Dîrok dibêje; di jiyana
civaka mirovperweriyê de heyameke mîtolocî
he bû, di wê demê de zanîna mirovan pir
nizim û di serasera bû, her êlekê yan komek
ji mirovan di vê civakê de bawer dikir ku
bavpirê xwe yê yekem lawirek ji lawiran bû,
yan jî hişaniyek taybetî bû. Evan mirov û
êlan xwe bi wan lawiran yan bi wan hişaniyan
diparaztin û ewanan ji xwe re mîna xweda
didîtin.
Dîroknasê Turk Yalmaz Awiztona di pirtûka
xwe "dîroka dewleta osmanî " de nivisiye; "Turk
bawer dikin ku bavpîrê wan yê herî pêşîn
gurê bersorî bû û ji ber vê jî gur bû ye
nîşana niştimanî ji Turkan re .. "
Herweha dîrok dîsan dibêje; cihwarê
Turaniyan ya kevin pir bor û belengaz bû,
ewanan ji bo berdewamiya jiyana xwe
hevrikiyên dijwar li dijî jiyana tazî û hişk
dikirin, lewra jî Turanî bi sertî û
lêxistinên hovane perwerde bû ne, ewanan ji
ber birçîbûnê hêrişên xwe dibirin ser
dirawsêyên xwe," gelên Ariyanî" (Afganistan,
Îran, Kurdistan )çimkî evan herêmanan bi
saman û şaristaniyên xwe dewlemend bûn.
Mîna di dîrokê de hîn hatiye destnîşankirin
ku berê, her êlekê yan miletekê di cengan de
duruşmek mîna xwedayê xwe yê mêtologî bilind
dikir, ji ber vê jî Turaniyan durişma xwe
mîna dîdema"Qizil qurtê" bû, lê gelên Arî
nîşana hetawê mîna xweda di şeran de
hildidan jor …
Wek di dîrokê de hatiye gotin; ku pêxemberê
araynî- mîdî Zeredeşt li gel 80 peyrewên xwe
li pîrozgeha bajara Belexê (Afganistan )bi
destên Turaniyên, yên ku xwe mîna gurên
bersorî "Qizil qurtê" peçinandi bûn, hatine
kuştin.
Di pêvajoka dîroka îslamî deTuraniyan herdem
hêrişên xwe birine ser Farisan û Kurdan, lê
ji nav gelên aryanî, miletê Kurd pirtir
ziyan ji dest "gurên bersorî"(Qizil qurt)
dîtiye. Li gor nirîna lêkolînvan Dr.Ehmed
Xelîl, peyva "Qizil qurt" damarên xwe bi
kuranî berdane hişên Kurdan û ewann ta roja
îro vê peyvê wek tirsdayinekê bi kar tînin.
Cenga çekdarî di navbera Turaniyan(Osmaniyan)
û Farisan de dîsan ji bo dagîrkirin û
çewsandina samanên Kurdistanê bû, li dawiyê
welatê me di nav xwe de di sala 1639 an de
parvekirin. lê gelê Kurd ji berê de
destgirêdayî nema ye, welatparêzên Kurd mîna
mîr Bedirxan raperînek li Botanê kir û
konfêderliyek kurdî 1830-1845 li wê herêmê
damezrand, lê mixabin dîsan gurên bersorî
mîrşena Bedirxan rûxandin. Piştî heypeymana
Saykis-Pîko di sala1916 de Kurdistan bi
destên Firansa û Êngilîz careke din parve bû.
Bi vî rengî dijminan welatê me ji xwe re zep
kirin.. lê pirsa giring ev e; ma gelo
netewperestên Kurdan xwe radestî neyarên
kirin ?Bê guman mêjoya kurdî ya nûh bi
raperîn û şoreşên xwe mişt e, gelê Kurd ta
niha bi melyonan keç, law, jin, mêr kirine
qurbanên Kurdistanê, û nijadperestên Turkan
bi hêrişên hovane belgeyên dîroka
mirovperweriyê bi xûna Kurdan û Ermeniyan
sor kirine.
Tevî van babelîtên mezin, gelê Kurd bi hemû
awayî berxwedaye, welatê xwe Kurdistan
biparêze.
Tevgera kurdî bi dehên salan e ku xebatên
çekdarî û siyasî dike, dadmendiya kêşa kurdî
hêdî, hêdî li gorepana cîhanê de cihê xwe
distîne û damezrandina destlata kurdî piştî
raperîna1991 ê li herêma Kurdistanê mînakeke
ronak e.
Li aliyê din di sala 1984 an de bizava
çekdarî jî carek din li KurdistanaTurkiyê bi
seroketiya birêz Ebdela Ocelan dest pê kir,
şoreşa E.Ocelan jî serê destlataTurkên
turanîst û kemalîst pir teng kir, helwesta
nijadperestênTurk li dijî gelê me li her
derê her tund û tujtir bû û li dawiyê bi
pîlaneke navdewletî mezin serokê PKK hate
girtin.D ijminên azadiya Kurdistanê, ango
serdarênTurkiyê "Qizil qurtên Turkiyê "
hevdu pîroz dikirin wekî ku şoreşa
Kurdistana Turkiyê aşbetal bû, lê weke Ereb
dibêjin; "hesabê sokê"bazarê " li sendoqê
nehat ", piştî demekê dîsan şerê çekdarî li
dijî roviyên kîndar dest pê kir, lê di
navberê de, P K K pir caran jî ala aştiyê jî
hildida jor, lê mixabin Turaniyên nûh mîna
bavpîrên xwe naxwzin hebûna gelê Kurd mîna
neteweke serbixwe, xawên welat û
şaristaniyeke serbixwe nas bike. Ewanan ne
tenê li dijî PKK ne, lê li dijî hemû
partiyên kurdistanî ne, li dijî çand û
kelepûra kurdî ne.
Bi kurtebirî PKK û hemû rêxistinên din
kurdistanî, ne evîndarên xûnrêtinê ne,
ewanan tenê dildarên azadiyê û civaka
mirovperweriyê ne ..lê dîsan emê bêjin;
gelek mixabin zimanê destlata Turkiyê tenê
mîna zimanê "gurê bersorî" ye, ewa tenê
dixwaze bi her şêweyî milêtê me, welatê me,
ji nava dîroka civakê hilîne û hemû samanên
Kurdistanê ji xwe re bi darê zorê bistîne.
Lewra jî, eger stêrkek li kîjan beşî
Kurdistanê geş bibe,Turaniyên nûh bi
alîkariya hin rêcîm û rêxistinên regezperest
li Rojhilata Navîn dest bi lîstikên xwe li
dijî pêşketin û azadiya Kurd dikin .
Piştî ku rêcîma Sedamê dîktatur di sala 2003
an de hate rûxandin, komara Îraqê ya fêderal
hate damezrandin, agir û pêt ketiye paşelên
Turkên Turanîst û yên hin dewletên mîna
Sûriyê, Îranê û gelek hêzên din yên şovênîst.
Her yek ji van dewlet û rêxistinan bi awayê
xwe ya nemaze li dijî Îraqa fêderal û bi
taybetî li dijî Kurdistana azad dixebite. Em
pir texmîn dikin ku hin hêzên destlata Îraqa
fêderal hevgirêdanên xwe bi neyênî bi
dewleta Turkiyê re hene, ewanan hin caran bê
hevaltiya nûnerên Kurdan, diyalogan bi
dewleta Enqerê re dikin, kî dizane ku ev
herdu alî bi hev re çi pîlanan li dijî
herêma Kurdistana Îraqê dihûnin ??? Kî
dizane ku belkî hin aliyên destlatdar, weke
Ereb bi xwe dibêjin ";hamîhe û heramîhe"(him
diparêze û him jî didize ), bi ya me be, ev
pîlana hîn ji hukumeta Dr. Îbrahîm Elceferî
de dest pê kiri bû.û eger nûnerên Kurdan li
Îraqê û hukumeta herêma Kurdistanê bi
seroketiya têkoşerê gewre M.Berzanî li yasa
140 î xawên derdikevin û daxwaza pêkanîna wê
dikin, hemû aliyên nijadperest û ne dêmokrat
ji tirsa re dilerizin, û Kerkuka Kurdistanî
di xewnên rojan û şevan de dibînin, lewra jî
Dr. Nordîn Elmalikî dê wê siyasetê berdewam
dike.
Çima Turkiyê ewqas dixwaze bi lez gefguran
bide gelê Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê
?!-Bê guman cerkî ku perlemana Kurdistanê di
sala 1992 an hatiye damezrandin û hukumeta
kurdî hema, hema herêma kurdistanê mîna
herêmeke serbixwe birêve dibe, û ewa bi
alîkariya gelê xwe yê pîdar, Kurdistanê di
hemû warên jiyanê de pir zû pêşda dide,
lewra jî çavên Turkiyê û hevalbendên wê pir
teng û sor dibin.2- Di rûxandina rêcîma
xûnvexwer de, rola partiyên kurdistanî di
qada navnetewî de zor berçavkirî bû
3-.Rêvebirên Kurdistanê bi seroketiya rêzdar
mam Celal Talbanî û rêzdar kek Mesud Berzanî
bi hişmendiyeke siyasî bilind û gelek
hevpîvayî têkeliyên xwe bi hêzên erebî sinî
û şê î re ava kirin û di encamê de gelek hêz
û kesayetiyên Ereb li Îraqê helwesteke erênî
dermafê gelê Kurd û herêma Kurdistanê
wergirtin3- Li ber çavên dagîrkerên
Kurdistanê, hukumeta herêma Kurdistanê
pêwendiyên siyasî, dîplomasî, aborî,
perwerdeyî bi dewletên ewropî re çê dike.
4- Hêzên leşgerî li herêma Kurdistanê pêşda
diçe.5-Hêzên pêşmergên gehreman hîn
Kurdistanê diparêzin ..
5-Dewleta Emêrîka ta roja îro li rex gelê
Kurd û hukumeta herêma Kurdistanê radiweste,
û piştvaniya mafê gelê Kurd li wir dike,
lewra jî destlata Turkiyê pir ditirse ku
Emêrîka hîn bi ser vê de jî baregeheke
leşgerî li Kurdistanê ava bike û stunên
herêma Kurdistanê hêztir bibe û paşê wireyên
gelê Kurd li beşên din jî bilindtir bibe û
têkoşîna gelê me li Kurdistana bindest de jî
bi vîneke pola bête vejandin..
Ji ber van sedemên jorîn, perlemana
Turaniyan di 17.10.2007 an de, bê ku ewa ji
dîrokê û komelgeha cîhanî şerm bike, çira
kesk ji çêlkên gurên bersorî re vêxistin ku
ewanan hêrişên xwe bibin ser navçeyên herêma
Kurdistanê û niha bi hezaran leşgerên Turk
li ber sênora Kurdistanê ne..Vêca niha pirs
ev e; ku dewleta Turk dê rast têkeve
Kurdistanê yan na ? Eger em li gor siyaset û
logîka hişmendî texmîna xwe derbibirin, divê
em bêjin na ! Turkiyê gefgurên mezin mîna
rastiyekê ji Kurdan û ji dewletên hevpeyman
re dide diyarkirin, ta ku ewa tirsê têxe
dilên rêberêbn gelê Kurd û di encamê de,
ewanan dengên xwe ji bo pêkanîna xala 140 ji
destura Îraqê nizim bikin ta ku pirsa
Kerkukê weha tepisî û bincil bimîne. Erê
Turkiyê bi awakî stratîcî naxweze ku Kerkuk
di bin sîbera destlata Îraqê de jî bimîne,
lê niha ewa li gor rêbazeke tektîkî mayina
Kerkukê di çarçewa erdnîgariya siyasî ya
herêma erebî de bimîne, dipejirîne.
Lê ta roja îro destlata herêma Kurdistanê bi
seroketiya birêz kek Mesud Berzanî û serokê
komara fêderal rêzdar mam Celal Talbanî bi
her awayî ji aliyên xwe de, tu kompirîmis li
hember dewleta Turkiyê destnîşan nekirine..
.lê berevajayî vê yekê, ewanan herdem li ser
kêşa Kerkukê radiwestin û di heman demê de
jî ala aştiyê û dostaniyê hildidin jor. li
aliyê din jî gengaz e, Turkiyê dixwaze ku
hukumeta herêma Kurdistanê şerê çekdarî li
dijî girîleyên PKK bike û agirê şerê
birakujiyê di nav herdu aliyan de vêxe, lê
ta roja îro rêberên gelê Kurd bersivên
dewletaTurkiyê zor bi sinciyeke siyasî
bilind didin û ewanan pir bi zelaî ji raya
giştî re dibêjin; em rêberên PKK jî radestî
Turkiyê nakin û em daxwaza çareserkirina
kêşa kurdî li Kurdistana Turkiyê bi awayên
aştiyane dikin…,îro Serok Mesud Berzanî di
kenala Elcezîr de dîsan bi vê wateyê got; "Ev
sed salên destladarên Turkan bi şer û cengan
dixwazin dawiya kêşa kurdî hûnin, lê bila
ewanan carekê tenê jî, riya aştiyê û
diyalogan bi kar hûnin.".
Lê eger dewleta Turkiyê rêzê li yasa û
desturên navdewletî neke, bi zikreşî û kînên
kor derbazî gund û bajarên Kurdistanê bibe,
vêca çi ji hukumeta navendî li Îraqê, ji
dewletên hevpeyman mîna Emêrîka û Birêtaniya,
ji komelgeha dewletên erebî û ji netewên
yekgirtî tête xwestin??? Ma gelo evan
dewletan dê destgirêdayî bimînin? Ma gelo
hukumeta fêderal, dê dagîrkirina Kerkukê ji
aliyê dewleta Turkan de bipejrîne ?lê
dewleta Turkiyê weha soz daye hin rêberên
fermî di hukumeta fêderal de, ku ewanan tenê
dixwazin bingeha herêma Kurdistanêji hemû
aliyan de birûxîne ??
Di siyasetê de her tişteke gengaz e,
bersivên van pirsên jorîn em vekirî ji vîna
azad re dihêlin, lê di herhal de gelê me li
Kurdistana başur amedeye ku berevaniya ax û
rûmeta welatê xwe bike û her weha jî em di
vê baweriyê de ne ku gelê Kurd li sê beşên
din jî dê li hember van hêrişên hovane bê
deng nemîne. Li dawiyê em dixwazin bêjin "mişk
axê dikule û wê li nav çavên xwe dike "
belkî jî dewleta Turkiyê dixwaze hin caran
bibe mişkek ….. !!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!!
.
27.10.2007
Almaniya
..
. .