
Wek:
Ne-:
nexweş,
neyar, nezan, nenas,
neasayî, nebaş, neçê,
nemir...
Gengaz e, ku daçekeke resen jî
wek pêşgirekê navdêra pêkhatî saz bike,
û bibe parçeyek ji navdêrê, anku bi ser
navdêrê ve bihê nivîsandin, daçekên "bi,
bê" pêtirî daçekên dî bi vê rolê
radibin, wek:
Bi-:
birêz, birik,
bihêz, bikêr, bikar,
biber, bicî, bikul,
biêş,…
Bê-:
bêwar, bêmal,
bêkes, bêkar, bênav,
bêcan,…
Daxuyanî:
wateya "bi" dema daçek be, têvel
e ji wateya "bi" ya pêşgir.
"bi" ya daçek tê wateya (li gel,
bi tev). Mînak:
·
Zozan bi min re
çû (Zozan bi tev min çû)
·
Bi
xweşî û bi rêz,
ew hatin û çûn. ( li gel xweşî û rêzê)
Lê dema "bi" dibe pêşgir wateya
wê tê guhartin û tê wateya (xwedî), her
wiha wateya paşgira "-dar" dide bêjeyê.
Mînak:
·
Birêz
Celadet bedirxan. (xwedî rêz, an rêzdar)
Têbînî:
v
Gengaz e, daçek û birên axaftinê yên
dîtir jî (wek rayê lêkerê) navdêreke nû
saz bike.
Wek:
bikir,
bikuj, neman, birêvebir,
bidarvekirin,…
v
Kêm caran, hin daçekên dî jî bêjeyine
pêkhatî saz dikin, wek daçeka
"li"
.
Wek:
liberxwedan,
lidarxistin, lixwekirin…
Paşgir:
navdêra xwerû + paşgir = Navdêra Pêkhatî.
Paşgirên ku navdêrên pêkhatî saz dikin
zor in, li gor Amed Tîgrîs
di gotarek xwe de gotiye bi giştî
paşgirên kurdî 143'ê ne, ji lewra
lêkolînek taybet jê re divê, em nikarin
giştan li vir rave bikin, lê wek mînak
em ê tenê hinekan ji wan belî bikin:
-van:
gavan, tembûrvan, şervan,…
-mend:
hunermend, hoşmend,
dewlemend,…
-bend:
sazbend, kombend, hevalbend,…
-bar:
xembar, tewambar,…
-baz:
canbaz, serbaz, sihirbaz,…
-dar:
guhdar, maldar, birîndar,…
-kar:
xwendekar, xebatkar,
serkar,…
-yar:
hoşyar, zanyar, cotyar,…
-menî:
çapemenî, wekemenî,
xwestemenî,…
-çî:
paleçî, zurneçî, kurtançî,…
-stan:
Kurdistan, gulistan,
daristan,…
-er:
nûser, parêzer, xwêner,
bîner,…
-ek:
jimarek, wêrek,…
-ok:
serok, girînok, şêrînok,…
-k:
reşreşk, xaşxaşk,
çirçirk,…
-î:
kurdî, behdînî, nêrî,
sazî,…
-ar:
nivîsar, guhar, xewar,…
-asî:
kêmasî, kurtasî,…
Têbînî:
renge paşgir û birên axaftinê yên dîtir
jî (wek rayê lêkerê) navdêreke nû çêkin:
Wek:
badek(badan), birek(birîn),
bêjing(bêtin),…
2.2.
Navdêra Hevbend (hevedudanî, lêkidraw):
Ev navdêr ji du bêjeyên xwerû bi hev
dikeve û navdêreke nû û bi wateyeke nû
saz dike. "Hevbend" navlêkirina
Prof. Qanatê Kurdo ye, bêjeya "bend"
gelek wateyan dide, "peywendî,
girêdan" wateyek ji wan e,
hevbend anku hevgirêdayî. Li
beramberî wê bêjea hevedudanî
heye, ew jî navlêkirina mîr Celadet
Bedirxan e, bi dîtina me, hevbend ji
hevedudanî siviktir û watedartir e.
Herdu bêjeyên ku navdêra hevbend saz
dikin watedar in, lê wateya bêjeya nû ji
wan têvel e. Helbet yek ji herdu bêjeyan
navdêra xwerû ye, û dibe ku ew ya dî
dîsa navdêreke xwerû be, an hevalnav,
hevalkar, yan rayê lêkerê be.
Nexwe, du bendên navdêra hevbend ev in:
Nav + nav:
cegerxwîn, rêziman,
destav…
Nav + hevalnav:
hevalnavê (rengdêr) ku navdêra hevbend
saz dike carnan li pêş û carnan li paş
navdêrê tê.
Wek:
Li pêş navdêrê:
spîdar,
sorgul,…
Li paş navdêrê:
girspî, stûxar, zikreş,…
Nav + hevalkar:
hevalkara (hoker) ku navdêra
hevbend saz dike her dem li pêşiya
navdêrê tê.
Wek:
Ber:
bernav, berdevk,
bermal, berpirs, bernas...
Ser:
serleşker, serdest,
serdar, serbajar...
Bin:
bindest,
binçav, binerd,…
Nav:
navçav, navbêj,
navbir, navdest, navlep,
navdeşt, navmal...
Paş:
paşeroj, paşguh,
paşîv,…
Pêş:
pêşgotin,
pêşniyaz, pêşbirk,…
Nav + rayê lêkerê:
xwînmij, zembîlfroş,…
Têbînî:
Renge ku herdu bêjeyên ku navdêra
hevbend saz dikin ne navdêr bin, renge
ew du hevalnav, an hevalkar û rayê
lêkerê an ...
Wek:
serhildan, keskesor, …
2.3.
Navdêra Hevgirtî (bargiranî):
ew ji navdêra pêkhatî an hevbend û
paşgirekê pêk tê û bêjeyekê bi wateyeke
nû çê dike ku tiştek an heybreke nû bi
navdike. Anku navdêra hevgirtî ji sê
parçan bi hev dikeve û hevdu digire, du
parçe yên navdêra pêkhatî an hevbend in,
û parçê sêyê paşgira ku bi ser ve dibe.
Navdêra pêkhatî
+ paşgir = Navdêra Hevgirî
Wek:
rêbertî, girtîgeh,
şoreşgerî,…
Navdêra hevbend
+ paşgir = Navdêra Hevgirî
Wek:
rewşenbîrî, serfirazî,
rêzimanî,…
·
Renge ku navdêra hevgirtî ji sê
bêjeyên xwerû jî saz bibe.
Wek:
berxwedan,…
·
Û renge ku navdêreke pêkhatî yan
hevbend û bêjeyeke dî
navdêra hevgirtî saz bike.
Wek:
(pêkhatî) serok + komar
= serokomar,…
(hevbend) rêzman
+ zan = rêzmanzan,…
Têbînî:
Pêşgirek
jî dikare têkeve pêşiya navdêra
pêkhatî, û bêjeyeke nû bi
wateyeke nû çê bike.
Wek:
Newêrek,
bêbinî,…
Daxuyanî:
bo tevlehevî çê nebe di nav her sê parên
navdêrên sazber de (pêkhatî,
hevbend, hevgirtî), em dikarin bi van
têbîniyan wan ji hev cihê bikin: