Kurdî
Lêkolîn

Werger

Helbest
Gotar
Çîrok

Hevpeyvîn

Nivîskar

Arşîv


 

 

 


Pêjna
Baranê


Hevgirtin

Pirtûk &
Xwendin


Urkêş


Şevçira


Kurmancî


Kurdart



Êzîdxane



بعض نافذة

كردستان
 عربياً

القوس
الثالث

Dibistan
A-Z

Qehwa sibehê
 
 
عربي
 Deutsch
 English
Redaktion  

 

H.R.R.K    West Kurdistan Intellectuals Union

28 October 2007 20:21

 


 

 

 

Çend peyv li derdora mehrecana helbesta kurdî

Elî Cefer


 

Di 21. 10. 2007 an de, bi amadebûna hejmareke nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên peyv û helbesta kurdî mehrecana 15 demîn ya helbesta kurdî li Sûriyê û ya duwemîn (cara yekem di sala 2001 ê de li Bajarê Bochumê hat lidarxistin) li dervayî welat; li bajarê Bonn ê - Elmanyayê, hat li darxistin.
Mehrecanê bi kêlikeke bê deng li ser giyanê helbestvanên Kurd û hemî cangoriyên azadiya Kurd û Kurdistanê dest pê kir, pêre xudiyê vê nivîsê (Elî Cefer) kurt gotinek li ser çawaniya destpêkirina mehrecana helbesta kurdî li welêt berî 15 salan got. Rêzdar Arif Cabo; çend peyv bi navê „Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasyî - Yasa„ gotin. Serokê „Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayî Kurdistan„ Selîm Biçûk çend peyv gotin. Kek Fewzî Dîlber gotina „Komela Xwendekarê Kurd li Bonn ê - Raman“ got. Nivîskar Bilal Hesen bi navê malbata helbestvanê gewre Cegerxwîn çend peyv û hin têbîn gotin, rêzdar Bilal Hesen got; bikaranîna peyva (mehrecan) ya kurdî li şûna peyva (Vîsteval) bi kar bihata, baştir bû, çimkî ew peyveke kurdî ye, ne ku erebî ye wek hin kes dizanin. Rexnevan û nivîskarê navdar Heyder Omer jî çend gotin di dermafê xudiyên raman damezrandina mehrecana helbesta kurdî û sedemên ku roja 22 .10 bibe roja helbesta kurdî şirove kir. Herweha ewî da zanîn ku çawa hin dixwaztin mehrecanê bi ya xwe kin, lewre jî bi diqet li ser wê yekî rawestiya û got; çê nabe mafê xudiyên ramanekê were xwarin, ev milkê dîrokê ye, dîrok jî nabe bête sextekirin. Dr. Husên Hebeş hin bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwin re anîn ziman. Her weha hunermenda deng xweş Şêrîn Mele jî helbestek ji helbestên seydayê nemir Cegerxwîn xwend.
Di mehrecanê de 14 helbestvanan kela dilên xwe dan der û bi helbestên xwe beşdar kêfxweş kirin, ewên helbest xwendine ev bûn: Arşevê Oskan, Azer Osê, Bîlge Sûmer (Bakurî Kurdistan), Cankurd, Dilyar Dêrkî, Ebdilrehman Efîf, Hêmin Kurdaxî, Hoşeng Broka, Husên Hebeş (Şiyê), Nezîr Mele, Nezîr Palo, Serhan Îsa, Selîm Biçûk, Tengezar Marînî.
Dr. Ebdilmecîd Şêxo ji ber rewşeke xwe ya taybet nikarî bû beşdar bibe, lê ewî pîroznamek û helbestek xwe ji mehrecanê re rêkiri bû. Herweha helbestvan Xebat Şakir jî pîroznamek nivîskî şandi bû, ewî têde lêborîna xwe xwesti bû ku ew li dervayî Elmanya ye. Weha jî çendîn helbestvana ji ber sedemên curbicur lêborîna xwe xwestin ku ewanan nikarinin beşdar bin.
Hêjayî gotinê ye ku nûnera kenala ezmanî K. TV rêzdar Hêvîdar Zana beşadrî merecanê bû û ewê çendîn dîmen û hevpeyvîn bi kesên beşadr re pêk anîn. Pêşkêşvanê mehrecanê rêzdar Ferhad Ehmê li gor ALF beya kurdî helbestvan pêşkêşkirin. Herweha birûskek pîrozbahiyê ji rêxistina derve ya P. Y. D. K. S “Yekîtî”, giha mehrecanê. Wê baş be jî em careke din bidin zanîn ku xudiyên ramana destnîşnakirina mehrecana helbesta kurdî li Sûriyê ku bibe salane ev bûn: Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Heyder Omer, Rûxweş Zîvar û xudiyê vê nivîsê û ev pêşniyaz ji civata helbestvanên Kurd re di 20. 10. 1993 an de hat pêşkêşkirin, bi tevayî hat pejirandin, û roja din yekser wek cara pêşin li Çiyayê Kurdmênc li meydana keleha Horî hat lidarxistin û li wir roja helbesta kurdî di 22.10. ê de hate çespandin.
Ji bilî hin kêmkasiyên biçûk di mehrecanê de, bi giştî mirov dikare bêje ku mehrecan serkeftî bû, hêvî ew e jî di salên pêş me de mehrecan bi rêk û pêktir be.










 

                       

ji bilî nivîsên ku bi navê Hevgirtina rewşenbîran û bi navê malpera rojava. netê
werin weşandin, her nivîskarek berpirsê naveroka nivîsa xwe ye!







 

Destpêkirina malperê: 01.12.2004 / www.rojava.net - © 2004-2005

HEVGIRTINA REWŞENBÎRÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
rojava@rojava.net

Design: www.hesso.de
rojava.net rojava.net_INDEX_KURDI Neue Seite 1 rojava.net rojava.net Neue Seite 1 Neue Seite 1 Neue Seite 1